Aktîvîsta TJAyê Sebahat Tûncel a di mitînga 8ê Adarê ya li Amedê hate li darxistin de axivî, bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û got: “Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo ku aştî pêk were tişta ji destê wan hat kir. Lê hêj Meclisê gaveke şênber neavêtiye. Demildest qanûnên hiqûqî derxin û rêya azadî û aştiyê vekin. Ji bo ku aştû û azadî pêk were divê herkes azad bibe. Divê birêz Ocalan azad bibe.” Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî wiha got: “Em çiqas keyfxweş in ku ji Zarîfeyan heta Sarayan, ji Berîtanan heta Denîz Çiyayan em xwedî mîrateyeke bi hêz in. Em ê bi vî mîrateyê bigihin azadiyê.”
Di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a DEM Partiyê de bi dirûşma “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin” li Qada Îstasyonê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê dê mitîngek bê lidarxistin. Jin beriya meşê li ber Plazaya AZC ya li semta Ofîsê kom bûn û heta qada mitîngê meşiyan. Jinan di meşê de pankartên “Bi berxwedanê jiyaneke azad û wekhev dihûnin” , “Em bi berxwadanê azad dibin civaka demokratîk dihûnin” , “Niha dema jinê ye” , “Em bi hêza axa xwe bi hêviya roja xwe jiyaneke nû dihûnib” , “Tarîya şevê wê bi keda jinan were ronîkirin” , “Bi rihê jin jiyan azadî destkeftîyên xwe biparêzin” û “Em kirdeya aşitîyê ne” û dowîzên “Jin bi berxwedanê azad dibin” , “Jin bi hev re hêz in” , “Bê azadîya jinan civak azad nabe” , “Heta jin azad nebe civak azad nabe” , “Cinîyan pîya qewtîye” , “Bijî tekoşîna jinên Kurd” , “Jiyana azad jîna azad” , “Qirkirina jinan polîtîk e” hilgirtin. Jinên ku bi dirûşm, stran û tilîliyan gihiştin qada mitîngê dirûşmên “Jin jiyan azadî” , “Jin jiyan azadî azad bike Rêbertî” , “Jinên Kurd dimeşin erd û ezman dihejin” , “Bijî berxwedana jinan” , “Bijî berxwedana Rojava” , “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” berz kirin.

‘Roja 8ê Adarê roja berxwedan û azadiyê ye’
Mitîng ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Di mitîngê de ewilî li ser navê Komîteya Amadekar a Mitîngê Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Elyakût axivî û got: “Ji Qada Amede heta Îmraliyê silavên ji birêz Ocalan re dişînin. Roja 8ê hemû jinên Kurd û jinên cîhanê pîroz be. 8ê Adarê ji bo ne rojeke ji rêzê ye. Roja berxwedan, serhildan û têkoşînê ye. 8ê Adarê bi vîn û têkoşîna jinên Kurd veguherî berxwedan û azadiyê.”
‘Em ê civakeke azad û aştiyê jinûve ava bikin’
Dû re Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak li ser navê hemû şaredariyan û rêveberiyên herêmî axivî. Serra Bûcak anî ziman ku bi taybetî jinên Kurd hemû jin ji bo hebûna xwe têdikoşin û wiha got: “Hûn jî vê berxwedan û rêxistinê didomînin. Em bawer in ku em ê civakeke azad û aştiyê jinûve ava bikin. Em baş dizanin. Jin ji bo jiyaneke nû xwe bi rêxistin dikin. Ev rêxistin dê ji bo me bibe pêşeng û rêber. Niha dem dema jinê ye. Li bajar li kolanan li her derê ye. Dem dema jinê ye, dem dema aştiyê ye. Divê em pêşengtiya pêvajoya aştiyê bikin.”
Jinên girtî name şandin
Pişt re Hevseroka MED TUHAD-FEDê Pinar Sakik Tekîn nameya ku jinên girtî şandî xwend. Jinên girtî 8ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û gotin: “Hezar silav ji Rêberê ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk daye destpêkirin.”
‘Em jin dê hemû rojan bikin 8ê Adarê’
Dû re aktîvîsta TJAyê Sebahat Tûncel axivî. Sebahat Tûncel anî ziman ku ew jiyaneke nû dixwazin û wiha got: “Ji ber vê yekê em li kolanan û li qadan e. Ji hemû jinên li her aliyê cîhanê daketin qadan re silav. Em jin dê hemû rojan bikin 8ê Adarê û bigihin azadiyê.” Sebahat Tûncel silav ji hemû jinên girtî re şand û wiha got: “Em bawer dikin ku dê di 8ê Adareke din de hevalê:n me azad bibin.” Sebahat Tûncel bi lêv kir ku li gelek welatan jin 8ê Adarê bi şer pêşwazî dikin û wiha domand: “Hûn ne bi tenê ne. Ji şer re na. Em dixwazin aştî demildest pêk were. Şer îşkence ye, xizanî ye. Ji ber vê yekê li Kurdistan, li Rojhilata Navîn û li cîhanê em dibêjin ji şer re na.”
‘Em ji Serok Apo re azadiyê dixwazin’
Sebahat Tûncel bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan got ku pêşengê vê pêvajoyê jin in. Em jî dibêjin ku rêhevalên te yên jin jî tu bi tenê nehiştî û dê te bi tenê nehêlin. Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo ku aştî pêk were tişta ji destê wan hat kir. Lê hêj Meclisê gaveke şênber neavêtiye. Demildest qanûnên hiqûqî derxin û rêya azadî û aştiyê vekin. Birêz Ocalan ji gelan banga jiyaneke nû dike. Hûn ji siyaseta demokratîk re amade ne. Hûn amade ne ku têkoşînê mezin bikin. Ji bo vê jî azadî lazim e. Aştî lazim e. Ji bo ku aştû û azadî pêk were divê herkes azad bibe. Divê birêz Ocalan Serok Ocalan azad bibe. Em ji Serok Apo re azadiyê dixwazin. Em careke din bi tilîlî û çepikên xwe ji birêz Ocalan re silavan dişinin.”

‘Jin li dijî tarîtiya DAIŞê
Dû re Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser kuştinan jinan û wiha got: Dewletê ev jin neparastin. Di hundirê meha Çileya 2026an de 20 jin hatin kuştin.” Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku di dil û hişê wan de mîrasê jinên têkoşêr heye û wiha got: “Niha şerê sêyemîn ê cîhanê heye. Jinên ku azadiyê nas dikin hemberî vê zilmê porê xwe hunandin. Em ne tenê li Rojavayê Kurdistanê li her derê cîhanê azadiya xwe dihûnin. Azadiya jina ku di bin bandora desthilatdariyê de bû jinan bi destxistin. Niha jî ev têkoşîn li Rojhilatê Kurdistanê tê meşandin. Dema em li Rojhilat dinerin Jîna Emînî, Şirîn Elemhûlî û jin jiyan azadî tê bîra me. Jin jiyan azadî êdî li hemû cîhanê tê gotin û ev bû daxwazea me. Li Rojava şoreşa jinan çêbû hemû jinan berê xwe da Rojava. Jin li hemû cîhanê xwedî li keziya Denîz Çiya derketin. Li dijî tarîtiya DAIŞê bûn qêrîna azadiya jinan. Em çiqas keyfxweş in ku ji Zarîfeyan heta Sarayan, ji Berîtanan heta Denîz Çiyayan em xwedî mîrateyeke bi hêz in. Em ê bi vî mîrateyê bigihin azadiyê. Roja we hemûyan pîroz be rêya me vekirî be.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam şand
Piştre peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo 8ê Adarê şandibû hate xwendin. Ayşegul Ayaz peyam bi Kurmancî, Gulbahar Alpsoy jî bi Tirkî xwend. Jinan piştî peyamê dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Jinan li ber stranan govend gerand
Paşê hunermend Beser Şahîn derket ser dikê û stranan got. Beser Şahînê straneke xwe bi taybetî ji bo Dayika Taybet ku dema qedexeyên derketina kolanan de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû kuştin re got. Beser Şahîn di berdewama konsera xwe de bi gotina stranên xwe yên bi zaravayê Kirmanckî û Kurmancî yên Kurdî jin bi coşandin. Jinan li ber stranan govend gerand û dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kir.
Mitîng bi gerandina govendê bi dawî bû.














