Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, îşaret bi qanûnên taybet ên tê payîn di çarçoveya pêvajoyê de bên derxistin kir û diyar kir ku gel li bendê ye demildest ve zagon bên Meclisê.
Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, li Meclisê daxuyanî da û geşedanên di rojevê de nirxandin. Temellî, da zanîn ku wan hefteya borî têkildarî cînayetên jinan, tenduristiya jinan û îstîhdamkirina jinan 3 pêşnûme pêşkeşî Meclisê kirine lê bi dengên AKP û MHP’ê hatine redkirin. Temellî, anî ziman ku tevî bîlançoya giran jî Meclis bi înad naxwaze li ser vê mijarê biaxive.
‘Newroz tacîdarbûna têkoşînê ye’
Di berdewamê de Temellî, bal kişand ser deklarasyona Newrozê û diyar kir ku Newroz dê li 53 navendan bê pîrozkirin, Newroz roja tacîdarbûna têkoşîna wan e û îsal jî dê bi daxwaza demokrasî û azadiyê li qadan bin. Temellî, banga tevlibûna Newrozê li her kesî kir.
‘Aliyek rejîma zilimkar, aliyê din hêzên emperyal e’
Di berdewama axaftina xwe de Temellî îşaret bi şerê li herêm ê kir û got ku ew her ji bo aştî û aramiya herêmê têkoşiyane. Temellî, bal kişand ser şerê li Îranê û got ku li rexekî rejîma otorîter a Îranê ku zilmê li Kurdan û gelên din dike heye û li rexa din jî hêzên emperyal hene. Temellî, diyar kir ku di vî şerî de tenê gel winda dikin û wiha pê de çû: “Lê em vê baş dizanin ku heta ku welat demokratîk û hiqûqî nebin dê her tim bibin qadên şer. Divê ev şer tavilê bi dawî bibe, li Îranê rejîmeke demokratîk ava bibe.”
‘Gel li benda zagonan e’
Bi domdarî Temellî daxuyand ku hewceye di Qanûna Înfazê de verasetkirinek çêbibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Siyasî yan jî edlî niha gelek girtî li bendê ne ku qanûneke înfazê ya wekhev ku tê de cihêkarî nîne bikeve meriyetê. Li hêla din behsa Paketa Darazê ya 12’an tê kirin. Girîng e ku ji hêvî û bendewariyên gel re bibe bersiv. Mixabin di daxuyaniyên heta niha me de tiştekî wiha nedîtiye. Me tê de çi dît? Cezakirina zarokan. Gel li bendê ye ku qanûna taybet tavilê bê Meclisê.”













