Di doza Nezîr Tekçî de, ji bo leşkerên bersûc Alî Osman Akin û Kemal Alkan biryara beraetê hat dayîn.
Danîşîna doza derbarê Nezîr Tekçî yê ku di 28ê Nîsana 1995an de li gundê Yekmal ê navçeya Gevera Colemêrgê dema şivantî dikir hat desteserkirin û piştre leşkerekî îtîraf kiribû ku hatiye kuştin. Danîşîna dozê bersûcan li Dadgeha Eskîşehîrê hat lidarxistin û dadgehê ji bo leşkerên bersûc Alî Osman Akin û Kemal Alkan biryara beraetê da.