Bavê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Alî Bakirhan koça dawî kir.
Bavê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Alî Bakirhan ê li Qersê dima di 84 saliya xwe koça dawî kir. Hat diyarkirin ev demek bû nexweş bû û dihat tedawîkirin. Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê ragihand ku wê cenazeyê Alî Bakirhan sibê li Qersê bê veşartin û Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî ji bo merasîma cenazeyê bavê xwe çûye Qersê. Hat zanîn ku wê şîna Alî Bakirhan li Qersê bê danîn.