Duh bi şev baregehên Haşdî Şabî yên li parêzgehên Babîl, Nînova, Enbar û Kerkûkê hatin bombebarankirin. Di encama êrişan de 36 endamên hêzên Haşdî Şabî hatin kuştin û 13 endam jî kes jî birîndar bûn.
Şerê Îran û Amerîka-Îsraîlê ev bû 2 hefte ku berdewam dike û her diçe şer dijwartir û berefirehtir dibe. Tenê duh li parêzgehên Enbar, Nînova, Babîl û Kerkûkê bi gelek caran êrişî baregehên hêzên Haşdî Şabiyê hatin kirin û di encamê de kuştî û birîndar çêbûn. Êriş ji hêla kê hatine kirin nehat zanîn.
Li Lîwaya 19emîn a Haşdî Şabiyê 30 kes hatin kuştin
Duh li bajarokê Qaîme yê ser parêzgeha Enbar, Liwaya 19emîn ya Haşdî Şabî hate hedefgirtin. Di encamê de 30 endamên hêzên Haşdî Şabî hatin kuştin û birîndar çêbûn. Lê Amerîka û Îsraîlê heta niha wek fermî êrişê negirtin ser xwe. Ev baregeha Haşdî Şabî ku nêzîkî balafirgeha navneteweyî ya Qaîme ye û 400 km nêzîkî bakurêrojavayê Bexdayê ye piştî êrişê bi temamî ruxiya.
Duh carek din êrişî baregeha Haşdî Şabî ya li parêzgeha Babilê hate kirin. Li gorî dîmenên hatine belavkirin, teqînek mezin ru daye û dukêlek mezin li ser baregehê ketiye. Lê heta niha têkildarî zirar û ziyanên canî û madî tu agahî nehatine bidestxistin.
Li Nînova û Kerkukê 6 kes hatin kuştin 16 kes jî birîndar bûn
Duh êrişin bi ser baregeha Haşdî Şabî ya li parêzgeha Nînovayê re hate bombebarankirin. Di encamê de 2 endamên Haşdî Şabî hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn. Her wiha direngiya şeva borî jî li taxa Bedir a ser bi parêzgeha Kerkûkê êrişî baregeha Haşdî Şabî (Turkmen) hate kirin û di ecnamê de 4 çekdar hatin kuştin û 13 çekdar jî birîndar bûn.











