CENTCOMê dîmenên operasyona li dijî hêzên deryayî yên Îranê parve kirin. Di dîmenan de tê dîtin ku keştiyên şer û botên bilez ên Pasdaran dibin hedefa mûşekên Amerîkayê.
Di çarçoveya operasyona “Epic Fury” de ku ji aliyê DYA û Îsraîlê ve li dijî Îranê tê birêvebirin, eniya şer derbasî deryayê bû. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li Kendava Basrayê û nêzî Tengava Hurmizê derbên giran li hêzên deryayî yên Supaya Pasdaran xistine.
Keştiyên mûşekan bûn hedef
Di dîmenên ku ji aliyê balafirên bêmirov ve hatine girtin de, tê dîtin ku gelek keştiyên ku mûşek û cebilxane hildigirtin, di nava deryayê de hatine teqandin. Rayedarên Pentagonê diyar kirin ku ev keştî ji bo ewlehiya trafîka deryayî ya navdewletî metirsiyeke mezin bûn û lewma hatine hedefgirtin.













