Şaxa Hejmar 6 a Egîtîm Sen a Îzmîrê bi boneya 15ê Gulanê li Cemxaneya Narlidereyê bernameyek li dar xist. Di pîrozbahiyê de bal kişandin ser dewlemendiya wêjeya Kurmancî û Kirmanckî.
Şaxa Hejmar 6 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Îzmîrê, bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Cemxaneya Narlidereyê bernameya pîrozbahiyê li dar xist. Di çalakiyê de girîngiya zimanê zikmakî û parastina wêjeya Kurdî hat nîqaşkirin. Li salonê pankarta “15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” hate daliqandin û beşdaran bi yek dengî dirûşma “Bê ziman jiyan nabe”berz kirin.
Li ser Kurmancî û Kirmanckî gotûbêj hat kirin
Pîrozbahî bi beşdariya gelek dildar, nivîskar û xemxûrên zimanê kurdî birêve çû. Di bernameyê de nivîskar Mehmet Şîrîn Bûlga û nivîskar Alî Şeker li ser dîrok, rewş û pêşveçûna wêjeya Kurdî ya bi zaraveyên Kurmancî û Kirmanckî sekinîn û rewşa dawî nirxandin. Axêveran diyar kir ku parastina ziman, parastina hebûn û çandê ye.
Piştî nirxandinên li ser wêje û ziman, stranbêj Bulent Kiliç derket ser dikê. Bulent Kiliç bi stranên xwe yên Kurdî beşdaran coşand. Pîrozbahî ku rastî eleqeyeke mezin hat.
Piştî axaftin û guhdarîkirina stranan û çepikan bi dawî bû.















