Pirtûka “Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newrozê de digihîje ber destê xwendevanan.
Manîfesto bi sûdwergirtina ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên piştî 27ê Sibata 2025an hate amadekirin û ji aliyê Weşanxaneya Meyman ve hate weşandin.
Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk wê di çalakiyên Newrozê de yên li Ewropayê, li ser standên Weşanxaneya Meymanê be.
Pirtûk her wiha li Navendên Civaka Demokratîk ên li Ewropayê û li ser malpera fermî ya Weşanxaneya Meymanê www.meyman.org dikare bê peydakirin. Wergera manîfestoyê ya bi zaravayên Kurmancî û Soranî yên Kurdî jî destpê kir. Pirtûk wê hefteyên bê bi herdu zaravayan jî bê weşandin.
Manîfesto bi sûdwergirtina ji Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibata 2025an û nirxandinên Abdullah Ocalan ên du demên cuda ji aliyê komîsyonekê ve ji weşanê re hate amadekirin.
Manîfesto ji 368 rûpelî pêk tê.
Sernavên esasî yên pirtûkê bi vî rengî ne:
* Xweza û wate
* Xwezaya civakî û pirsgirêkî
* Di nava civaka dîrokî de komun û dewlet
* Modernîte
* Pirsgirêkiya Rojhilata Navîn û çareseriya modernîteya demokratîk
* Rastiya Kurd û Kurdistanê
* Cih û rola PKK’ê ya li nava dîrokê
* Taybetmendî û wezîfeyên serdema nû
Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk ji xwezayê heta bi gerdûnê bi lêgerîna mezin a li wateyê şewqê dide hebûna mirov û serpêhatiya wê ya piştre.
Di manîfestoyê de tê bibîrxistin ku civak li ser ked û nirxên jinê ava bûye, lê belê ev afirînerî hatiye desteserkirin û aliyên dîrokî yên kujerê kastîk tê nirxandin.
Manîfesto dîroka dîn û baweriyan bi çavekî sosyalîst hûr dikole û rexneyê li dîrokê dike ku ji roja destpêkirina civakîbûnê heta bi roja îro bi rengekî şaş hatiye nivîsandin. Li hemberî sîstema modernîteya kapîtalîst ku mirovahiyê ber bi felaketê ve dehf dide, balê dikişîne ser derfetên jiyana civaka komînal a demokratîk ku alternatîfeke nû ya li sîstemê ye.
Li ser mirovê sosyalîst û komunê nêrîneke kûr û berfireh pêşkêş dike. Her wiha girîngiya komînê ji bo mirovahiyê, bi taybetî jî ji bo Kurdan destnîşan dike.
Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk bi analîzên xwe yên kûr û şênber ji bo mirovên ku li cîhaneke nû digerin, ji bo mirovên didin pey jiyaneke nû ya xwe dispêre azadiya jinê, ji bo aşiqên jiyana wekhev û azad, ji bo mirovên ku dixwazin sosyalîzma demokratîk ji xwe destpê bikin û bijîn, ji bo komunîst û sosyalîstên rasteqîn hemûyan rêbertiyê dike.













