Hejmara rojnamegerên di serdegirtinên malan de hatin desteserkirin zêde bû. 6 rojnamevan hatin desteserkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Stenbolê de polîsan li Wan, Stenbol û Mêrsînê bi ser malên rojnamegeran de girtin. Hejmara rojnamegerên hatine desteserkirin zêde bû.
Di serdegirtinên malan de rojnameger Reyhan Hacioglû li Wanê, Necla Demîr, Rahîme Karvar û Ahmet Guneş li Stenbolê û Vedat Oruç jî li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê hatin desteserkirin.
Rojnamevan Welat Ekîn jî di çarçoveya heman lêpirsînê de bi hinceta dê îfadeyê wî bê wergirtin li Stenbolê hat desteserkirin.