Berdevkê Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz diyar kir ku operasyonên leşkerî yên pêkan ên li dijî Îranê ne şerê NATOyê ne. Welatên Ewropayê jî têkildarî planên Serokê DYAyê Donald Trump daxwaza agahiyên berfirehtir dikin.
Almanyayê daxuyand ku operasyonên leşkerî yên pêkan ên li dijî Îranê ne di berpirsyariya NATOyê de ne. Berdevkê Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz, Stefan Kornelius di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de destnîşan kir ku NATO ne tifaqeke êrişê ye, tifaqeke parastinê ye.
Kornelius got, “Ev ne şerê NATOyê ye. NATO tifaqeke wisa ye ku ji bo parastina qada tifaqê hatîye avakirin.” Kornelius diyar kir ku rêveberiya Berlînê daxuyaniyên Serokê DYAyê Donald Trump girtine ber çavan, lê belê Washingtonê beriya niha derbarê planên navborî de bi muttefikên xwe re neşêwirî ye.
Wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê jî ji bo nîqaşkirina banga DYAyê ya şandina keştiyên şer bi armanca zêdekirina ewlehiya li Kendava Basrayê, hatin cem hev. Welatên Ewropayê di heman demê de derbarê çarçove û armancên planên leşkerî yên rêveberiya Trump ên li ser Îranê de daxwaza agahiyên zêdetir dikin.
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul anî ziman ku divê derbarê armancên operasyonên leşkerî yên DYA û Îsraîlê de, ku wê kengî wekî temambûyî werin qebûlkirin, zelaliyek hebe. Wadephul got, “Li vir pêdiviya me bi zelalîyeke zêdetir heye.”













