HDKê di 111emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan de bi sernavê “Birîna vekirî ya Anatoliyeyê” li Alsancakê gotûbêjek li dar xist.
Meclîsên Îzmîrê yên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi minasebeta 111emîn salvegera Komkujiya Ermeniyan, li Navenda Huner û Çandê ya Art Venue Îzmîrê bernameyek çêkir. Moderatariya gotûbêjê endama Koordînasyona HDKê Emel Dalfidan kir û Zaruhi Kervancioglu Barka û Talat Ulusoy wekî axivêr beşdar bûn.
Zaruhi Kervancioglu Barka diyar kir ku Ermenî mîna mîrnişîna dawî ya di nav Osmaniyan de bûn û di bin sîwana Osmaniyan de Ermenan ji misilmanan bêtir bac didan û got: “Di sê rojan de 20 hezar kes hatin tunekirin. Dest danîn ser mal û milkên gelê ku hatî qirkirin. Ev sûc bêceza ma. Em îro encamên vê bêcezabûnê û vê rizîbûnê dijîn. Tu sûcên li dijî me nehatin cezakirin. Berevajî vê, sûcdar bûn qehreman. Dema sûcdar dibin qehreman, ciwan jî wan ji xwe re dikin mînak û dixwazin bibin qehreman.”
Zaruhi Kervancioglu Barka di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên Edeneyê û wiha pê de çû: “Li Edeneyê di 24ê Nîsanê de zarokên Koleja St. Paul diçin bêhnvedana Paskalyayê. Malbat wisa dizanin ku zarok li dibistanê ne. Lê bi tasadufî di çalekê de cesedên xwendekar û profesorên wan ên rizîbûyî tên dîtin. Ji bo ser vê bûyerê bigirin, 23ê Nîsanê wekî Cejna Zarokan ragihandin. Niha dema hûn 23ê Nîsanê pîroz dikin, em digirîn.”
‘Ermenî ji ber ronakbîriya xwe bûn hedef’
Zaruhi Kervancioglu Barka sedema hedefgirtina Ermenan jî wiha anî ziman: “Ermenî civakek xwendewar bûn, biryarên xwe bi xwe didan û zû xwe birêxistin dikirin. Li ku derê dinya yê biba zanîngeh û dibistanên xwe ava dikirin. Perwerdehiya ku li derve didîtin dianîn vir û xelkê derdora xwe hişyar dikirin. Ji ber vê yekê êrişî Ermenan kirin.”
‘Tehcîra Îzmîrê dereng dest pê kir’
Lêkolîner Talat Ulusoy jî bal kişand ser rewşa Îzmîrê û got ku wê demê nifûsê xiristiyanan ji yê misilmanan zêdetir bû û got: “Ji mêj ve ji Îzmîrê re dibêjin ‘Îzmîra gawir’. Ji ber ku herî zêde Rûm hebûn, dûre Ermenî û Cihû dihatin. Di nav gel de ramanek heye ku dibêjin ‘li Îzmîrê tehcîra Ermenan çênebûye’, lê ev agahî şaş e. Tehcîra Îzmîrê hinekî dereng dest pê kir, ji ber ku şer dewam dikir. Li Odemîş, Menemen, Tîre û hema bêje li her navçeyê, bi giştî zêdetirî 300 kesî hatin tehcîrkirin.”
Talat Ulusoy di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser têgeha ‘îstîklalê’ û wiha got: “Îro di ferhengan de bersiva îstîklalê wekî ‘rizgarî’ didin, lê ev kêm e. Îstîklal, xwebelaskirina ji yê ‘din’ e. Yanî ne tenê li dijî emperyalizmê şerê rizgariyê ye; armanca eslî ya îstîklalê, afirandina welatekî ‘paqijkirî’ ye ku tu kesên nemisilman tê de nemînin. Afirandina neteweyekê yekta ye. Di destpêkê de ‘millet’ wekî civaka dînî dihat fêmkirin û ev ‘îstiklal’ li ser Ermeniyan hat pêk anîn.”














