• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Ozgur Ozel: Em ji bo aştiyeke mayînde di nava hewldaneke zêde de ne

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Fetî Yildiz: Mafê hêviyê wê di raporê de cih bigire

    Fetî Yildiz: Ji bo aştiya mayînde em ê stranên xwişk û biratiyê bistrên

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

    DEM Partî ya Îzmîrê banga tevlîbûna meşa 16ê Gulanê kir

    DEM Partî ya Îzmîrê banga tevlîbûna meşa 16ê Gulanê kir

    Li Pasûrê 90 cenaze di Goristana Bêkesan de ye!

    Li Pasûrê 90 cenaze di Goristana Bêkesan de ye!

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Ozgur Ozel: Em ji bo aştiyeke mayînde di nava hewldaneke zêde de ne

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Fetî Yildiz: Mafê hêviyê wê di raporê de cih bigire

    Fetî Yildiz: Ji bo aştiya mayînde em ê stranên xwişk û biratiyê bistrên

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

    DEM Partî ya Îzmîrê banga tevlîbûna meşa 16ê Gulanê kir

    DEM Partî ya Îzmîrê banga tevlîbûna meşa 16ê Gulanê kir

    Li Pasûrê 90 cenaze di Goristana Bêkesan de ye!

    Li Pasûrê 90 cenaze di Goristana Bêkesan de ye!

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

Amed / AW

12 GULAN 2026 - 20:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê  organîzekirin bi axaftinan didome. Di axaftinan de hat diyarkirin ku gavên ji bo gihîştina serkeftina pêvajoyê hewce ne û hat destnîşankirin ku divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin.

Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevserokê DEM Partiyê yê Giştî Tûncer Bakirhan, siyasetmedar Veysî Aktaş, endama Meclisa Dayikên Aştiyê, Waliyê Dihokê Dr. Elî Teter, Waliyê Hewlerê Omid Xoşnav û akademisyen Dr. Ozgur Sevgî Goral, endam û rêveberên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî û gelek kes tevlî forûmê bûn.

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bûcak xêr hatina beşdaran kir û diyar kir ku armanca Forûma Aştî û Azadiya Civakî ji bo ku deng û rengên cuda bigîhîne hev û got: “Dîroka vî welatî gelek caran şer û koçberan ve hate nasîn, têkoşîna salan û gelê me sebreke mezin bû. Her çiqasî zehmetî hebin jî em ê ji bo aştiyeke birûmet bi hev re bixebitin. Em soz didin ku em ê aştiyê pêk bînin. Em dixwazin ev hevgirtin û hevdîtînên me bi daîmî bibe.”

‘Divê dewlet êşa dilê dayikan fêm bike’

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Havva Kirang li ser navê hemû Dayikên Aştiyê beşdaran silav kir û wiha got: “Em ji bo aştiyê li hev civiyan e. Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salek derbas bû û Abdullah Ocalan jî diyar kir ku êşa herî dijwar dayik dikşînin. Wexta demên berê şereke çêdibû dayikan laçikê xwe davêtin erdê û aştî çêdibû. Ev pêncî du sal in hemû dayik êşê dikşînin û dîsa aştiyê dixwazin. Lê mixabin tu kesî bersiva dayikan neda. Çarikê serê me sembola aştiye û tiştekî pir pîroz e. Ji Dayikan Roboskiyê bigre heya Cizîrê dîsa xwe dan li ber şer ku ji bo aştî çêbibe. Lê dîsa bersiva dayikan nedan. Em dayik her tim bûn parazvanên aştiyê û her tim jî wisa bibin. Me çiya, deşt û zozan tu cihek nema ku parazvaniya aştiyê nekiriye. Niha jî Serok ji bo aştî pêk were pêvajo da destpêkirin. Tevgera Azadiyê tiştên ku serokatî got hemû bi cih anî. Lê em bala xwe didin ji aliyê dewletê ve gav nehatiye avêtin. Em dayik ji bo aştiyê ketin rê û çûn li Engereyê hevdîtinan bikin. Heta ku serok statuya vî neyê dayîn pêvajo nameşe. Em dibêjin welatekî azad, nasnameyeke azad û Tirkiyeke azad bila bê. Aştî nan û avê zêdetir ji bo me hewce ye. Divê dewlet êşa dilê dayikan fêm bike. Heke dewlet vê fêhm bike vê demê aştiyê bê vî welatî. Bijî gelê Kurd, bijî jina azad.”

‘Em ê her tim piştgiriyê bidin aştiyê’

Waliyê Dihokê Dr. Elî Tatar bal kişand li ser girîngiya foruma aştî û azadiyê û got: “Ev pêncî du sal li ser şehîdkirina Leyla Qasim re derbas bû. Qedera me Kurdan a yekemîn şehîdbûn û bombebarankirin bû. Ji ber vê yekê jî li ser rûyê vî welatî aştî û diyalog lazim e. Niha pêvajoyeke aştiyê hatiye destpêkirin û di rojevê de ye. Em ê wek Herêma Federe ya Kurdistanê bibin parêzvanê aştiyê. Gelek welatan de sîstema perwerdeyê sîstema demokrasiye nîne. Divê em aliyê siyasî û çandî aştiyekî pêk bînin. Dîsa dûbare dikim ku wek Herema Kurdistanê em ê piştgiriya xwe ya aştiyê her tim pêk bînin. jJi bo vê jî divê di serî tehemuka me ji aştiyê re hebe. Hemû dayikên me mafdar in û divê moralên xwe tu carî xerab nekin. Divê em ji bo aştiyê dev ji biryardariyê bernedin. Em li ser vî welatî bi hev re bi salane dijîn û xwişk û birayê hev in. Ji bo ev xwişk û biratiya me her tim bijî aştî hewcedariya yekemîn e. Ji bo forûmeke wisa jî em spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û hemû beşdaran dikin.”

Piştî axafitina Waliyê Dihokê peyama Waliyê Helebceyê Nuxşe Nasihî hat xwendin.

‘Divê dev ji înkarê bê berdan’

Weysî Aktaş jî di forûmê de axivî û da zanîn ku meseleya Kurd yek ji meselayên herî girîng ên Rojhilata Navîn e û got: “Tevî xwezaya piralî, kûr û dîrokî-civakî ya vê pirsgirêkê, bi giştî di 200 salên dawî de û bi taybetî jî di 100 salên dawî de, dewletên ku bi meseleya Kurd re têkildar in, li şûna ku hebûna pirsgirêkê qebûl bikin, polîtîkayên tepisandin û tunekirinê meşandine. Ev polîtîka tê wateya ferzkirina înkar û cudakariya li ser Kurdan. Bi kurtasî; înkarkirina nasnameya Kurd û derxistina Kurdan a ji derveyî hiqûqê, bûye stratejiyeke bingehîn. Ji ber vê yekê, ji bo çareserkirina pirsgirêkê pêdivî bi veguherineke zihniyetê heye; divê dest ji înkarê were berdan û li ser bingeha hiqûq, demokrasî û azadiyê, rêyên avakirina jiyaneke hevpar werin nişandan.”

‘Pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê’

Weysî Aktaş diyar kir ku pirsgerêka Kurd, pirsgirêka herî bingehîn û herî girîng a Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ye û wiha axivî: “Di çarçoveya polîtîkayên înkarê de, pereyên ku ji bo operasyonên leşkerî hatine xerckirin, di aboriya welat û qadên siyasî û civakî de krîzên mezin afirandine. Tê gotin ku di dema pevçûnan de 3 trîlyon dolar ji bo lêçûnên parastinê hatine xerckirin. Ev rewş li ser civakê wekî xizanî, bêkarî û birçîbûnê xuya kiriye. Beşeke mezin a binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê jî bi pirsgirêka Kurd re têkildar e. Di navenda negeşepêdana têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê re jî meseleya Kurd heye. Di vê wateyê de, pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêkeke asayî ye, pirsgirêka herî bingehîn û kilît a Tirkiyeyê ye.”

‘Divê em bi hev re xwedî nasnameyê cuda derbikevin’

Weysî Aktaş bi lêv kir ku pirsgirêka Kurd, ne wekî encama pêşdarazî an jî nefreta gelan ya li hemberî hev derketiye holê û wiha pêde çû: “Pirsgirêk di esasta xwe de encama hişmendiyeke înkarperest û tuneker e ku hebûn û nasnameya gelên li vê erdnîgariyê red dike û bi darê zorê yê dewletê, nasnameyeke yekperest û homojen ferz dike. Bi hincetên wekî “şert û mercên me yên taybet hene, hesasiyetên me hene” paşxistina çareseriyê, tê wateya ji dest dana fersendeke dîrokî û mehkûmkirina gelên me ya ji bo birçîbûn, xizanî û bêkariyê ye. Meseleya bingehîn ew e ku li şûna ferzkirina nasnameyên yekperest ên bi rêya tunekirina cudahiyan, divê em rêyên jiyana bi hev re ya mirovên xwedî nasnameyên cuda ava bikin.”

‘Firsendeke girîng hatiye bidestxistin’

Weysî Aktaş destnîşan kir ku îro dîrok, ji bo avakirina pêşerojeke azad û demokratîk a gelan  fersendeke pir girîng pêşkêşî me dike û got: “Di qonaxa ku em gihîştinê de mimkun e ku em bersiva banga dîrokê bi nûkirina xwişk-biratiya dîrokî ya gelan a li ser zemîna “hiqûqeke demokratîk” bidin. Gelên vî welatî hejayî aştiyeke birûmet û pozîtîf in. Derfeta dabînkirina vê yekê îro çêbûye. Mafê tu kesî nîne ku vê fersendê paşguh bike an jî bike qurbana hesab û daxwazên kesane. Bi vê armancê, ez bawer dikim ku xebat û çalakiyên ku li ser bingeha “Forûma Aştî û Azadiya Civakî” têne kirin, dê beşdariyê li aştiyeke birûmet û mayînde bikin.”

‘Paradîgmaya Abdulah Ocalan bersiveke’

Dr. Ozgur Sevgî Goral bi rêya telekonferans tevlî forûmê bû û dest nîşan kir ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin ji bo qeyran û krîza sîstemê wek bersivek û got: “Heke em qala aştî û azadiyê dikin û ev ê di têgeha avakirinê de derdikeve holê. Heke em behsa aştî û avakirinê dikin wê demê divê em rabirdûyê re hevrû bibin ku em bikaribin aştiyê avabikin. Aştî û avakirina jiyana nû bi tifaqên cur bi cur re pêkan e.”

‘Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê’

Serokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku Amed ne bajarekî asayî ye û anî ziman ku tiştê ku bajarekî dike bajar îtiraz, wijdan û barê wan ê dîrokî ye û got: “Gelek siyasetmedaran ji vir peyamên girîng dan. Rêya aştiyeke birûmet û çareseriyeke mayînde di Amedê re derbas dibe. Kilîta gelek mamikên siyasî di îradeya Amedê de ye. Gava ku ev îrade bi perspektîfa çareseriyê ya Enqereyê re bigihîje hev, dê ew perspektîf pirsgirêkên herî aloz ên herêmê çareser bike. Amed, Tirkiye û hemû gel û baweriyên ku li vê erdnîgariyê dijîn, vê yekê heq dikin. Ev bajar êş, sebir û berxwedanê pir baş dizane. Lê îro divê em van tiştan bi hev re nîqaş bikin. Me êş, sebir û berxwedaneke mezin kom kir. Êdî em ê tenê van baran hilnagirin, em ê wan veguherînin. Tiştên ku me bi berxwedanê bi dest xistine, em ê wekî xerca Civaka Demokratîk û Pêvajoya Aşitiyê ava bikin. Ji ber vê yekê, tiştên ku dê di nava 5 rojan de bên gotin ne tenê daxwaz in; divê wekî bangeke bi hêz a ji bo pêşeroja Tirkiyeyê bên dîtin.”

Peymana Qadeşê

Bakirhan bal kişand ser Peymana Qadeşê û wiha got: “Peymana Qadeşê pir girîng e. Çimkî bersiva pirsa ‘çima divê aştî hebe?’ di wir de ye. Qadeşê îspat kiriye ku şer tu pirsgirêkan çareser nake û pêşeroja du gelan tenê li ser naskirina hevdu dikare ava bibe. Qadeş bi bizmaran (nivîsa bizmarî) nivîsandin. Em jî dikarin di vê sedsalê de heman aştiyê bi hiqûq, aqil û bi wijdan binivîsînin. Bes e ku em bawer bikin aştî dikare tiştên ku şer çareser nekirine, çareser bike. Yek ji gotinên herî bi hêz ên komarê, ‘li welat aştî, li cîhanê aştî’ ye. Ev gotin berpirsyariya avakirina aramî, edalet û wekheviyê li hundir jî dide ser milê me. Aştiya li welat, tenê bi hiqûq û wekheviya li welat pêkan e. Dûrketina ji şer û parastina civakê ji hilweşînê, wêrekiyeke wisa ye ku bi xwe re serkeftinê tîne. Dewletek nikare pişta xwe bide rastiya civakê. Tehlûkeya esasî ew e ku mirov mafan tune bihesibîne. Îro pêdiviya Tirkiyeyê bi pergela (rast a siyasî heye. Divê ev pergel demokrasiya herêmî, edalet û azadiyê bi hev re xêz bike. Mesele ne meseleya serkeftina aliyekî û windakirina aliyê din e; ne meseleya li derve hiştina yekî û serbilindiya yê din e. Mesele avakirina sîwaneke çareseriyê ye ku rûmeta her ziman û nasnameyê diparêze. Navê ev aqilê hevpar ê bilind e ku her rengên li vê welatê dijîn di bin wê sîwanê de digihîne hev. Em ê bi xizmetkariya rêya aştiyê serbilind bin. Em şev û roj ji bo aştiyê xwêdanê dirêjin û xebatan dimeşînin. Em ê li pey rastiya ku jê bawer dikin herin.”

Etîket: Abdullah OcalanAmedaştîForûm Aştî û Azadiya Civakîpêvajo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

Ozgur Ozel: Em ji bo aştiyeke mayînde di nava hewldaneke zêde de ne

12 GULAN 2026
Fetî Yildiz: Mafê hêviyê wê di raporê de cih bigire

Fetî Yildiz: Ji bo aştiya mayînde em ê stranên xwişk û biratiyê bistrên

12 GULAN 2026
Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

12 GULAN 2026
Serdar Şîrnas: Dengbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

Serdar Şîrnas: Dengbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

11 GULAN 2026
HDKê konsera ‘Gel bi hev re ne’ li dar xist

HDKê konsera ‘Gel bi hev re ne’ li dar xist

11 GULAN 2026
‘Roja Dayikan dê bi vekirina deriyên girtîgehan bê pîrozkirin’

‘Roja Dayikan dê bi vekirina deriyên girtîgehan bê pîrozkirin’

10 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Civîna Polîtîkayên Jinan a Herêma Botanê hat lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayhan Erkmen li Wanê jiyana Celadet Elî Bedîrxan vegot

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Vezîr Parlak: Li Colemêrgê ‘Konsepta Dêrsimê’ tê meşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sûlava Emrûdê piştî salan careke din bi heybet diherike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çêkera naverokên medya dîjîtal: Hînbûna min a Kurdî bersivek bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Waliyên Hewlêr û Dihokê serdana Şaredariya Amedê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Payîzava serayek vekir: Armanc xurtkirina aboriya jinan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (303)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne