Pasdarên rejîma Îranê di ser gundekî navçeya Dalaho ya Kirmaşanê girtin û bi hinceta tev li xwepêşandanên meha çileyê bûne ciwanên Kurd ên bi navên Meysem Weysî û Mucteba Weysî qetil kir.
Sûcên li dijî mirovahiyê û înfazên li derveyî darazê yên rejîma Îranê yên li dijî Kurdan û baweriyên cuda berdewam dikin. Hate zanîn ku di sibeha 28ê Gulanê de hêzên rejîmê di ser gundê Kaleh Ganel yê navçeya Dalaho ya girêdayî parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê de girtine. Şahidên bûyerê ragihandin ku hêzên rejîmê beyî hişyarî bikin êrişî malê kirine di encama êrişî de 2 birayên Kurd ji aliyê hêzên Pasdarên Şoreşê ve hatin qetilkirin.
Bêyî hişyariyê rasterast gulebaran kirin

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Meysem Weysî û Mucteba Weysî piştî ku tevlî serhildanên seranserî meha Çileya 2026an bibûn, ji ber zextan û gefa girtinê ji neçarî jiyaneke veşartî didomandin. Piştî bi mehan, cihê wan ji aliyê hêzên ewlekariyê û îstîxbaratê yên rejîmê ve hate tespîtkirin.
Hate daxuyandin ku hêzên Pasdaran dor li mala ku her du bira lê bûn girtine. Li gorî zanyariyan, hêzên çekdar ên rejîmê bêyî ku tu hişyariyekê bidin ji her alî ve rasterast mal gulebaran kirin. Di encama vê êrişa armanckirî de, Meysem û Mucteba Weysî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û hatin înfazkirin.
Çalakvanên naskirî yên Yarsanî bûn
Hate zanîn ku her du birayên hatine qetilkirin, peyrewên (bawermendên) ola Yarsanî bûn. Meysem û Mucteba Weysî di heman demê de li parêzgeha Kirmaşanê wekî çalakvanên çandî yên naskirî dihatin zanîn. Qetilkirina van her du çalakvanan, polîtîkayên tepisandin û qirkirinê yên rejîma Îranê yên li hemberî daxwazên mafdar ên gelê Kurd û bi taybetî civaka Yarsanî careke din nîşan da.













