Televîzyona Îranê ragihand ku îro li Meydana Tahrîrê ya Tehranê ya paytexta Îranê 2 teqîn çêbûn.
Li Qada Fîrdewsî, ku nêzîkî Zanîngeha Tehranê teqînek çêbû. Rejîmê ji ber îna dawî ya meha Remezanê yê (Roja Qudsê-Orşelîme) bang li welatiyan kiribû ku ji bo xwepêşandanê dakevin li qadan. Teqîn nêzî qada xwepêşandanê ya li Qada Fîrdevsî pêk hat. Ajansa nûçeyan a nîv-fermî ya Îranê Tasnim dîmena xwepêşandanê û û teqînê parve kir.
Îsraîlê hişyariya lêdanê kiribû
Îsraîlê beriya ku teqîn pêk were Îranê hişyar kiribû ku ew ê qadê hedef bigirin. Rejîma Îranê derbarê teqînê de tu agahî parve nekir. Beriya teqîna li Tehranê teqînek li Qazwînê pêk hat.
Hat ragihandin ku di heman demê de li Tehranê êrîşên din jî qewimîne. Rejîmê derbarê encamên teqînan de tu agahî parve nekir.













