Di êrîşa SÎHA ya Tirkiyeyê de endama Meclîsa Giştî ya PYDê û di heman demê de Hevseroka Ofîsa Qamişloyê Menîce Haco Heyder jiyana xwe ji dest da.
Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê aşkere kir ku endama Meclisa giştî ya PYDê û Hevseroka Nivîsgeha PYDê ya Qamişloyê Menîce Haco Heyder di êrîşa hewayî ya SÎHAyê de jiyanax we ji dest daye.
Meclisa Giştî ya PYDê di daxuyaniyê de anî ziman ku ji 38 rojan ve li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişeke sîstematîk tê kirin û ev agahî parve kir: “Di van êrişan de binesaziya herêmê, bi taybet Bendava Tişrînê ku damara jiyanê ya bi milyonan mirovên li vê herêmê ye, tê hedefgirtin. Ev êriş ne tenê gefan li îstîqrar û aştiyê dixwin, lê armanc ewe ku planên mêtingeriyê yên Osmaniya Nû pêk bên, hêmanên jiyanê yên gelên Bakur û Rojhilatê sûriyeyê werin têkbirin.
Tevî van êrişên hovane û yên bênavber, lê HSDê û YPJê rojane destanên lehengiyê dinivîsînin û vê berxwedanê ji vîna gelên herêmê yên ku teslîmbûyînê qebûl nakin û piştgiriya hêzên xwe dikin, werdigirin. Berxwedana ku heta van kêliyan li Bendava Tişrînê tê kirin, ne tenê şerê parastina xakê ye, lê belê şerê hebûn û dîrokê ya ji bo azadî û rûmetê ye. Dewleta Tirk li dijî sivîlên ji bo parastinê li Bendava Tişrînê nobedariyê dikin, bi balafirên şer êriş dike. Dewleta Tirk di 18ê çile de careke din êriş kir û komkujiyeke hovane pêk anî. Di encamê de 4 sivîl şehîd bûn û gelek sivîl jî birîndar bûn. Ev hemû digel bêdengiya navneteweyî de pêk tên. Ev sûcên bênavber binpêkirina aşkera ya nirxên mirovî û qanûnên navnetweyî ne û li sicila sûcên rejîma Tirk a komkujî û sûcan zêde dibe. Em Meclisa Giştî ya PYDê bi xemgîniyekê nasnameya endama meclisa giştî ya partiyê û hevseroka Nivîsgeha PYDê ya Qamişloyê Menîce Haco Heyder tevî şehadeta 3 hevrêyên din ên nobedar aşkera dikin. Hevrê Menîce sembola têkoşîn û fedakariyê bû. Di jiyana xwe de li hember doza jinan û doza gelê xwe bi rihê berpirsiyartiyê tev digerî . Di pêşkêşkirina xizmetê ji bo gel û doza xwe de heta kêliya dawiyê dudilî nebû.
Em Meclisa Giştî ya PYD`ê van komkujiyên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar dikin û bang li civata navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku bi berpirsiyartiyên xwe rabin û van êrişên hovane yên li dijî gelê me bi dawî bikin.”