Endama Meclîsa Şaredariya Artemêtê Medya Mermit diyar kir ku projeya ‘Bîstanên Komunên Jinan’ beşdariya jinan di hilberînê de xurt dike û wekî modelek ekolojîk û jiyana hevpar derdikeve pêş û wiha got: “Li vir, jin ne tenê sebzeyan diçînin di heman demê de jiyana xwe ya hevbeş berfireh dikin.”
Endama Meclîsa Şaredariya Artemêtê Medya Mermit li ser armancên projeya ‘Bîstanên Komunên Jinan’ ku ji hêla Şaredariya Artemêtê ya Wanê ve tê meşandina axivî.
Medya Mermît diyar kir ku ew bi vê projeyê jinan di qadeke hevpar de tînin cem hev û wiha got: “Li vir jin ne tenê sebzeyan diçînin di heman demê de biryaran bi hev re didin û jiyana xwe ya hevbeş berfireh dikin. Bîstanên Komûnên Jinan keda jinan ber bi çav dike. Zanîn û ezmûnên jinan derdixe pêş. Di heman demê de me armanc kir ku qadên jiyanê yên ekolojîk biafirînin ku jin bikaribin bi keda xwe hilberînin.”
Endama Meclîsa Şaredariya Artemêtê Medya Mermît bal kişand ser eleqeya xurt a jinan ji bo projeyê û ev tişt anî ziman: “Rastiya ku jin xwedî li van cihan derdikevin me hîn bêtir motîve dike. Di serdema pêş de em armanc dikin qadên bîstanan berfireh bikin, bêtir jinan di van qadên hilberînê de beşdar bikin û hewldanên hevkariyê xurt bikin. Peyama sereke ku em dixwazin bidin jinan ev e; Keda jinan pir bi qîmet e û gengaz e em bi hev re hilberînin û bi hev re xurttir bibin. Ev dever ne tenê bîstan in; ew dever cihê geşkirina hevgirtin, parvekirin û jiyana hevbeş in. Her wiha em plan dikin li taxa xwe ya Firatê bîstanên bajarî yên jinan û navendên jiyana jinan vekin. Em hemû hevalên xwe yên jin vedixwînin vekirinê.”














