• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

    Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

    Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    Baroya Wanê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir

    Nobeta edaletê ya kedkarên ji kar hatine dûrxistin didome

    Nobeta edaletê ya kedkarên ji kar hatine dûrxistin didome

    Hevşaredarên Amedê: Em ê çanda jiyana hevpar bi hev re biparêzin

    Hevşaredarên Amedê: Em ê çanda jiyana hevpar bi hev re biparêzin

    Wezareta Bazirganiyê: Ji bo vebûna deriyê Nisêbînê û Qamişloyê em danûstandinan dikin

    Deriyê Sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê tê vekirin

    MEBYA-DERa Wanê Kongreya xwe ya 4emîn li dar xist

    MEBYA-DERa Wanê Kongreya xwe ya 4emîn li dar xist

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

    Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

    Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    Baroya Wanê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir

    Nobeta edaletê ya kedkarên ji kar hatine dûrxistin didome

    Nobeta edaletê ya kedkarên ji kar hatine dûrxistin didome

    Hevşaredarên Amedê: Em ê çanda jiyana hevpar bi hev re biparêzin

    Hevşaredarên Amedê: Em ê çanda jiyana hevpar bi hev re biparêzin

    Wezareta Bazirganiyê: Ji bo vebûna deriyê Nisêbînê û Qamişloyê em danûstandinan dikin

    Deriyê Sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê tê vekirin

    MEBYA-DERa Wanê Kongreya xwe ya 4emîn li dar xist

    MEBYA-DERa Wanê Kongreya xwe ya 4emîn li dar xist

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Enqereyê bi hezaran jin meşiyan: Em ê pergala desthilata zilam biguherînin

Enqere / AW

8 ADAR 2026 - 17:01
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Enqereyê bi hezaran jin li Enqereyê meşiyan. Jinan di meşe de bertek nîşanî polîtikayên desthilata zilam dan û peyama, “Em ê pergala desthilata zilam biguherînin” hat dayîn.

Bi pêşengiya Platforma Jinan a Enqereyê bi hezaran jin bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Cadeya Yukselê ya Enqereyê kom bûn. Jinan li vir pankarta “Li dijî tundî, şer û mêtingeriyê em sînorên têkoşînê derbas dikin” vekirin û bênavber dirûşmeyên, “Jin jiyan azadî”, “Em natirsin, bêdeng namînin û îtîat nakin”, “Bijî 8ê Adarê, bijî têkoşîna me ya rêxistinkirî”, “Kuştina jinan polîtîk e”, “Bijî piştevaniya jinan” û jinan li dijî kuştina jinan û desthilatiya zilam dengê xwe bilind kirin.

Piştre jî jin ji Cadeya Yukselê heta Cadeya Sakaryayê bi berzkirina dirûşmeyan meşiyan. Jinan di meşe de ji jinên Filîstîn, Îran û Rojava re jî silav şandin. Her wiha jinan navê jinên hatine qetilkirin xwendin û gotin li vir in. Jinan piştî meşê daxuyanî da.

‘Em ê pergala desthilata zilam biguherînin’

Metna bi Kurmancî ya daxuyaniyê şanoger û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Nebahat Çalpan xwend. Nebahat Çalpan anî ziman ku jin dê pergala zilam a ked û hebûna jinan tunedihesinê biguherînin û got: “Îro li Tirkiyeyê mafên demokratîk ên herî bingehîn ên jinan ji aliyê hikûmeta AKP-MHP ve tên desteserkirin. Îradeya jinan tê paşguhkirin.Em ê hem li dijî rêveberên tayînkirî yên li şaredariyan û hem jî li dijî rektorên tayînkirî yên li kampusan parastina îradeya xwe bidomînin. Em ê li dijî polîtîkayên hikûmeta AKP-MHP-ê yên ku bi pakêtên reforma dadweriyê sûcdaran diparêzin, li kolanan nerazîbûnên xwe zêde bikin.Em ê daxwaza bicîhanîna Qanûna Hejmar 6284 a li dijî şîdeta li ser jinan bi bandor bidomînin û daxwaza Peymana Stenbolê ji nû ve were bicîhkirin berdewam bikin.”

‘Têkoşîna azadiya jinan dê berdewam bike’

Nebahat Çalpan destnîşan kir ku kuştina jinan ji aliyê dadweriya ji aliyê pergala zilam tê sereraskirin ve bê cezahiştin dimînê û axaftina xwe wiha domand: ” Divê ew kesên ku bi awayekî neqanûnî hevalên me yên ji SKM girtine vê yekê bizanibin; hûn ê tu carî nikaribin bi van êrîşan têkoşîna jinan û hevgirtina ku me bi berxwedan û qurbaniyên mezin ava kiriye rawestînin. Em careke din ji vir dibêjin: Em têkoşîna hemû girtiyên jin ên siyasî yên ku di girtîgehan de berxwedanê geş dikin silav dikin. Têkoşîna azadiya jinan dê berdewam bike, heta li derveyî girtîgehan jî. Hikûmeta , çawa ku îro êrîşî jinan dike, di heman demê de li dijî kesên LGBTQ+ siyaseteke nefretê ya sîstematîk dimeşîne. Ev polîtîkayên ku kesên LGBTQ+ krîmînalîze dikin û hewl didin hebûna wan bi rêya qedexeyan bitepisînin, beşek ji tarîtiyeke otorîter in ku ne tenê beşek, lê tevahiya civakê hedef digire. Lê divê were zanîn ku; hûn nekarin vê hebûnê bi qanûnên nefretê, qedexeyan û şîdeta polîsan ji holê rakin.”

‘Azadî dê bi ser bikeve’

Nebahat Çalpan diyar kir ku desthilat dixwazê jinan tenê di malan de bihelê û mafên wan ên jiyanî ji holê rake. Nebahat Çalpan bi lêv kir ku li dijî tunehesibandina kêda jinan ew dê têkoşîna jinên kedkar bilind bikin û axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Em bêdeng namînin.Em natirsin.Em îtaat nakin. Ji ber ku em jin:Hêza hevgirtinê,hêviya berxwedanê û rêya azadiyê pir baş dizanin. Îro em careke din dibêjin: Jin dê bi ser bikevin.Jiyan dê bi ser bikeve. Azadî dê bi ser bikeve.”

Daxuyanî bi Kurmancî, Tirkî û Erebî hat xwendin. Çalakî piştî daxuyaniyê li ber stranan bi dawî bû.

Etîket: 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

9 ADAR 2026
Jin li Colemêrgê meşiyan: Êdî jin pêşeng in

Jin li Colemêrgê meşiyan: Êdî jin pêşeng in

8 ADAR 2026
Jinan li Mûşê 8ê Adarê pîroz kir

Jinan li Mûşê 8ê Adarê pîroz kir

8 ADAR 2026
Li Îdirê jin civiyan: Têkoşîna jinan li her derê ye

Li Îdirê jin civiyan: Têkoşîna jinan li her derê ye

8 ADAR 2026
Li Stenbolê mitînga 8ê Adarê: Divê ewilî birêz Ocalan azad bibe

Li Stenbolê mitînga 8ê Adarê: Divê ewilî birêz Ocalan azad bibe

8 ADAR 2026
Pervîn Bûldan: Em jin em ê xwedî li pêvajoyê derkevin

Pervîn Bûldan: Em jin em ê xwedî li pêvajoyê derkevin

8 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sureyya Bulut û Dîlek Oz 32 sal şûnve hatin berdan: Em ê li ser sûrên Amedê govendê bigerînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 12ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mihrîcana Keda Jinan a Berhemdariyê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nikare bibihîse û biaxive lê ji têkoşînê jî namîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê 25-29ê Îlonê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Leşker û cerdevanan êrişî koçeran kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DBP dest bi xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Komîteya Wezîran biryar: Divê Demîrtaş û Yuksekdag tavilê bên berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (343)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne