Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed, di çarçoveya serdanên xwe yên Cejna Qurbanê de li Efrînê serdana welatiyan kir.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed serdanên xwe yên li Efrînê berdewam dike.
Ehmed piştî 9 salan cara yekem serdana gundê Zerkayê yê girêdayî navçeya Reco ya Efrînê kir. Welatiyan Îlham Ehmed bi awayekî coş pêşwazî kir.
Pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin
Di serdanê de Ehmed Cejna Qurbanê ya gel pîroz kir û piştre bi welatiyan re rûnişt. Ehmed guh da pirsgirêk, daxwaz û pêdiviyên welatiyan.
Bi rayedarên Hikûmeta Demkî re hatibû cem hev

Îlham Ehmed her wiha di serdana xwe ya Efrînê de bi rêveberiya Hikûmeta Demkî re jî hate cem hev. Di hevdîtinê de rewşa herêmê, pirsgirêkên heyî û xebatên rêveberiyê hatin nirxandin.
Serdanên Îlham Ehmed ên li Efrînê dê bi pîrozbahiyên cejne û hatina gel hev a welatiyan berdewam bike.













