• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Du şaredarên CHPyî hatin binçavkirin

    Du şaredarên CHPyî hatin binçavkirin

    Dayikên Aştiyê ji bo mitîngê gazî kirin: Aştî û azadî weke nan û avê ferz e

    Dayikên Aştiyê ji bo mitîngê gazî kirin: Aştî û azadî weke nan û avê ferz e

    Dosye – 4: Yên li derveyî komarê hatine hiştin  Qirkirin, înkar û bişaftin: Çi bi serê Sûryaniyên li vî welatî hat?

    Dosye – 4: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Qirkirin, înkar û bişaftin: Çi bi serê Sûryaniyên li vî welatî hat?

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 25ê HEZÎRANA 2026an

    ‘Tu hêz nikare gelê Kurd bixapîne’

    ‘Tu hêz nikare gelê Kurd bixapîne’

    Civînên gel ên DBPê didomin: Em destûrê nadin ku hêviyên gel werin tunekirin

    Civînên gel ên DBPê didomin: Em destûrê nadin ku hêviyên gel werin tunekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Du şaredarên CHPyî hatin binçavkirin

    Du şaredarên CHPyî hatin binçavkirin

    Dayikên Aştiyê ji bo mitîngê gazî kirin: Aştî û azadî weke nan û avê ferz e

    Dayikên Aştiyê ji bo mitîngê gazî kirin: Aştî û azadî weke nan û avê ferz e

    Dosye – 4: Yên li derveyî komarê hatine hiştin  Qirkirin, înkar û bişaftin: Çi bi serê Sûryaniyên li vî welatî hat?

    Dosye – 4: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Qirkirin, înkar û bişaftin: Çi bi serê Sûryaniyên li vî welatî hat?

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 25ê HEZÎRANA 2026an

    ‘Tu hêz nikare gelê Kurd bixapîne’

    ‘Tu hêz nikare gelê Kurd bixapîne’

    Civînên gel ên DBPê didomin: Em destûrê nadin ku hêviyên gel werin tunekirin

    Civînên gel ên DBPê didomin: Em destûrê nadin ku hêviyên gel werin tunekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dikandarên Hala Sêrtê: Krîza aborî bandoreke neyînî li me dike

Abdullah Esen / AW

25 HEZÎRAN 2026 - 08:27
Kategorî: KED Û ABORÎ
A A
Sêrt – Li Kurdistanê û Tirkiyeyê her roja ku diçe rewşa aboriyê ber bi xerabûnê ve diçe. Dikandarên ku li Hala Sêrtê bi karê danûstendina fêkî û sebze re mijûl dibin diyar kirin ku ev rewşa heyî ya aboriyê bendoreke neyinî li karê wan dike.

Rewşa aboriyê ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çend salên dawî de her ku diçe xerab dibe û bandoreke neyînî li ser civakê dike. Ji ber vê yekê welatî gelek bi gazinc in. Ji ber ku bihayê tiştên xwarinê û vexwarinê gelek zêde bûne, êdî welatî weke salên berê nikarin danûstandinê bikin. Êdî rewşa heyî ya aboriyê hatiye wê astê ku welatî nikarin debara xwe bikin. Tevî ku welatî ew qas bi gazinin û nerazîbûnên xwe tînin ziman jî rayedarên dewletê van gazinên welatiyan li ber çavan nagirin û rewşa aboriyê xerabtir dibe.

Dikandarên ku li GHala Sêrtê bi karê firotina fêkiyan û sebzeyan re mijûl dibin gazinên xwe yên derbarê rewşa aboriyê ya nebaş de anîn ziman.

‘Em îsal li par digerin, par jî em li pêrar digeriyan’

Dikandarê bi navê Cahît Tûrhan anî ziman ku ew ji ber bihaya berheman, weke salên berê nikarin karê bazirganiyê bikin û got: “Mazot giran e, mesref zêde ye, heqê karkeran zêde ye û yên ku bi karê çinînê re eleqedar in heqê xwêdan û keda xwe nastînin. Em ji cihên ji herêma Çûkûrovayê berheman tînin. Dema ji nava erd dertê bi 10 lîreyî ye, heta tê vir li ser me dibe 20 lîre. Lê bajarê me bêxwedî hatiye hiştin. Her wiha kontrola vê yekê nayê kirin. Li her derî bûye piyasayeke serbest û her tişt bêxwedî ye. Em îsal li par digerin, par jî em li pêrar digeriyan. Êdî her ku diçe em weke salên berê nikarin bazirganiyê bikin. Ji ber buhayê gelek berheman zêde bûye, ew qas jî barê me giran bûye. Dema ku em mal distînin bihayê wî gelek bandorê li me dike. Gelek caran em nikarin heqê ku em didin bistînin. Ne em bi tenê, esnafên derve jî di heman rewşê de ne. Yanî êdî hatiye wê astê ku mazot, poşet, qaseyên ji me re tên û kaxiza binê wan gelek giran bûye. Hemû kesên ku hilberînê dikin û cotkar di bin barên giran de dixebitin. Ji ber ku hala me tenge em nikarin hemû malên xwe bînin li vir bi cih bikin. Dema ku cihê me hebûya me yê bi hêsanî dikaribûya malê xwe bianîna li vir bi cih bikira.”

‘Zêdetir giranî li marketan jî dike’

Îbrahîm Tûncay ku bi salan e bi karê bazirganiyê re mijûl e diyar kir ku kîloya firingiyan îsal gelek biha bûye û wiha got: “Ji ber ku bihayê firîngiyan zêde ye milet nikare ji bo malê bistîne. Gelek caran em weke esnaf bi hev re seferan tînin û ew jî bi qasî 500 hezar lîreyî li ser me dibe mal. Ji ber ku kesek ji me nikare ew qas berhem di carekê de bistîne. Ev rewşa aboriyê bandoreke neyînî li ser me dike. Mûçeyê kêmtirîn 28 hezar e, kesên xizan dê çi kirê bide, çi avê bide, çi ceyranê bide û çawa debara mala xwe bike? Kesên ku zewicîne dê çawa debara malê û zarokan bikin? Divê ku dewlet destek bide van kesên ku bi vî mûçeyê dixebitin û debara xwe dikin. Dema ku dewlet piştgirî bide cotkaran ew ê cotkar jî hinek rihet bibin. Dema ku hilberîn tune be, dê ji der ve mal bê vir. Hemû jî bi neqliyeyan tên vir. Dema ew berhem li wir bi 10an be, tê li vir dibe 30 lîre. Hemû kara me li ser rêya neqliyeyan diçe. Lîtreya mazotê gihiştiye 70ê lîreyî. Em ê çawa bi vê bihabûnê debara xwe bikin. Dema dewlet ji cotkaran re bibe alîkar, dê hilberînerî jî bêhtir bê kirin. Beriya niha kîloya xiyaran bi 5an bû, niha jî derketiye 20-25 lîreyî. Dema ku firingî ji me re tên em jî weke 4-5 lîreyî ji bo kara xwe bikin diavêjin ser û didin marketan. Bi vê yekê re neqliye jî kara xwe diavêje ser, zêdetir giranî li marketan jî dike.”

‘Mazot her roja ku diçe biha dibe’

Hecî Seyîd Saltan jî bi lêv kir ku çand sal in ji ber bihabûna berhemên xwarin û vexwarinê êdî kesek weke berê nikare debara xwe ya malê bike û wiha got: “Ev çend sal in mazot her roja ku diçe biha dibe û nayê stendin. Milet ji ber vê rewşê gelek bi gazinc in û dibêjin hemû kesên li komîsyonê dinêrin bihayê tiştan zêde dikin. Lê tiştên wiha yên ku tên kirin, hemû jî bi hev ve girêdayî ne. Dema ku li ser van tiştan neyê sekinandin, dê milet gazincan bikin û milet jî mafdar e. Demên berê me li nava erd tiştên ku difirot me bi yek lîreyî distend yan jî difirot, lê îro ne wisa ye. Niha jî kêmî 3-4 hezar lîreyî zêdetir dolima erd kîrê tê sitendin. Lê ev jî gelek giraniyê li me dike. Em jî niha gelek caran mecbûr dimînin 2-3 lîre kara xwe biavêjin ser berheman, ji ber ku berhem ji me re du qat sê qat tên. Zebze ne weke xwarinên dinê ne, emre wan tenê rojek du roj in. Pişt re xerab dibin û rengên wan tên guhertin û êdî nayên xwarin.”

‘Kirêya seferê ji 65 hezar lîreyî dest pê dike’

Hecî Seyîd Saltan diyar kir ku kêmasiyên dewletê gelek in, divê li ser van kêmasiyan baştir bê sekinandin û wiha got: “Gelek esnaf jî bi awayekî keyfî tevdigerin û firsenda xwe bi kar tînin. Gelek caran berhemên ku em ji der ve tînin em têde qezenc nakin û em pê re mexdûr jî dibin. Ev yek gelek bandorê li me dike. Niha kîloya zebeşên baş ên ku em ji Edeneyê tînin ji 14-15 lîreyî dest pê dike. Heta ku ji me re tên vir kirêya seferê ji 65 hezarî destpê dike. Rojê 6-7 karker pê re eleqedar dibin û yewmiyên wan jî hene. Xwarin û vexwarina wan jî em didin, em wî jî hesab dikin. Em jî li vir didin 20 lîreyî. Dema ku em hesab dikin her kîloyek lîreyeke ji me re namîne jî. Gelek caran di barkirina mal de bêserûberî pir çêdibe û heta tê ji me re gelek ji wan xesar dibînin. Carinan jî di hin neqliyeyan de 2 ton 3 ton xesar çêdibe. Û diçe çopê. Em jî bi vê yekê re gelek zehmetiyê dijîn.”

Etîket: Abdullah EsenAborîdikandarfêkî û sebzeHala Sêrtêkrîza aborîrewşa aboriyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Krîza aborî bandor li Ava Sûsê jî kir!

Krîza aborî bandor li Ava Sûsê jî kir!

24 HEZÎRAN 2026
Bandora şer û krîza aborî: Koçberî û 1,38 milyar dolar!

Bandora şer û krîza aborî: Koçberî û 1,38 milyar dolar!

23 HEZÎRAN 2026
Dikandarek Kurdîhez: Divê zimanê me bibe zimanê bazirganiyê

Dikandarek Kurdîhez: Divê zimanê me bibe zimanê bazirganiyê

11 HEZÎRAN 2026
Li Sasonê çinîn û firotina çîlekan dest pê kir

Li Sasonê çinîn û firotina çîlekan dest pê kir

2 HEZÎRAN 2026
‘Hikûmetê civak perîşan kiriye, em nikarin tiştekî bikirin’

‘Hikûmetê civak perîşan kiriye, em nikarin tiştekî bikirin’

26 GULAN 2026
Dosye -2: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê  Rûspiyên eşîran: Sedema şideta di nava civakê de pergal bixwe ye

Dosye -2: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê
Rûspiyên eşîran: Sedema şideta di nava civakê de pergal bixwe ye

23 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Xelfetî û Hewagê projeya GESê: Dixwazin gundan bêmirov bikin

    Li Xelfetî û Hewagê projeya GESê: Dixwazin gundan bêmirov bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Krîza aborî bandor li Ava Sûsê jî kir!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di konferansê de ligel ziman gelek mijarên esasî werin niqaşkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayîkên Aştiyê: Ji bo aştiyeke mayînde divê Rêber Apo azad be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê li ser bingeha Peymana Medîneyê civaka demokratîk ava bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – 3: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Komara sed salî zimanê hezar salan tune kir: Di komara qedexeker de rewşa Lazan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Erdogan: Em li ser qanûneke çarçoveyê dixebitin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – 4: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Qirkirin, înkar û bişaftin: Çi bi serê Sûryaniyên li vî welatî hat?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (675)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne