Balafirên şer ên Dewleta Tirk dîsa derdora bendava Tişrînê bombebaran kirin. Di heman demê de gundewarê Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kir.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, dewleta Tirk careke din bi balafirên şer bombe li derdora Bendava Tişrînê barand. Bendava Tişrînê ji destpêka meha kanûnê û vir ve ji aliyê dewleta Tirk ve di bin bombardûmaneke giran de ye. Di êrîşan de gelek caran sivîl hatine hedefgirtin û sûcên şer ên giran hatin kirin. Di êrîşên SÎHAyan de ji 8ê çile heta niha 12 sivîl hatin kuştin û 70 sivîl birîndar bûn.
Li gel êrîşên îro ya li dijî Bendava Tişrînê dewleta Tirk li nêzî gundê El Hişa yê li rojhilatê Eyn Îsayê jî berand.