Di çarçoveya “Forûma Aştî û Azadiya Civakî” de panela bi sernavê “Zemîna hiqûqî ya aştiyê: Destûra Bingehîn û lihevkirina civakî” de hat diyarkirin ku merheleya nû bi paradigmaya ‘Neteweya Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare dest pê bike û ev ê bandorê ne tenê li Tirkiyeyê, li tevahiya cîhanê bike.
Di çarçoveya “Forûma Aştî û Azadiya Civakî” de ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, panela bi sernavê “Zemîna hiqûqî ya aştiyê: Destûra Bingehîn û lihevkirina civakî” hat lidarxistin. Panel li Salona Civînê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat birêvebirin û gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yê sivîl beşdar bûn. Panela ku di bin moderatoriya parêzer Rûşen Seydaoglu de pêk hat, wekî axivêr akademîsyena Fakulteya Hiqûqê ya Zaningeha Altinbaşê Profesor Dr. Sevtap Yokuş, parêzer Gurkan Çakiroglu, endamê Desteya İmraliyê Faîk Ozgur Erol û Profesorê Destûra Bingehîn Fazil Husnu Erdem tevlî bûn.
‘Ji bo aştiyê ked û sebir lazim e’
Sevtap Yokuş a ku pêşî axivî, diyar kir ku aştî rêyeke dûr û dirêj e û bi gelemperî kelecaniyek heye ku her tişt di cih de bibe û got: “Ev rê bi hildan û daketin e, carinan dikare qut bibe. Ji ber wê yekê, hêviya ku “ji îro heta sibê” tiştek bibe, hinekî xeyalperestî ye. Ji bo aştiyê ked û sebir lazim e. Di mijara aştiyê de divê mirov hem pir bi biryar be hem jî pir bi sebir be. Di heman demê de afirînerî jî pêwîst e; çunke ev pêvajoyeke avakirinê ye. Her çend ji bo Tirkiye wekî tiştekî nû xuya bike jî, ev pêvajoyek e ku ji sala 1993yan ve berdewam dike. Wusa xuya dike ku Tirkiye wê vê pêvajoyê li ser du eksenên sereke bimeşîne: Yek jê hiqûqî, ya din jî civakîbûn e. Pêvajoya hiqûqî tiştekî pir cuda ye. Ji bo wê divê Meclis bikeve tevgerê. Komîsyona Meclîsê raporeke baş derxist. Heke hinekî din şênber bibe, ne raporeke xirab e; heta raporeke wusa ye ku mekanîzmayan jî pêşbînî dike. Lê ji ber ku di hinek xalan de ne pir şênber e, aliyên wê yên nezelal jî hene. Lê belê, bi xebatên piştre şênberkirina wê pêkan e.”
‘Avakirina bingehîn a hiqûqî’
Sevtap Yokuş destnîşan kir ku tiştên ku divê bê kirin, avakirina bingehên a hiqûqî ye û wiha got: “Sedema ku pêvajoyên berê ne mayînde bûn, nehatina girtina wan tevdîrên hiqûqî bû. Rapora komîsyonê tiştekî din pêşniyar dike: Qanûneke serbixwe. Qanûneke serbixwe dê tam wan tevdîrên hiqûqî yên ku divê bi paralelî bêçekbûnê re werin girtin bihewîne û dê di asta qanûnî de be. Makezagon hinekî din rêyeke zehmet e. Ji ber ku ew metnek e ku divê hemû beşên civakê li ser li hev bikin, hîn bi temamî di rojevê de nîne. Destûrên bingehîn çima hene? Ji ber ku azadiyên me yên bingehîn dihewînin. Sedema derketina wan ev e. Di dewletên hiqûqê de hemû qanûn û rêziknameyên din divê li gorî destûra bingehîn bin. Azadî û mîsogeriyên ku destûra bingehîn dihewîne pir girîng in.”
Pêvajoya ji aştiya negatîf ber bi aştiya pozîtîf ve
Fazil Husnu Erdem diyar kir ku du cureyên aştiyê hene ev aştiya negatîf û aştiya pozitîf e û got: “Aştiya negatîf, danîna çekan e. Wateya vê biryardariya domandina armancên polîtîk bi rêbazên siyaseta demokratîk e. Tiştê ku tê hêvîkirin ew e ku aştiya negatîf veguhere aştiya pozitîf. Aştiya pozîtîf, çareserkirina meseleya Kurd e.Ev pirsgirêk ne meseleyeke wisa ye ku tenê bi sererastkirinên hiqûqî, guhertinên destûrî an bi derxistina qanûnên nû çareser bibe; pirsgirêkek kûr e. Aştiya pozitîf, bi qasî aliyê xwe yê hiqûqî, pêvajoyekê îfade dike ku divê pratîka darêjî û siyasî jî tê de biguhere. Yanî çareserkirina wê sedema bingehîn e.”
Siyaseta demokratîk
Fazil Husnu Erdem destnîşan kir ku gava mirov li pêvajoya sal û nîvê dawî dinêre, xuya nake ku rewş ber bi aştiyeke pozitîf ve diçe û wiha got: “Kêmzêde di demeke nêz de wiha xuya nake. Ji ber ku wekî armanca dawî ya vê pêvajoyê siyaseta demokratîk tê nîşandan. Dibe ku bi awayekî nerasterast, piştî vekirina riya siyaseta demokratîk, gavên cidî ber bi çareseriyê ve werin avêtin. Ev jî tiştekî wisa ye ku siyaseta Kurd dikare bi ser bixe û bi piştgiriya li pey xwe pêk bîne.”
Destûra bingehîn
Fazil Husnu Erdem bal kişand ser girîngiya destûreke nû û wiha axivî: “Heke armanceke aştiya pozitîf hebe, bêguman divê ev yek bi destûreke nû ya bingehîn were tacîdarkirin. Destûr ji bo destpêkeke nû tê çêkirin. Heke aktorên siyasî yên li Tirkiyeyê bi rastî dixwazin aştiya pozitîf pêk bînin û destpêkek nû bikin, divê vê bi destûreke nû tacîdar bikin. Di pêvajoyên çareserkirina pevçûnan de, destûr belgeyên herî girîng ên rêvebirinê ne. Sê erkên wan ên bingehîn hene: sazkirin, parastin û avakirin e”
Pirsgirêka pratik û hawirdora siyasî
Fazil Husnu Erdem diyar kir ku li gorî destûra heyî nayê tevgerîn û wiha pê de çû: “Di hawirdoreke wiha de wateya çêkirina destûreke nû çi ye, em fehm nakin. Ez nabêjim bila destûr neyê çêkirin, lê ji bo bawerpêkirina wê, divê pratîkek hebe. Ji bo ku danîna çekan veguhere aştiya pozitîf û bi destûreke nû bê tacîdarkirin, divê hawirdora ji bo vê guncav be.”
‘Zilma dewletê zêdetir bû’
Gurkan Çakiroglu jî di axaftina xwe de bal kişand ser tundî û polîtîkayên zextê dewletê û wiha got: “Divê em ji têgeha ‘Tirkiyeya bêteror’ nerevin. Lê belê eger zulma rêxistinê yek be, ya dewletê bû pênc. Terora rêxistinê yek be, ya dewletê bû pênc. Tirkiyeyeke bêteror tenê bi aşitiyê, aşitî jî tenê bi hiqûqê pêkan e. Bi zorê û ferzkirinê aştî nayê avakirin.”
‘Divê perwerdehiya bi zimanê dayikê hebe’
Gurkan Çakıroglu destnîşan kir ku ew wekî neteweperestekî Tirk diaxive lê xeyala wî ya “Sedsala Tirkiyeyê” tenê bi Kurdan pêk tê û got: “Eger Tirkiye bibe dewleta Kurdan jî, eger perwerdehiya bi zimanê dayikê pêkan bibe, vê deme em dikarin behsa sedsaleke nû bikin. Kurd hene, Kurdî heye û Kurdistan heye.”
‘Dewletê paradigmaya Ocalan qebûl kiriye’
Gurkan Çakiroglu di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: “Paradîgmaya Kemalîst parçe parçe dibe. Paradîgmaya ku dewlet niha dixwaze bixe şûna wê, paradîgmaya Ocalan e. Komara Tirkiyeyê vê rastiyê qebûl kiriye. Ocalan îro li Rojhilata Navîn navbeynkariyê dike. Ew kesê ku jê re ‘parçeker’ dihat gotin, îro Tirkiyeyê li hev digire. Divê em qedrê vê bizanibin. Merhaleya nû bi paradîgmaya ‘Neteweya Demokratîk’ a Ocalan dikare dest pê bike. Ev ê ne tenê Tirkiyeyê, dê bandorê li tevahiya cîhanê bike.”
Gurkan Çakiroglu di dawiya axaftina xwe de banga beşdarbûna hemu partiyan a peymana civakî kir û got: “Ez Tirk im, lê bila hebûna min bibe diyarî ji hebûna Kurdan re.”
‘Pêvajo bi bersiva Ocalan geş bû’
Faîk Ozgur Erol diyar kir ku her çiqas banga ewil ji aliyê Devlet Bahçelî ve hatibe kirin jî, pêvajo bi piranî li ser înîsiyatîfa Abdullah Ocalan bi pêş ketiye û got: “Ev gav ne li ser metnekî amade, lê wekî bersiveke polîtîk û xweser pêş ketiye.Ocalan di vê pêvajoyê de ne dewlet û ne jî rêxistin piştguh nekiriye û bi vîzyoneke fireh tevgeriya”
‘Afirandineke cewherî ye’
Faîk Ozgur Erol bal kişand ser dîroka têkoşînê û wiha got:”Ev pêvajo ne lutfek e; encama têkoşîna azadiya demokratîk û siyasî ya bi dehan salan e. Divê em vê wekî afirandineke cewherî ya ku bi îlmik bi îlmik hatiye hûnandin bibînin û bi baldarî xwedî lê derkevin.”
Destûra 1921an
Faîk Ozgur Erol desnîşan kir ku bingeha vê pêvajoyê li ser daxwaza “Komara Demokratîk” hatiye avakirin û pê de çû: “Banga 27ê Sibatê, hewildana vejandina ruhê Destûra Bingehîn a 1921an e. Ji ber ku di dîroka Tirkiyeyê de yekane metna ku yekitiya Kurd û Tirkan bi awayekî wekhev îfade dike ev destûr e. Li gorî nirxandinan, destûrên piştî wê hemû ji bo astengkirina demokrasiyê wekî “darbe” pêş ketine.”
‘Çareseriya Kurd çareseriya Rojhilata Navîn e’
Faîk Ozgur Erol diyar kir ku vîzyona Ocalan bandoreke mezin li ser tevahiya Rojhilata Navîn dike û wiha axîvî: “Ocalan vê yekê wekî “Çareseriya Kurd-Tirk, çareseriya Rojhilata Navîn e” pênase dike. Hat hişyarkirin ku daxistina vê mijara dîrokî ji bo berjewendiyên siyasî yên rojane, dê pêvajoyê qels bike.”
‘Pêvajoya qanûnî û statu’
Faîk Ozgur Erol destnîşankir ku divê pêvajo ji bazariyê derkeve û bibe “pêvajoya derbasbûna qanûnîbûnê û got: “Pêşketina “Qanûna Aştiyê” dê derfetê bide ku Kurd di nav sînorên demokratîk de xwe îfade bikin.”
‘Pozîsyona Ocalan pozisyona Kurdan e’
Faîk Ozgur Erol herî dawî bi lêv kir ku di navenda vê pêvajoyê de pozîsyona Abdullah Ocalan heye û wiha dawî kir: “Ocalan nûnertiya wê Kurdbûna ku ji bo maf û hiqûqê serî hildaye, dike. Gelê Kurd di kesayetiya Ocalan de statu û pozîsyona xwe dibîne. Îsrara di tecrîdê an jî di pozîsyona wî ya heyî de, îsrara di çaresernekirina pirsgirêka Kurd de ye.”
Panel bi pirs û bersivan ve bi dawî bû.

















