• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wanê ji ber berfê rêyên 141 gund û mezrayan hate girtin

    Ji ber berfê rêya 279 gundan hate girtin

    Îranê bi moşek û dronan êrişî başurê Kurdistanê û Kuweytê kir

    Îranê bi moşek û dronan êrişî başurê Kurdistanê û Kuweytê kir

    Li Stenbolê komkujiya Helebceyê û Beyazitê hate şermezarkirin

    Li Stenbolê komkujiya Helebceyê û Beyazitê hate şermezarkirin

    Pervîn Buldan: Divê Meclîs ji bo Qanûnên Entegrasyonê bi rola xwe rabe

    Pervîn Buldan: Divê Meclîs ji bo Qanûnên Entegrasyonê bi rola xwe rabe

    Li çar gundên Farqînê lehî rabû

    Li çar gundên Farqînê lehî rabû

    Li Mêrdînê lehî rabû, gelek cih di bin avê de man

    Li Mêrdînê lehî rabû, gelek cih di bin avê de man

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Wanê ji ber berfê rêyên 141 gund û mezrayan hate girtin

    Ji ber berfê rêya 279 gundan hate girtin

    Îranê bi moşek û dronan êrişî başurê Kurdistanê û Kuweytê kir

    Îranê bi moşek û dronan êrişî başurê Kurdistanê û Kuweytê kir

    Li Stenbolê komkujiya Helebceyê û Beyazitê hate şermezarkirin

    Li Stenbolê komkujiya Helebceyê û Beyazitê hate şermezarkirin

    Pervîn Buldan: Divê Meclîs ji bo Qanûnên Entegrasyonê bi rola xwe rabe

    Pervîn Buldan: Divê Meclîs ji bo Qanûnên Entegrasyonê bi rola xwe rabe

    Li çar gundên Farqînê lehî rabû

    Li çar gundên Farqînê lehî rabû

    Li Mêrdînê lehî rabû, gelek cih di bin avê de man

    Li Mêrdînê lehî rabû, gelek cih di bin avê de man

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bavê Welat tê oxirkirin: Zana û Bakirhan bal kişandin ser têkoşîna Salih Muslim TÊ NÛKIRIN

Kobanî/ AW

15 ADAR 2026 - 12:39
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Di merasîma cenazeye Bavê Welat de gelek kesayetiyên siyasî û civakî axaftin kirin. Di axaftinan de jiyana têkoşînê ya Muslim hat bîranîn û soza mezinkirina têkoşîna wî hate dayîn.

Di merasîma xatirxwestina Bavê Welat Hevseroka DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û sersaxî ji malbatê re xwest. Bakirhan wiha got: “Em bi Heval Salih re gelek xebitîn. Heval Salih diplomatê mezin û şoreşgerê mezin bû. Ew ji bo hemû gelê Kurd xebitî. Ji bo gelê Bakûrê Kurdistanê Orhan Dogan û Mehmet Sincar çi ne, ji bo Rojava jî Salih Muslim wisa bû. Rêya te vekirî be Heval Salih. Serê gelê Kurd sax be.”

‘Serok Apo behsa yekîtiya demokratîk dike’

Siyasetmedara Kurd, Leyla Zana jî di merasîmê de axaftin kir û ev tişt gotin: “Rêya hêviyê ya ku Salih Muslim vekiriye dê rêya me ronî bike. Em şehîdên ku duh hatin oxirkirin bi rêz û hurmet bîr tînin. Em bi bedelên mezin gihîştin vê astê. Em di demeke wisa de ne ku yan em ê azad bijîn an jî azad bijîn. Serok Apo li ser yekîtiya demokratîk diaxive, ji ber vê yekê divê her kes berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Em dê hêviyên xwe mezintir bikin û ji bo jiyana azad bêtir têbikoşin.”

Wesîqeya Şehadeta Muslim radestî malbatê hate kirin

Wesîqeya Şehadetê ya Salih Muslim di merasîmê de hate xwendin û bi gotina, “Jiyana azad berhema bîna şehîdan e” radestî malbatê hate kirin.

Ayşe Efendî xatirê dawî xwest

Ji bo pêşengê Rojavayê Kurdistanê û siyasetmedarê navdar Salih Muslim îro li Kobaniyê merasîma cenaze tê li darxistin. Li ser navê malbatê hevsera Salih Muslim, Eyşe Efendî axivî û spasiya xwe ji gelê Kurd kir. Ayşe Fenedî wiha got: “Me gelek caran me karwanên şehîdan oxir kirin. Îro em Bavê Welat oxir dikin. Lê em bi navê Kobaniyan û Rojava tevahî Serok Apo silav dikin. Hevaltiyek li ser felsefeyek kûr û rast di navbera Bavê Salih û Rêber Apo de hebû. Ey Serok Apo me ew nameya te ya bi nirx girt. Ew netenê ji bo Bavê Welat, ji bo şehîdan û vî gelî tevahî ye. Em gelê her çar perçeyê Kurdistanê li her derê yek in. Em dê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin. Salih Muslim di hizûra Şehîd Şervan de soza xwe nû dikir. Ez jî di hizûra Salih Muslim de soza xwe nû dikim ku ez dê ji nûve dest pê bikim. Li çar perçeyên Kurdistanê ezê têkoşînê bikim.” Eyşe Efendî axaftina xwe bi slogana, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî kir.

Malbatên Şehîdan: Em dê armancên wan pêk bînin

Di merasîmê de peyamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakurê Kurdistanê û Dayîkên Aştiyê yên Bakûrê Kurdistanê jî hatin xwendin. Peyam ji hêla Aras Hiso ve hate xwendin. Di peyamê Malbatên Şehîdan de sersaxî ji malbata Muslim re hate xwestin û wiha hate gotin: “Em wekî malbatên şehîdan bi şehadeta Bavê Welat ku rêhevalek Rêber Apo û pêşengê Şoreşa Rojava bû gelek xemîn û dil biêş in. Lê şehadeta girêdana me bi şehîdan re mezintir dike.” Her wiha di peyamê de hate ragihandin ku dê doza şehîdan bê meşandin û bi serkeftinê bê tacîdarkirin. Di peyama Dayîkên Aştiyê yên Bakûrê Kurdistanê de jî sersaxî ji malbatê hate xwestin û soza meşandina doza Salih Muslim û rêhevalên wî hate dayîn.

Di merasîmê de bênavber sloganên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana HSDe”, “Bijî berxwedana YPGê”, “Bavê Welat nemir e”, “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Mazlum Ebdî: Bavê Welat mînaka welatparêziyê bû

Ji bo pêşengê Rojavayê Kurdistanê û siyasetmedarê navdar Salih Muslim îro li Kobaniyê merasîma cenaze tê li darxistin. Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî di merasîmê de axivî û balkişand ser jiyan û têkoşîna Salih Muslim.

‘Tu carî serî netewand’

Ebdî ji malbatê re sersaxî xwest û anî ziman ku Bavê Welat kesayetek mînak a gelê Kurd bûye. Ebdî wiha axivî: “Bavê Welat di tevahî pêvajoyên têkoşînê de cih girt. Hemû dijwariyê têkoşînê jiyan. Ne tenê wekî siyasetmedarekê bû. Ji destpêkê heta niha di nav tevgera siyasî ya Kurd de cih girt. Ji salên 1980yan heta niha li dijî rejîmê dest bi têkoşînê kir. Dema pêwist kir, di nav xebatên civakî, siyasî û rêxistinî de cih girt. Girtin, bedel û zehmetî da ber çavan û xebat meşand.”

‘Em soza meşandina têkoşînê didin Bavê Welat’

Ebdî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser kesayeta pir alî ya Muslim û wiha domand: “Dema pêwist kir serî netewan û derket çiyan xebat meşand. Dema pêwist kir xebatên yekîtiyê, xebatên dîplomasiyê meşandin. Doza me ji herkesi baştir temsîl kir.Dema pêwist bû endamê PYDê bû, dema pêwist kir di asta siyaseta Sûriyê de xebat kir. Pêşengî siyaseta me bû, şehîdê doza gelê Kurd bû. Îro tişta ku em bikin û soza bidin Bavê Welat ew e ku em dê têkoşînê bidomînin.”

‘Me tişta pêwist kir niha dora Şamê ye’

Têkildarî geşedanên li Sûriyê û Rojvayê Kurdistanê jî Ebdî ev agahî dan: “Wekî hun dizanin ku em ji Sibatê heta niha ketin merhaleyek nû. Ji bo me demek nû ye. Wekî Rêveberiya Xweser û HSDê me tişta dikeve ser milê me pêk anî. Hemû pêwistiyên dikevin berê me, hatin bi cihanîn. Niha êdî divê Hikûmeta Şamê pêwistiyên peymanê bi cih bîne.”

‘Berî Newrozê girtî divê bên berdan’

Li ser gavên ku divê Şam niha bavêje jî Ebdî wiha got: “Hêj mijarên cenazeyên şehîdan û girtiyan hene. Divê berî Newrozê ev gav bên avêtin. Koçberên Efrîn û Serêkaniyê divê vegerin. A herî girîng di çarçoveya rêkeftinê de divê taybetiyên herêmên Kurdî bên dîtin. Di aliyê leşkeri, îdarî û ewlehiyê de taybetiyên bajarên Kurdan bên naskirin. Ev tiştên Hikûmeta Şamê pêk bînin e.”

‘Em dê herêma xwe bi rêve bibin’

Ebdî derbarê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de nirxandin kirin û wiha pêde çû: “2012an,  19ê Tîrmehê li vir Şoreşa Rojava dest pê kir. 14 sal derbas bûn. Me têkoşînek mezin da û axa xwe parast. Ji niha pêve jî em dê xwe biparêzin. Merheleya nû li ser vê têkoşînê dest pê dike. Divê em xwe ji bo vê jî amade bikin. Dibe rojên pêşiya me de navên saziyên me yên heyîn di çarçoveya resmiyeta Dewleta Sûriyê de ji nûve bên sererast kirin. Dibe em navên din bikarbînin. Lê belê saziyên me dê wekî xwe bimînin. Li herêma Kurdan dê Kurd xwe bi rêve bibin.”

‘Divê Rojava bibe mînak’

Ebdî derbirî k udi merhaleya nû de divê xebat û têkoşîn mezintir bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em xwe amade bikin. Tişta niha em dixwazin, di hizûra şehîdan de, em bi hev re merheleya nû bimeşînin. Berî wê jî çewa fedakarî û lehengiyek mezin pêk hat, divê îro em xurtir bi hev re bimeşin. De dema hemleyek nû ye. Têkoşîn berdewam dike. Em dê armancên şehîdan pêk bînin. Ji bo parastina herêmên xwe me gelek şehîd dan, em hêvî dikin ku em carek din şehîdan nedin. Ji bo vê têkoşînek siyasî ya xurt lazim e. Lê êdî divê têkoşîna têkoşînek siyasi, îdarî û aborî be. Divê bi her awayî herêma me ji bo Sûriyê re bibe mînak.”

Girseyê ber bi pakrewangehê ve dest bi meşê kir

Ji bo pêşengê Rojavayê Kurdistanê û siyasetmedarê navdar Salih Muslim îro li Kobaniyê merasîma cenaze tê li darxistin. Bi deh hezaran kesî darbesta Bavê Welat ji morgê girtin û ber bi pakrewangehê ve test bi meşê kir. Gelek siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, hunermend jî tev li merasîmê dibin. Şandeya ji bakurê Kurdistanê jî ji bo beşdariya merasîmê çûbû di meşê de cihê xwe girt.

Darbe bi kesk û sor û zer hate xemilandin

Girseya ber bi Pakrewangeha Şehîd Dîcle ve dest bi meşê kir, bênavber sloganên, “Şehîd namirin”, “Bavê Welat nemir e” û “Bavê Şervan nemir e” berz dikin. Meşa girseya darbesta kesk û sor û zer xemilandî hildigire ber bi Pakrewangehê ve didome.

Amadekariyên dawiyê hatin kirin

Cenazeyê pêşengê Rojavayê Kurdistanê û siyasetmedarên navdar Salih Muslim îro li Kobaniyê merasîma cenaze tê li darxistin. Amadekariyên dawî yên merasîmê niha tên kirin. Tê payîn gelek siyasetmedar, nivîskar, hunermend û bi deh hezaran welatî tev li merasîmê bibin.

 

Etîket: Abdullah OcalanAyşe EfendîBavê WelatKobanîMalbaten ŞehîdanMazlum EbdîMerasîma cenazeSalih MuslimŞehîdgeh
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hevya Sor a Kurd li Kobaniyê 12 qamyon alîkarî belav kir

Hevya Sor a Kurd li Kobaniyê 12 qamyon alîkarî belav kir

15 ADAR 2026
Şandeya Bakur sersaxî ji malbata Salih Muslim xwest

Şandeya Bakur sersaxî ji malbata Salih Muslim xwest

14 ADAR 2026
Gelê Licê Newroz pîroz kir: Newroza îsal mizginiya azadiya birêz Ocalan e

Gelê Licê Newroz pîroz kir: Newroza îsal mizginiya azadiya birêz Ocalan e

14 ADAR 2026
Cenazeyê Salih Muslim gihîşt Kobanê

Cenazeyê Salih Muslim gihîşt Kobanê

13 ADAR 2026
Cenazeyê Salih Muslim gihîşt gundewarê Kobanê

Cenazeyê Salih Muslim gihîşt gundewarê Kobanê

13 ADAR 2026
Şandeyek ji Bakur ji bo merasîma Salih Muslim diçe Kobanê

Şandeyek ji Bakur ji bo merasîma Salih Muslim diçe Kobanê

13 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîş hatin dayîn

    Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîş hatin dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bavê Welat tê oxirkirin: Zana û Bakirhan bal kişandin ser têkoşîna Salih Muslim TÊ NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ehmed Huseynî li Îzmîrê hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gelê Kurd bi cil û bergên xwe ve tê naskirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şandeya Bakur li Kobanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat pêşwazîkirin            

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çelenga Newrozê Binevş Agal : Li Kurdistanê jiyan jî mirin jî xweş e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çelenga Newrozê Zekiye Alkan : Çareya li dijî bêçaretiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çapemeniya azad stûnek xwe winda kir: Osman Kiliç wek akademiya ragihandinê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (567)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne