Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) encamnameya 24emîn civîna Civata Giştî ya xwe ragihand. Di encamnameyê de hate gotin, “Dem dema yekitiyê ye. Dem dema çareseriyê ye. Dem dema azadiyê ye. Dem dema xebatê ye.”
24’emîn Desteya Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di navbera 6-7ê Hezîranê de li bajarê Venlo ya Hollandayê hat lidarxistin. KNKê encamnameya 24emîn civîna Civata Giştî ya xwe ragihand.
Encamname bi vî rengî ye:
“Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), 24emîn civîna Civata Giştî ya xwe, di rojên 6 û 7ê Hezîrana 2026an de, bi beşdarbûna piraniya endaman, li welatê Hollanda pêk anî. Li gel endaman gelek mêhvan (serok û rêvebirên partî û saziyan û kesayetên serbixwe) jî, beşdarê civînê bûn. Li gorî rojevê roja pêşî civîn weke şêwireke neteweyî pêş ket û li ser rewşa Kurdistan, Rojhilatanavîn û Cihanê bi berfirehî hate rawestan û stratejiya demê ya neteweyî hate nîqaşkirin. Ji ber sedemên vîze û sedemên bûrokratîk, bi taybetî gelek endamên li Kurdistanê (Başûr û Rojava) û yên li Rûsya, nekarîn di civînê de amade bibin. Ji ber wê li Silêmaniyê, li Qamişlo û li Moskowê, endamên nîzingên wan herêman li salonekî kom bûn û bi rêya tûra Zoom ê beşdarî civînê bûn.
‘Cara yekem peyama Birêz Abdullah Ocalan gihîşte Civata Giştî’
Civîn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan û bi sirûda Ey Reqîp destpê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê hevserokan ve hate kirin. Li gorî rojevê, di serî de sînevîzyonek li ser 27 saliya KNKê hate nîşandan, piştre peyamên mêhvan û peyamên serok û nûnerên partiyan hatin pêşkêşkirin. Ji avakirina KNKê û vir ve cara yekeme peyama Birêz Abdullah Ocalan gihîşte Civata Giştî û hate xwendin. Piştre rapora xebatê ya salane hate xwendin û her wiha ji aliyê Konseya Rêveber ve ligel rapora xebatê, rewşa siyasî ya cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê, bi nivîskî hate pêşkeşkirin. Piştre, ji aliyê endaman ve nîqaşên berfireh li ser raporê hatin kirin. Di van nîqaşan da 27 salên KNKê, guhertin û nûjenkirina KNKê, peyman û peyrewa KNKê, Belgeya Stratejiya Neteweyî, rewşa zimanê Kurdî û pêşîgirtina tehdîtên asîmîlasyonê yên lir ser gelê Kurd, xebatên derbazbûyî yên KNKê, hatin nirxandin û li ser van xalan pêşniyar hatin pêşkêşkirin.
Roja duyem (07.06.20265), li ser yekitî û yekrêziya di nav mala Kurd de hate rawestan û nîqaşên berfireh hatin kirin. Li ser vê xalê nûnerên partî û rêxistinan û gelek kesayetan mafê axaftinê girtin û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin. Di encama van nîqaşan da bang hate kirin ku di nava vê salê de bi beşdarbûna hemû partî, rêxistin, pêkhate, kesayetên serbixwe û hemû dînamîkên Kurdistanê, konferanseke netewî û niştimanî bête komkirin û bê kêmahî yekitiya neteweyî bête afirandin.
Piştre jî ji aliyê Komîsyona Karêderve ya KNKê ve pêşniyar biryarek hate pêşkêşkirin ku bi navê KNKê nameyek ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY – UN) re bête şandin ku gelê Kurd weke netweyekî bê dewlet bête naskirin û bi Statuya Dewleta Çavdêr li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bête temsîlkirin. Neteweyê Kurd bi nifûsa xwe derdorê 60 milyon kesî ye û di saziyên navdewletî de nayête temsîlkirin û weke tune tê hesibandin. Ev zilme, neheqiye û ev rewş nayête qebûlkirin. Piştre jî li ser vê pêşnûmeyê nîqaş û guftûgoyên berfireh hatin kirin. Di encamê de biryar hate standin ku jibo temsîlkirina gelê Kurd di NYyê de, KNK û hemû pêkhateyên girêdayî KNKê, vê xebatê bidin destpêkirin û heta encam bête standin bibin şopdar.
‘Zimanê Kurdî biparêzin’
Piştre li ser rewşa Zimanê Kurdî pêşniyar biryarek hate pêşkêşkirin. Di vê pêşnûmeyê de li dijî “Qirkirina Çandî û Bişaftinê/Asîmîlasyonê”, li dijî polîtîka û kiryarên dewleta Tirk ku bi her şêwazê Zimanê Dayikê yê Perwerdeyê qedexe dike, li dijî desthilata demkî ya Suriyê bi helwesta xwe ya nenas, mijara “Perwerdeya bi Kurdî, ya Zimanê Dayikê” kiriye sedema girêkbûnê, Îrana ku pesnê xwe dide û dibêje “bi navê Kurdistan eyaleta min heye” lê belê bi zimanê kurdî perwerdeyê qedexe dike, li beşê başûrê Kurdistana ku bi “destkeftî û zimanê xwe”, îro bûye hedefa êrîşên dagirkerên dewletên Tirk, Îran û beşek ji deshilata Iraqê, tê xwestin helwestek neteweyî hebe, tê xwestin bête rawestan. Li ser vê nîqaş û guftûgoyên berfireh çêbûn. Di encamê de ji KNKê û hemû pêkhate û dînamîkên Kurdistanê hate xwestin ku li hember van helwetan rawestin, Zimanê Kurdî biparêzin û pêngava ku li bakurê Kurdistanê bi dirûşmeya, “Her malek Bibe Dibistaneke Kurdî” hatiye destpêkirin, piştgiriyê lê bikin.
Êzidî, Elewî, Yarsan, Mesîhî û Asûrî-Suryanî-Kildanî, rewşa hemû pêkhateyên Kurdistanê, Kurdên Anatoliya Navîn, Kurdên li welatên Esengê (Sovyeta berê), Kurdên Xoresanê, Kurdên Feylî û bi giştî Kurdên li derveyî Kurdistanê jiyan dikin, rewşa hemûyan jî hate rojevê û wê KNK di hemû xebatên xwe de rewşa wan li ber çavan bigre û li ser bixebite.
Her wiha di 103emîn salvegera Peymana Lozanê de weke her sal kombûn û xwepêşandanên girseyî bêne çêkirin. Piştre li gorî rojevê, li ser pêşniyar biryaran hate rawestandin û ji bo plansaziya dema pêş pêşniyarên endaman hatin girtin û civîn bi awayeke serkeftî gihişte encamê.
Rewşa siyasî ya Kurdistan û Rojhilata Navîn
Li gorî rojevê, di destpêkê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, taybetî rewşa dawî ya li bakurê Kurdistan û Tirkiyê, banga Birêz Abdullah Ocalan ya bi navê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk”, bi giştî pêvajoya lêgerînên aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd li bakurê Kurdistanê, rewşa rojhilatê Kurdistanê û êrîş û tehdîtên dewleta Îranê yên li ser gelê me, rewşa girtiyên siyasî, şerê di nabera Amerîka-Îsraîl û Îranê û bandora vî şerî li ser Kurdistan û herêmê, êrşên piştî serê salê yên li rojavayê Kurdistanê, rewşa rojavayê Kurdistanê û peywendiyên li gel deshilata Şamê ya nû, li başûrê Kurdistanê kêşe û qeyrana siyasî, îdarî û aborî, piştî 20 mehan li ser hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê derbazbûyî jî avanekirina hikûmeta nû, guhertin û bûyerên dawî yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn, her wiha helwest û bandora hêzên cîhanî li herêmê, bi van hemûyan ve girêdayî li dijî êrîşên li ser Rojava xurtbûn û geşbûna çalakiyên gelê me li hember dakirkeran û li hundir û li derveyî welat bû deng û rengê gelê me, bi awayekî berfireh hatin gengeşekirin.
24emîn Civata Giştî a KNKê di demekî wisa da kom bû ku li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê, nîqaşên germ ên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd têne kirin û di vî warî de lêgerîn, diyalog, bang, kombûn û daxuyaniyên giring hene.
‘Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên azadî û entegrasyonê bêne derxistin’
Ev e 20 meh in li girava Îmraliyê di navbera Birêz Abdullah Ocalan û rayedarên dewleta Tirk de, li ser çareseriya pirsgirêka Kurd mûzakere têne kirin. Di encama van hevdîtinan da Birêz Ocalan roja 27.02.2025an da bi navê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” bangek kir. Li ser vê bangê, PKKê kongreya xwe ya 12. di navbera rojên 5-7ê Gulana 2025an de pêk anî. Di 11.07.2026an de grubekî sembolîk a gerîla çek şewitandin. Di 05.08.2026an de li parlamentoya Tirkiyê bi navê “Komîsyona Hevpiştiya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” komîsyonek hate çêkirin. Piştî gelek hevdîtin û xebatan komîsyonê di meha Sibata 2026an de roporek pêşkêş kir. Niha pêvajo derbazî merheleya qanûnî bûye. Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên azadî û entegrasyonê bêne derxistin. Li ser van xalan hevdîtin û danûstandin hene, lê heta niha negiştine encamekî. Herwiha heta niha statûya Birêz Abdullah Ocalan jî nehatiye zelalkirin.
Her çend ev pêvajo weke tête xwestin heta niha ne meşiyabe jî, lê pêvajo ne xitimiye û berdewam e. Ev pêvajo ne tenê ji bo bakurê Kurdistanê, di heman demê de ji bo hemû Kurdistanê gavekî dîrokî û stratejîk e. Eger ev pêvajo bi awayekî erênî pêşbikeve û bigihe encamê, wê bandora xwe ya erênî li hemû Kurdistanê bike. Hingê em ê bikarin deskeftiyên Başûr û Rojava hem mezintir bikin û hem jî biparêzin, ji bo rojhilatê Kurdistanê jî em dikarin derbazî merheleyên nû bibin û gelê xwe yê li wî parçeyî jî azad bikin.
Heta niha ev pêvajo weke tê xwestin ne meşiya ye. Hikumetê heta niha gavên şênber neavêtine û raste peyamên rayedarên wan ên erênî berdewam in û lê zimanê ragihandina wan heta niha jî ne zimanê aştiyê ye.
Li ser vê Civata Giştî ya KNKê, ev rewş bi awayekî taybet hilda rojeva xwe û van xalên jêrîn ji raya giştî re radigihîne:
Civata Giştî ya KNKê, pêvajoya li Îmraliyê ya di navbera Birêz Ocalan û dewleta Tirk de, bi erênî dibîne û piştgiriyê lê dike. Ji bo ev pêvajo bi awayeke serkeftî bigihe encamekî baş, em ê jî weke KNK, ji aliyê xwe ve hemû derfetên xwe kar bînin. Ev pêvajoyek gelek giringe û eger pirsgirêka Kurd li bakurê Kurdistanê bikeve rêya çareseriyê, di heman demê de bandorekî gelek pozîtîf li ser her sê parçeyên din ên Kurdistanê û yekrêziya nav mala Kurd û Kurdistaniyan jî dike.
Banga ji bo gelê Kurd û hemû rêxistinan
Em bang li hemû hêz, sazî, partî, rêxistin û hemû gelê Kurdistanê dikin ku bi erênî nêzî vê pêvajoyê bibin û piştgiriyê lê bikin.
Em bang li dostên gelê Kurd û hêzên aştîxwaz dikin ku di vê pêvajoyê de gelê Kurd tenê nehêlin û ji bo serkeftina vê pêvajoyê têbikoşin.
Em bang di serî de li Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa û hemû saziyên navneteweyî û hêzên Cihanî dikin û dibêjin; peywendiyên xwe yên li gel Tirkiyê ji bo serkeftina vê pêvajoyê kar bînin.
Banga ji bo dewleta Tirk
Her wiha em bang li rayedarên dewleta Tirk dikin û dibêjin, vê derfetê ji destê xwe nerevînîn, ji bo bikare vê pêvajoyê pêşve bibe pêşiya Birêz Ocalan vekin û serbest berdin, rojekî zûtir vê pirsê bêxin rojeva Parlamentoyê, zemîna siyasî û hiqûqî ya çareseriyê pêk bînin.
Ji bo bi awayeke baştir pêvajo pêş bikevi, ji bo di navbera herdu aliyan de rê xweş bikin û ji hemû pêvajoyê re çavdêriyê bikin, pêwîstî li alekî sêyemîn ê bêteref heye. Civata Giştî ya KNKê bang li herdu aliyan dike ku rê li ber hêzên navberkar vekin û alekî sêyemîn erkdar bikin.
Em hêvî dikin ku hemû alî li berpisyariya xwe xwedî derkevin û di encama vê pêvajoyê da pirsgirêka Kurd bête çareserkirin.
Li aliyê din rejîma Îranê jî di nava krîzek mezin de ye. Krîz hem ekonomîk e, hem civakî ye, hem siyasî ye. Rejîma Îranê, welat ji hemû neteweyên li Îranê, baweriyên cuda û ji jinan re, kiriye zîndanek vekirî û li ser nefesa xelkê rûniştiye. Eve ji 40 salan zêdetire Komara Îslamî ya Îranê, di serî de mafên jinan û mafên demokratîk ên hemû gelên Îranê, binpê dike û kesên muxalîf serkut dike. Gelên Îranê, ne rehet in, ne razî ne û doza azadî û welateke demokratîk dikin. Civîn, taleb û xwestinên gel ên azadî û avakirina welatekî demokratîk, heq û meşrû dibîne, piştgirî dide xwepêşanderan û çalakvanên azadîxwaz. Herwiha civîn, êrîşên rejîma Îranê yên li ser xwepêşanderan û îdamkirina çalakvanan şermezar û mehkum dike.
‘Bêguman wê gelê me yê rojhilatê Kurdistanê derfetan bi kar bîne’
Ev e saleke di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de rewşeke şer heye. Ev şer car caran giran dibe û car caran jî radiweste. Lê heta niha berdewam e. Îro li herêma me, Şerê Cihanî yê 3yemîn heye. Armanca vî şerî jinûve dîzaynkirina herêmê ye. Li ser vê bingehê pergala siyasî ya 100 sal beriya vê hatibû pêşxistin, dixwazin biguherînin. Ev pergal li ser hîmê parçekirin û înkarkirina Kurdistanê hatibû avakirin. Lê îro ev pergal di nîqaşê de ye. Bi taybet şerê di navbera Îran û Emerîka-Îsraîlê de heyî, ji bo tevahî gelê Îranê û gelê me yê rojhilatê Kurdistanê, mecaleke nû ava dike. Weke Kurd, em di vî şerî de ne aliyê tu kesî ne. Lê belê ger ku ev şer bi xwe re derfetên nû yên şoreşê ava bike, bêguman wê gelê me yê rojhilatê Kurdistanê jî van derfetan bi kar bîne. Li ser vê bingehê li rojhilatê Kurdistanê, rêkeftina di navbera 6 rêxistinan de hatî çêkirin tiştekî erênî ye. Her çi bibe bila bibe em bawer in di vê dema dîrokî de gelê me yê rojhilatê Kurdistanê wê roleke girîng bileyîze.
Ji despêka şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê ve, bi hêceta ku hêzên rojhilatê Kurdistanê li wê deverê hene, Îran êrîşî başûrê Kurdistanê dike. Di heman demê de Îran polîtîkaya xwe ya darvekirinê jî berdewam dike û girtiyan îdam dike. Herwiha bi vê yekê girêdayî êrîşên li ser kolberên Kurd jî zêde kirine û rojane kolber têne qetilkirin. Ev rewşeke giran û xeternake û divê neyête qebûlkirin.
Em êrişên dewleta Îranê yên ku li başûrê Kurdistanê û li ser hêzên rojhilatê Kurdistanê pêk tîne, bi tundî şermezar dikin. Bang li partî û rêxistinên siyasî, saziyên medenî, rewşenbîran û bi giştî gelê me dikin ku li hemberî êrişên dewleta Îranê li ser bingeha yekitiya neteweyî rawestin û helwest bigrin.
Civîn bang li hemû hêzên muxalîf ên Îranê jî dike ku jibo avakirina welatek azad û demokrat, eniyekî hevbeş ava bikin û li hember rejîmê bi yek dengî derkevin.
Her wiha civîn, bang li hêzên cîhana demokratîk dike ku gelên Îranê tenê nehêlin û li hember despotan çalakvanan destek bikin.
Ev e salek û nîve li Suriyê rewşek nû heye, rejîma Baas têk çûye û hêzên selefî li Şamê bûne desthilatdar. Di serê vê salê de bi piştgiriya dewleta Tirk, hêzên rêveriya Şamê êrîşî deverên Rêveberiya Xweser kirin. Di van êrîşan de weke Gelê Kurd me zererên mezin dîtin. Li hember van êrîşan li seranserê Kurdistan û Cihanê, Kurd û dostên Kurdan bi girseyên mezin û bi yekgirtî daketin qadan û piştgiriya rojavayê Kurdistanê kirin. Piştî şer rawesta û peymanek bi rêveberiya Şamê re hate çêkirin. Herçend bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê re peymanek hatibe îmzekirin jî, lê mesele hîna nehatiye çareserkirin. Bi vê peymanê ve deshilata Şamê, bi awayeke fermî heyîna gelê Kurd û mafên wan ên destûrî dipejirîne, lê heta niha ev peyman weke tê xwestin nehatiye cihbecihkirin. Civîn vê peymanê giring dibîne, piştgiriyê lê dike û dixwaze di demeke zûtir de bikeve meriyetê.
Li aliyê din piştî têkçûna rejîma Baas, li ser Elewî, Mesîhî û Durziyan gelek êrîş pêk hatin. Di van demên derbazbûyî de li hember bawermendên Elewî û Durzî komkujî pêk hatin û eger tedbîr neyêne girtin ev komkujî li hember Elewî, Mesîhî, Kurd û Durziyan dê dubare bibin. Civîn êrîşên li ser Elewî, Mesîhî û Durziyan şermezar dike û bang li hemû hêzên peywendîdar dike ku li hember van êrîşan rawest in û hemû pêkhateyên Sûriye bêne parastin.
Desthilatdarên Şamê yên nû, dixwazin li ser netewperestiya Erebî sîstemeke Îslamî ava bikin. Bîr û hizrên wan ji pîvanên demokratîk dûr in. Jin û mafên jinan di rojeva wan de nînin. Kesên sekuler û demokrat di bin zextan de ne. Ev jî rewşeke ne diyar derdixe holê. Eger Suriyeyek demokratîk ava nebe, wê alozî berdewam bikin û mumkine Suriye parçe bibe. Di vî warî de divê Kurd hişyar bin, dost û hevalbendên xwe zêde bikin.
Rojava, bi giştî di rewşeke hesas de derbas dibe. Parastina deskeftên şoreşa Rojava, karekî serekeye. Weke berê ev rewş wê di rojev û plansaziya KNKê de cihê xwe bigre û wê bête şopandin.
Başûrê Kurdistanê, deverek azadkirî û xwedî statûyek federal e, ev rewş jibo hemû Kurdistaniyan hêviyek mezine û cihê keyfxweşiyê ye. Çi dibe bila bibe divê ev deskeftî bêne parastin û bêne pêşxistin. Parastina deskeftên gelê me li Başûr, erkeke neteweyî ye. KNK, li ser parastina deskeftên Başûr hesase. Em dixwazin ev deskeft firehtir bibin û bikevin xizmeta hemû Kurdistaniyan.
Rewşeke ne diyar li seranserê Iraqê jî heye û ev rewş jibo statûtaya Kurdistanê jî xeteriyan bi xwe re tîne. Ji ber ku Iraq di nava qeyranek mezin de ye, gelek destên biyanî jî dikevin nava Iraqê. Li devera madeya 140 pêvajoyek Erebkirinê li dijî niştecihên Kurd tê meşandin û gelek cihan dest danîne ser zeviyên cotyaran û Kurd ji gelek cihan têne derxistin. Mixabin di vê rewşa ne diyar û xeternak de, hêzên Kurdî ne yek deng in û belave ne.
‘Divê hemû hêzên Kurdistanî ji bo parastina deskeftên Kurdistanê bi hev re tevbigerin’
Eve ji 20 mehan zêdetire li başûrê Kurdistanê hilbijartin hatine çêkirin, lê heta niha hikumeta nû nehatiye avakirin û hilbijartina serokatiya herêmê jî pêk nehatiye û parlamento ne li ser kar e. Di vê demê de yekrêziya di nav mala Kurd de gelek giring e. Eger em weke Kurd yekrêz nebin, statuya federal û gelek deskeftên me dikarin têk biçin. Di heman demê de deverên dabirayî (deverên maddeya 140) jî dikarin bi temamî ji Kurdistanê bêne qetandin. Ji xwe eve demeke li gelek deveran demografiya herêmê tê guhertin. Divê hemû hêzên Kurdistanî, nakokiyên di nav xwe de bidin aliyekî û ji bo parastina deskeftên Kurdistanê bi hev re tevbigerin.
Ji despêka şerê Emerîka-Îsraîl û Îranê ve, bi hêceta ku hêzên rojhilatê Kurdistanê li wê deverê dimînin, êrîşên Îranê yên li ser başûrê Kurdistanê zêde bûne. Êrîş tenê li ser baregehên hêzên Rojhilat nînin, li ser tevahiya başûrê Kurdistanê ne. Civîn vê êrîşakariyê bi tundî şermezar dike û piştgiriya gel û rêveberiya Başûr dike.
‘Divê Şengal bê parastin’
Di civînê de rewşa Şengalê û bi giştî rewşa bawermendên Êzidî jî hate rojevê. Pirs û pirsgirêkên Şengalê jî berdewam in. Şengal parçeyek ji axa Kurdistanê ye. Şengal ji gelek aliyan ve di bin êrîşan de ye, divê hemû hêzên Kurdistanî li dijî êrîşên dagirkeran ên li ser Şengalê derkevin û Şengal bê parastin. Divê li Şengalê nasnameya Êzidîtatiyê bê parastin, demografiya Şengalê neyê xirabkirin û gelê Şengalê xwe bixwe bi rêve bibe.
Rewşa Kurdên Feylî jî, di civînê de hate rojevê. Pirsgirêka Kurdên Feylî, ev demeke dirêje di rojeva KNKê de ye. Ji bo li ser rewşa Kurdên Feylî raweste, KNKê komîteyek teybet ava kiriye û ev komîte di nava xebatê de ye. Kurdên Feylî, di gelek waran de di bin zext û êrîşan de ne. Bi taybetî jî di bin êrîşa asîmîlasyonekî gelek mezin de ne. Ev mesele ne tenê mesela Kurdên Feylî ye, ne tenê mesela KNKê ye, di heman demê de meseleyek neteweyî ye û divê hemû hêzên Kurdistanî, li ser vê rewşa Kurdên Feylî rawestin û divê çareseriyek adilane ji vê meseleyê re bête dîtin.
Di civînê de rewşa bawermendên Yarsan jî, hate rojevê û li ser pirsgirêkên wan jî hate rawestan. Bawermendên Yarsan, li rojhilatê Kurdistanê hem weke Kurd hem jî weke bawerî di bin zextekî giran de ne. Dînê Yarsanî, baweriyeke kevnare ya Kurdistanê ye û divê weke xwe, weke ku heyî bête parastin.
Dema rewşa rojhilatê Kurdistanê û Îranê tê rojevê, mixabin gelek caran rewşa Kurdên Xoresanê tê jibîrkirin. Ev kêmahiyek piraniya rêxistinên Kurdistanî ye. KNK, ji damezrînê û heta niha hewl dide ku li ser rewşa Kurdên Xoresanê raweste û temsîla wan li KNKê hebe. Eger ew bi awayekî kêm be jî temsîliyeta Kurdên Xoresanê di KNKê de heye. Divê ev temsîliyet bête xurtkirin. Divê pirs û pirsgirêkên Kurdên Xoresanê bikevin rojeva hemû rêxistinên Kurdistanî.
‘Parastina vî gelê qedîm wezîfeyek mezin a KNKê û hemû hêzên Kurdistanî ye’
Di civînê de rewşa gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî jî hate rojevê. Asûrî-Suryanî-Kildanî, miletekî qedîm ên herêma me ne û ji damezrandinê û heta niha temsîla wan di KNKê de heye û di rêveberiyê de jî cihê xwe digrin. Di dîrokê de gelek qetlîam û jenosîd li hember vî gelî pêk hatine. Ev gel ne tenê di aliyê etnîkî de têne hedefgirtin, di heman demê de di aliyê bawerî de jî di bin êrîşên giran de ne. Bi hatina DAIŞê, hedefek yekem jî, gelê Asûrî-Suryanî-Kiladanî bûn û li ser wan jî qetlîam pêk hatin. Ji ber van sedaman li herêmê nifûsek kêm maye û hingî diçe kêmtir dibin. Parastina vî gelê qedîm wezîfeyek mezin a KNKê û hemû hêzên Kurdistanî ye. Em ê li ser vê erka xwe her dem rawest in. Qeder û rizgariya gelê Kurd û ya gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî, bi hev re girêdayî ye û serkeftin jî wê bi hev re be.
Weke gelê Kurd, gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî, Ermenî, Ereb, Tirkmen û gelên din ên li Kurdistanê, divê di bin garantiya civakî û siyasî de xwedî mafên xwe yên demokratîk bin. Divê mafên van pêkhateyan nebin qurbana hesabên desthilatdariya siyasî, divê wek gelên qedîm ên vî welatî werin destgirtin. Divê ev pêkhate di hemû biryarên paşerojê de beşdar bin û mafên wan ên demokratîk ne li gorî hêjmarê be, li gorî konsesûs û lihevkirinê be.
KNK her cureyê du standartî û nijadperestiyê ji kê were bila were, red dike û bang li hemû hêz û hemû rayedarên siyasî yên Kurd û yên wan pêkhateyan dike ku rê nedin hêzên hundir û derve yên ku dixwazin bi neteweperestiyê ve parçebûyînî pêş bixin.
Beşek mezin ji civaka Kurdistanê bawermendên Rêya Heq – Elewî ne. Ev dîn ev bawerî jî, baweriyek qedîm û kevnare ya Kurdistanê ye. Bawermendên Rêya Heq (Elewî), di tarîxê de rastî gelek êrîş û komkujiyan hatine. Roja îro jî hêca weke tê xwestin, nikarin li gorî baweriya xwe îbadet bikin û jiyan bikin. Hêca rastî biçûkdîtinê û cihêkariyê têne. Di heman demê de ji aliyê dewletê ve têne asîmîlekirin û tê xwestin ku di nava civaka Sunî de bêne helandin. Gelek endamên KNKê ji Rêya Heq in û nûnerên wan di nava KNKê de cihê xwe digirin. KNK, rêz ji vê baweriyê re digire û bi hemû awayî mafên bawermendên Rêya Heq diparêze.
Di civînê de rewşa Kurdên Anatoliya Navîn jî hate rojevê. Nûnerên Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) ku di KNKê de endam in, rewşa gelê me yê herêmê anîn ziman û agahdarî dane civînê. Kurdên Antoliya Navîn demek dirêje weke Kurdên navenda Kurdistanê cihê xwe di nava şoreşê de digrin û xwe xwediyê Kurdistanê dibînin. Ji ber vê rewşê jî bi êrîşên nijadperestî re rûbirû dibin. Divê hemû hêzên Kurdistanî vê rewşê berbiçav bigrin û gelê me yê li Anatoliya Navîn tinê nehêlin.
Di civînê de, rewşa Kurdên li welatên ESENGê (Welatên Sovyeta Berê) jî, hate rojevê û li ser hate rawestan. Ev demeke, li welatên nava Asya yê, li Qazaxistan û Kirgizistanê, êrîş li ser Kurdan çêdibin. Kurd, ne tenê li Kurdistanê di bin êrîşan de ne, her wiha li seranserê Cihanê jî di bin tehdît û êrîşan de ne. Heta welatekî azad ji Kurdan re neyê avakirin, ev tehdît û êrîş wê berdewam bin. KNK, li her cih û deverê, mafê gelê Kurd tîne rojevê û diparêze.
‘Pêşketina tevgera jinê li cîhanê de deng vedaye’
Rewşa jinan jî di rojeva civênê de bû. Nûnerên rêxistinên jinan bi awayekî xurt beşdarî Civata Giştî bûn û bi nirxandin û analîzên xwe, civîn dewlemend kirin. Her çiqas tevgera jinê, li Kurdistanê pêş ketibe jî û di asta jor de di nava sazî û dezgehên Kurdistanî de cihê xwe digre jî, weke welatên din ên Cihanê li welatê me jî, pirsgirêka azadiya jinê nehatiye çareserkirin. Pêşketina tevgera jinê li Kurdistanê, cihê şanaziyê ye û di asta Cihanê de deng vedaye. Lê mesele mezine, rê û rêbazekî kûr û dirêje. Divê zihniyeta hezaran salan bête guhertin. Her wiha tevgerên jinan, daxwaz dikin ku di partî û rexistinên siyasî de hêjmara jinan bête zedêkirin. Jin, li ser têgihiştina baviksalariyê di siyaseta Kurdî de, rexne li partiyên siyasî dikin û dixwazin di hemû partiyan de, li gorî heqîqeta jinê rêya siyasetê ji jinan re bête vekirin. Bi taybetî, ji partiyên siyasî tête xwestin ku di karên yekitiya neteweyî de, astengiyên li pêş beşdarbûna jinan bêne rakirin, da ku nîqaş û çareseriyên derbarê yekitiya neteweyî bi beşdariya jinan xurttir bibin.
Divê hemû nêzikatiyên cudakariya li ser jinê, wek nêzikbûnek antî demokratîk bête destgirtin û rêzgirtina li hember îradeya azad a jinê di siyasetê de bibe binesaziya têgihiştinê. Divê kuştina jinan çi li malê çi li kolanan weke sûcên li dijî mirovahiyê bête dîtin. Pewîste jin bi îradeya xwe ya azad, di nava siyaset û saziyên biryarê de cihê xwe bigrin. KNK her cure amûrkirina jinê di siyasetê de red dike û rêzê li vîna azad a jinê digire û banga hemû hezên siyasî û civakî yên Kurdistanî dike ku li hember îradeya jinan rêzgirtî bin.
Li ser salvegera Peymana Lozanê jî hate rawestan û wê di 103. salvegera Peymana Lozanê da weke her sal li bajarê Lozanê, kombûn û xwepêşandanên girseyî bêne lidarxistin.
Mijara dîplomasiyê jî xaleke sereke bû. Li ser yekkirina dîplomasiya Kurd û Kurdistanê jî, gelek hate rawestan. Pêwîstiya avakirina navendekî dîplomasiya hevbeş weke xwestinekî sereke derket pêş. Di vî warî de xurtkirina “Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî” bû rojeveke sereke.
Di Konferansa 100emîn Salvegera Peymana Lozanê de, ji bo xurtkirina yekrêziya nav mala Kurdistaniyan, biryara komkirina Konferansek Neteweyî hate standin. Ev mijar di civînê de weke xaleke bingehîn hate destgirtin. Ji xwe eve demeke ev mijar di rojeva KNKê de ye. Pêşiya civîna Civata Giştî jî, li ser vê mijarê ji welatên cûrbecûr û li seranserê Kurdistanê, bi kesayetên serbixwe û giregirên Kurdistanê re, civînên şêwirê hatin çêkirin û nêrîn û pêşniyar hatin girtin. Em dikarin bêjin Civata Giştî ya 24. bû civîna amadekariya Konferansa Neteweyî û civînê ev mijar kire parçeyek mezin a plansaziya xwe. Amanc ewe ku di nava vê salê de em bikarin Konferansekî Neteweyî kom bikin û hemû pirs û pirgirêkên xwe di vê konferansê de nîqaş bikin û li ser bingeha stratejiyek hevbeş yekitiya xwe xurttir bikin. Di van mehên pêşiya me de xebata me ya mezin wê di vî warî de pêş bikeve.
‘Xebata yekitiya Kurd a demokratîk pir girîng e, nebe nabe ye’
Pir aşkere ye, serdema em tê de, ne serdemeke ji rêzê ye. Hem ji bo gelê me yê Kurdistanê, hem jî ji bo tevahî gelên herêmê serdemeke awarte ye. Wê di demên pêşiya me de qedera gelê Kurd û qedera herêmê zelal bibe. Ji bo vê em di serdemeke pir girîng û dîrokî de ne. Di encama şerê îro yê heyî de, di dîzaynkirina herêma tê plankirin de, wê çiqasî cih bidin an jî nedin gelê Kurd û Kurdistanê, ne diyar e. Ji bo vê yekê, di vê serdema dîrokî de tişta herî zêde ji bo me, ango ji bo gelê Kurd hewce ye, yekitiya neteweyî ye. Di vê serdemê de xebata yekitiya Kurd a demokratîk, pir girîng û sereke ye û weke, “nebe nabe”ye. Ango di vê dema dîrokî de pêwîstiya gelê me pir zêde bi yekitiya netewî heye, hewcehî bi stratejiyeke hevbeş heye. Ji bo ku derfetên dîrokî ji dest neyên revandin, ji bo ku gelê me jî di herêma Rojhilata Navîn de weke tê xwestin cih bigire, azad û serbixwe jiyan bike, pêşxistina stratejiyeke hevbeş pir zêde hewcehiyeke girîng e.
Rewşa Iraqê ne diyare û bêistiqrarî zêde ye
Rewşa li Kurdistan û li herêmê, krîtîke û ne zelale. Li gel tehlîkeyan eger em bikarin bi kar bînin derfet jî hene. Çar dewletên dagirker di nav qeyranên mezin de ne. Rewşa Iraqê ne diyare û bêistiqrarî zêde ye. Rewşa Suriye, li ber çavan e û heta demeke dirêj wê nekare xwe komî serhev bike. Îran weke li jor jî hatî behskirin, bi gelek qeyranan re rûbirû ye. Tirkiye, her çend xwe xurt dibîne û hinek nakokiyên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne jî, lê ew jî di nava qeyranê de ye û paşeroja wê jî nediyar e. Li herêma Rojhilatanavîn şereke Cihanî heye. Dewletên dagirkerên Kurdistanê her yek bi awayekî di vî şerî de teref in. Herêm ber bi guhertineke mezin ve diçe.
Li hember vê rewşê eger em bikarin xwe baştir rêkbixin û yekitiya xwe xurttir bikin, em ê bikarin statuyek mayînde ji hemû Kurdistanê re çêkin. Ji bo vê yekê divê hemû hêz, partî, sazî û rêxistinên me, her wiha hemû gelê me li çar aliyên welêt û yên li her derê lê dijîn, baştir hevbigirin, sekna xwe ya neteweyî û niştimanî xurttir û mezintir bikin. Bi vî rengî em ê bikarin hemû plan û projeyên dewletên dagirker ên li dijî Kurdistanê pûç bikin.
Rewşa Kurdistanê û Cihanê ya ku li jor hatî analîzkirin, erk û wezîfeyên me jî derdixe holê. Analîz û diyarkirina kêm û kuriyan, têra me nake. Ji bo ew kêm û kurî bêne çaresrkirin, xebatek xurt ji me tê xwestin. Di serî de ji bo yekitiya neteweyî ku karê me yê bingehîn e, divê bê navber em bixebitin. Di vî warî de îmkan û derfet hene. Her wiha em dikarin di asta Cîhanê de, xebatek xurt a dîplomatîk bikin û divê em bikin jî.
Bi kurtî; dem dema yekitiyê ye. Dem dema çareseriyê ye. Dem dema azadiyê ye. Dem dema xebatê ye.”













