• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Temellî: Divê zemîneke qanûnî yê muzakereyê hebe

Navenda Nûçeyan / AW

27 NÎSAN 2026 - 19:26
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku divê zemîneke qanûnî yê pêvajoya muzakereyê hebe û got: “Ji bo ev muzakereye rast bimeşin, divê xwedî zemîneke qanûnî bin.”

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyanî da. Temellî îşaret bi çalakiya karkerên madenê yên li Parka Kurtuluşê kir û êrişa polîsan şermezar kir. Temellî xwest ev tundî bi dawî bibe û heqên karkeran bên dayîn.

Bi domdarî Temellî bal kişand ser çalakiyên li dijî madenên li Gimgim a Mûşê û Kanîreş a Çewligê. Temellî, got ev projeyên Santrala Enerjiya Jeotermalê (JES) zirarê didin qadên çandiniyê, qadên jiyanê, navendên baweriya Elewîtiyê û rê li ber xetereya erdhejê vedikin. Temellî, xwest rûxsetên van projeyên JESê bê betalkirin.

Temellî, behsa êrişên dibistanan ên li Mereş û Rihayê jî kir û weke “komkujî” pênase kir. Temellî got ku çareseriya pêşîlêgirtina tundiyê ne tenê tevdîrên ewlehiyê ne û divê tundî ji dibistanan bê dûrxistin.

Temellî îşaret bi paketên darazê yên li Meclisê kir. Temellî, anî ziman ku li daristanan 109 hezar kes bi ser kapasîteyê dimînin, şert û mercên hîjyenê nebaş in, di paketa darazê ya 12an de gelek ceza hene lê tu bendewariyên civakê tê de nînin.

‘Hêj jî tu amadekarî nehatine kirin’

Sezaî Temellî, qala verastkirinên qanûnî yên diviyabû di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bihatina kirin û got: “Lê hêj jî tu amadekarî nehatine kirin. Beriya Cejna Remezanê gotin dê piştî cejnê bên Meclisê. Vaye Cejna Qurbanê tê. Ev kar tenê bi gotin û hêviyan nabe. Êdî divê qanûna taybet beriya cejnê were derxistin. Li hêla din divê di di qanûna înfazê, ya TMK û TCKê de jî guhertinên pêwîst bên kirin.

‘Divê şert û mercên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan baş bin’

Hewceye hevdîtinên di navbera birêz Abdullah Ocalan û rayedarên dewletê de veguherin zemîneke demokratîk û hiqûqî. Ji bo muzakere bikarin baş pêş bikevin, divê şert û mercên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan baş bin. Şertê ewil ê muzakereyên baş jî ev e. Ew bi xwe muxatab e, sermuzakerevan e û muxatabê siyasî ye. Divê teqez bingeha vê ya zagonî hebe. Qanûna din a tê xwestin jî qanûna bingehîn, qanûna kod, qanûna taybet, qanûna mustaqîl êdî çi nav lê tê kirin divê zelal bibe. Divê ev qanûn êdî were Meclisê. Divê were amadekirin.”

Etîket: Abdullah OcalanDEM PartîMuzakereSezaî Temellî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

13 HEZÎRAN 2026
Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

Baroya Wanê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir

12 HEZÎRAN 2026
Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

12 HEZÎRAN 2026
Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

12 HEZÎRAN 2026
Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

10 HEZÎRAN 2026
Hatîmogullari: Beriya Meclîs bikeve betlanê divê çarçoveya qanûnî bê amadekirin

Hatîmogullari: Beriya Meclîs bikeve betlanê divê çarçoveya qanûnî bê amadekirin

9 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê Di Sedsala Duyemîn De’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axêverên Konferansê: Komarek demokratîk bê Kurdan nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di avakirina komarê de şaşiya herî mezin netew dewlet e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mihrîcan hevgirtina jinan xurt dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di vê serdemê de destpêkirina pêvajoyê pir girîng e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (382)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne