Di pîrozbahiyên Newroza 2009an de ku li bajarê Amedê bi beşdariya nêzî milyonek kesî pêk hat, mêvanekî pir taybet hebû, Aram Tîgran. Hunermendê mezin ê bi dehan salan bû ku hesreta axa welat dikişand, piştî salên dirêj cara yekem li ser dikê silav da gelê Amedê.
Dema ku Aram Tîgran derket ser dikê, qada Newrozê bi çepikan hejiya. Aram Tîgran bi hestiyariyeke mezin berê xwe da girseyê û got, “Ez îro pir bextewar im. Ev Newroz ji bo min cejna herî mezin e.”

Aram Tîgran li ser dika Newrozê strana xwe ya navdar ‘Newroz’ bi sed hezaran kesî re hev striya. Dengê wî yê zîz wekî bayekî hênik li qada Amedê olan dida û hestên azadiyê di dilê gel de geş dikir.
Ev Newroz wekî Newroza Aram Tîgran derbasî dîrokê bû. Kesî texmîn nedikir ku ev ê bibe Newroza dawî ya Aram Tîgran li ser axa welat. Hunermendê ku di meha Tebaxê ya heman salê de çû ser dilovaniya xwe, bi vê dîtina Amedê re wesiyeta xwe ya hunerî û welatperweriyê radestî nifşên nû kir.

Daxwaza wî ya herî mezin ew bû ku li Amedê bê veşartin. Her çend ev daxwaz ji aliyê Dewleta Tirk ve nehatibe qebûlkirin jî, ew di dilê Amedê de her zindî ye.









