Di encama êrişa xwekuj a li bajarê Maiduguri ya li bakurrojhilatê Nîjeryayê de herî kêm 23 kesan hatin kuştin û zêdetirî 108 kes jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku li bajarê Maiduguri yê paytexta eyaleta Bornoyê duh teqînek çêbû û herî kêm 23 kesan hatin kuştin û 108 kes jî birîndar bûn. Berdevkê polîsan Nahum Kenneth Daso diyar kir ku li gorî agahiyên destpêkê êriş ji aliyê kesê xwekuj ve hatiye kirin.
Rayedaran dan zanîn ku piştî êrîşê wan rewşa bajêr xistiye bin kontrola xwe û hêzên ewlehiyê li herêmê tedbîrên zêde standine.
Li gel ku li Maiduguriyê di salên dawîn de bûyerên êrişê rû nedabin jî di demên dawîn de êrîşên komên çekdar li gelek deverên Nîjerê zêde bûne.
Di şer û pevçûnên li bakurrojhilatê Nîjeryayê de ku ji sala 2009an ve ye berdewam dikin, di serî de Boko Haram û baskê Efrîqaya Rojava yê DAÎŞê di encama êrîşên komên çekdar de zêdetirî 40 hezar welatiyan jiyana xwe ji dest dane û nêzîkî 2 milyon kes jî ji cih û warên xwe bûne.











