Li gorî îstatîstîkan asta êrişan a Îranê hindî diçe kêm dibe. Hejmara moşekên diavêje di roja 9emîn de ji sedî 95 kêm bû.
Malpera Şopandina Daneyên Şer a Cîhanê îstatîstîkên şerê Îsraîl, DYA û Îranê ragihandin. Li gorî îstatîstîkan, Îranê di 9 rojan de bi tevahî 831 moşekên balîstîk û hezar û 379 dronên xwekuj avêtine.
Hejmara moşekan ji sedî 95 daket
Dane nîşan didin ku êrişên moşekan di rojên dawî de gelek kêm bûne, hejmaran dronan jî ligel kêmbûnê bêîstîkrar tên firandin. Li gorî daneyan hejmara moşekan ji sedî 95 ketiye. Li gorî daneyan roj bi roj hejmara moşekan wiha ye;
Roja 1emîn: 350 moşek, Roja 2emîn: 175 moşek, Roja 3emîn: 120 moşek, Roja 4emîn: 50 moşek, Roja 5emîn: 40 moşek, Roja 6emîn: 32 moşek, Roja 7emîn: 28 moşek, Roja 8emîn: 15 moşek, Roja 9emîn: 21 moşek
Dane nîşan didin ku piştî roja yekemîn ku 350 moşek hatin avêtin, êrişên moşekan roj bi roj kêm bûne.
Di heman demê de hejmarên dronên xwekuji yên ji aliyê Îranê ve hatine firandin jî wiha ye;
Roja 1emîn: 294 drone, Roja 2emîn: 541 drone, Roja 3emîn: 200 drone, Roja 4emîn: 85 drone, Roja 5emîn: 45 drone, Roja 6emîn: 38 drone, Roja 7emîn: 30 drone, Roja 8emîn: 12 drone, Roja 9emîn: 134 drone
Li gorî vê îstatîstîka, her çiqas hejmarên dronan kêm bûye jî, di roja 9emîn de dîsa zêdebûnek xuya dike.
DYA û Îsraîl îdîa dikin ku di encama bombebarana wan de kapasîteya Îranê ya bersivdayînê di astek jor de daxistine.













