• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji Îzmîrê bang hate kirin: Ji bo lihevhatinê aqûbeta windayan aşkere bikin

    Ji Îzmîrê bang hate kirin: Ji bo lihevhatinê aqûbeta windayan aşkere bikin

    Berdana Zubeyîr Îdem 3 mehan hat taloqkirin

    Berdana Zubeyîr Îdem 3 mehan hat taloqkirin

    Mazlûm Ebdî bi dîlgirtiyên hatin berdan re civiya

    Mazlûm Ebdî bi dîlgirtiyên hatin berdan re civiya

    Li Sêwregê komxebata zimanê Kurdî hate lidarxistin

    Li Sêwregê komxebata zimanê Kurdî hate lidarxistin

    Li Rojava meşa piştgiriya YPJê: Em rejîma vîna jinê nas nake qebûl nakin

    Li Rojava meşa piştgiriya YPJê: Em rejîma vîna jinê nas nake qebûl nakin

    Ekîn Ceren li ser gora xwe bi qurnefîlan hat bibîranîn

    Ekîn Ceren li ser gora xwe bi qurnefîlan hat bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Riha / AW

31 GULAN 2026 - 16:36
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Sêwregê komxebata zimanê Kurdî ya Herêma Tolhildanê hate lidarxistin. Di komxebatê de girîngiya dîrokî ya zimanê Kurdî hat destnîşankirin û hat gotin ku pêwîst e ziman di jiyana rojane de bêtir were axaftin.

Li navçeya Sêwregê ya Rihayê komxebata zimanê Kurdî ya Herêma Tolhildanê hate lidarxistin. Komxebat bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi dirûşma “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” li avahiya Ziwan Kurd pêk hat û gelek kes tev li bûn. Komxebat bi zaravayê Kirmanckî-Zazakî yê Kurdî hate birêvebirin.

Çalakvanê zimanê Kurdî û nivîskar Rifat Ronî moderatoriya rûniştina ewil a komxebatê kir. Perwerdekar Ferîde Akturan û parêzer Cemîle Turhalli jî weke axaftvan tev li bûn.

Ferîde Akturan di axaftina xwe de bal kişand ser mijara “Perwerdehî û pirzimaniyê” û destnîşan kir ku perwerdehî ji bo zindîhiştina zimanekî gelek girîng e. Akturan diyar kir ku divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.

Parêzer Cemîle Turhalli jî bal kişand ser mijara “Ziman, hiqûq û siyasetê” û xwest di yasayan de guhertin pêk werin û zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.

Di rûniştina duyemîn a komxebatê de rêvebera Komeleya Wêjekarên Kurd Stran Yaşar moderatoriyê kir û perwerdekar Firuzan Demîr, Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Haci Ozkal û nivîskar Ehmedê Bira jî wek axaftvan amade bûn.

Haci Ozkal li ser mijara “Duh, îro û siberoja ziman” axivî û diyar kir ku zext û zordariya serdestan û netewedewletê nehişt zimanê Kurdî li pêş bikeve û bibe zimanê perwerdehiyê.

Firuzan Demîr jî li ser mijara “Ji bo ku zarok zimanê dayikê hîn bibin teşwîqa medya dîjîtal” rawestiya û anî ziman ku her roja ku diçe zaravayê Kirmanckî-Zazakî tune dibe û xwest xwedî li zaravayê Kirmanckî bê derketin û got ku ji bo xwedîderketinê jî pêwîst e ziman bê hînkirin û belavkirin.

Nivîskar Ehmedê Bira jî herî dawî axivî û li ser mijara “Weşan û medya” gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser tunebûna zaravayê Kirmanckî û banga xwedîderketina li zaravayê Kirmanckî kir.

Etîket: Herêma TolhildanêKomxebata Zimanê KurdîRihaSiwêreg
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

30 GULAN 2026
TUÎKê daneyên welidînê nûkirin: Ligel ketina rêjeyê li lûtkeyê bajarên Kurdistanê hene

TUÎKê daneyên welidînê nûkirin: Ligel ketina rêjeyê li lûtkeyê bajarên Kurdistanê hene

21 GULAN 2026
Li 4 bajaran aqûbeta windayan hat pirsîn: Heta kujer neyên darizandin aştî pêk nayê

Li 4 bajaran aqûbeta windayan hat pirsîn: Heta kujer neyên darizandin aştî pêk nayê

16 GULAN 2026
Konferansên rêveberiyên herêmî yên DEM Partiyê didomin

Konferansên rêveberiyên herêmî yên DEM Partiyê didomin

24 NÎSAN 2026
Li çar bajaran aqûbeta Erden, Keremoglû û Ekîncî pirsîn

Li çar bajaran aqûbeta Erden, Keremoglû û Ekîncî pirsîn

18 NÎSAN 2026
Ji ‘Nobeta Jiyanê’ peyam: Ya ku zarokên 14-16 salî dike faîl pergal e

Ji ‘Nobeta Jiyanê’ peyam: Ya ku zarokên 14-16 salî dike faîl pergal e

16 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

    Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 31ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ekîn Ceren li ser gora xwe bi qurnefîlan hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Sêwregê komxebata zimanê Kurdî hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê bi hezaran kes bi Koma Amed re stran gotin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Anatoliya Navîn heta Bekayê huner û têkoşîna Hozan Zinar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Gimgimê heta Dêrsimê: Li dijî talana xwezayê nobetên berxwedanê didomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berdana Zubeyîr Îdem 3 mehan hat taloqkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi projeya ‘Bîstanên Komunên Jinan’ piştevaniyê xurtir dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (784)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne