6emîn danişîna doza Halîse Aksoy hat lidarxistin. Şandeya dadgehê ji bo dozger mutalaya xwe amade bike danişînê taloq kir.
Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wê Egîd Îpek di qutiyekê de bi rêya kargoyê jê re hatibûn şandin, ji ber îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik di 28ê Nîsana 2023yan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Piştî demek di girtîgehê de mabû hatibû berdan. 6emîn danişîna doza Halîse Aksoy li 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Halîse Aksoy tev li danişînê nebû û parêzerên wê Zeynep Karayilan û Necat Çîçek amade bûn.
Di danişînê de dozgerî ji bo amadekirina mutalayê dem xwest. Şandeya dadgehê jî daxwaz qebûl kir û danişîna dozê taloqî 7ê Sibatê kir.