Di meşa ku ji aliyê Meclisa Ciwanan a Amedê ya DEM Partiyê ve bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hate lidarxistin de dirûşmeya “Bê ziman jiyan nabe” derket pêş.
Bi pêşengiya Meclisa Ciwanan a Bajarê Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de meşek hate lidarxistin. Meşa ku li Taxa Seyrantepeyê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê dest pê kir, heta Mala Şînê ya Seyrantepeyê berdewam kir.
Meşa ku hejmareke zêde ya ciwan û welatiyan beşdarî wê bûn, bi gerandina govendê dest pê kir. Di meşê de pankarta bi nivîsa “Dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe şîn dibe” hate vekirin. Girseyê gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana ciwanan”, “Bê ziman jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Piştî meşê, derbarê têkoşîna ku li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser ziman û çanda Kurdî tê meşandin de sînevîzyonê hate pêşandan.














