Li navçeya Berdereş a Hewlêrê kesên nenas bi çekan êrişî malekê kirin û di encamê de du zarok birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Rojnewsê li navçeya Berdereş a Hewlêrê kesên nenas bi çekan êrişî malekê kirin û di encamê de du zarokên ku temenê wan10 û 14 birîndar bûn. Piştî êrişa çekdarî, her du zarokên birîndar demildest rakirin nexweşxaneyê.
Hate zanîn ku heta van kêliyan jî sedema sereke ya êrişî û nasnameya kes/kesên êrişkar nehatiye zanîn û aliyên peywendîdar jî têkildarî mijarê tu daxuyaniyên fermî nedane. Hate ragihandin ku polîsê navçeyê têkildarî bûyerê lêpirsîn û lêkolîn daye destpêkirin.













