• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji bo Celal Amed mewlûd hat dayîn

Amed / AW

11 ADAR 2026 - 19:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Ji bo endamê PKKê Celal Amed li navçeya Rezan a Amedê mewlûd hat dayîn. Di axaftinan de wiha hat gotin: “Geşkirina pêvajoya aştiyê û hevdîtina bi Serok Apo re ye. Ev yek bi misogerkirina azadiya Serok Apo pêkan e.”

Bi pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) Amedê de ji bo endamê PKKê Celal Amed li Eywana Dawetê ya Geterler a li navçeya Rezan a Amedê mewlûd hat dayîn. Hevserokên partiyên siyasî, parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Omer Ocalan, nûnerên saziyên sivîl, Dayîkên Aştiyê, malbata Celal Amed û gelek kes tev li mewlûdê bûn. Di mewlûdê de wêneyên endamê PKKê Celal Amed hate danîn û mûm pêxistin. Piştî pêxistina mûman mewlûd hate xwendin. Piştre ji bo cangoriyan deqîqeyek rêz hate girtin û Çarxa Şoreşê hate xwendin.

 ‘Divê em ala têkoşîna azadiyê bilind bikin’

Piştî rêzgirtinê parlamentere DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan axivî. Omer Ocalan anî ziman ku rêya şehîdan, rêya wan e û berdewama axaftina xwe de da zanîn ku divê li her derê vê rêya şehîdan û heqîqeta wan bi bîr bînin û ev tişt gotin: “Bi dehan sal in, ev têkoşîna destpêkirî berdewam e; bi hezaran zarokên vî miletî yên herî çeleng, zana û qedirbilind canê xwe dan. Wan canê xwe ji bo me, ji bo miletê me û ji bo malbatên me dan. Divê em alaya wan, alaya têkoşîna azadiyê bilind bikin.Em di meha Remezanê de ne ku ji bo Îslamê meheke pîroz e. Maneya rojiyê nefs e; nefs ne tenê birçîbûn û têrbûn e, di heman demê de tê wateya îradeyê. Di têkoşîna azadiyê de jî ya girîng îrade ye. Dema îrade, sekin û bawerî xurt be, em ê xewn û xeyalên şehîdên xwe ji bo miletê xwe pêk bînin. Hevalê Celal Ahmed şahidê hemû têkoşîna azadiyê ye, divê em ked û xebatên wan bilind bikin. Tiştê wan ê herî biqîmet can û bedena wan bû; wan ev ji bo azadiya vî welatî û miletî feda kirin. Divê em, di serî de malbat û dayikên me, li her derê nirx û bîranînên wan li pêşiya xwe deynin û bilind bikin.”

‘Bîranînên wan dê di têkoşîna me de her dem bijîn’

Veysî Aktaş di axaftina xwe de Celal Amed bibîranî û ev tişt gotin: “Armanca me, pêkanîna daxwazên wan e. Hemû têkoşîna me, hemû armanca me ev e. Di vî warî de, divê em pêvajoya aştî û civaka demokratîk bigihînin encamê. Heke em bikaribin vê dawazû pêk bînin, em ê li ser şopa bîranînên hevalên xwe bin. Heke em aştiyê li vî welatî pêk bînin, ez vê jî bibêjim; em ê bi Serok Apo re jî hevdîtinê bikin. Belkî jî bersiva rast a ji bo bîranînên van hevalan; geşkirina pêvajoya aştiyê û hevdîtina bi Serok Apo re ye. Ev yek bi misogerkirina azadiya Serok Apo pêkan e. Di vî warî de, ez careke din li ber bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim û em soz didin ku bîranînên wan dê di têkoşîna me de her dem bijîn.”

Piştî vekirina fitarê bernameya mewlûdê bi dawî bû.

Etîket: BîranînCelal AmedMEBYA-DERmewlûd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

MEBYA-DERa Wanê Kongreya xwe ya 4emîn li dar xist

MEBYA-DERa Wanê Kongreya xwe ya 4emîn li dar xist

12 HEZÎRAN 2026
Hafiz Akdemîr li cihê ku hatibû kuştin hate bibîranin

Hafiz Akdemîr li cihê ku hatibû kuştin hate bibîranin

8 HEZÎRAN 2026
‘Heta niha hemû gav ji aliyê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ve hatine avêtin’

‘Heta niha hemû gav ji aliyê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ve hatine avêtin’

7 HEZÎRAN 2026
Qurbaniyên komkujiya 5ê Hezîranê hatin bibîranîn

Qurbaniyên komkujiya 5ê Hezîranê hatin bibîranîn

5 HEZÎRAN 2026
Li Enqereyê tevî nûçegihana MAyê gelek kes hatin binçavkirin

Li Enqereyê tevî nûçegihana MAyê gelek kes hatin binçavkirin

1 HEZÎRAN 2026
Şehîdên Meha Gulanê û Qasim Engîn hatin bîranîn

Şehîdên Meha Gulanê û Qasim Engîn hatin bîranîn

31 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê Di Sedsala Duyemîn De’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axêverên Konferansê: Komarek demokratîk bê Kurdan nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di avakirina komarê de şaşiya herî mezin netew dewlet e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mihrîcan hevgirtina jinan xurt dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (381)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne