Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê pîrozbahiyên Newrozê bi coşeke mezin hat lidarxistin. Ciwanan bi çakêtên xwe agirê Newrozê geş kirin.
Li navçeya Qosera Mêrdînê bi dirûşma “Newroz Azadî û Demokrasiyê” hate lidarxistin. Deh hezaran kes beşdarî pîrozbahiyan bûn. Ji saetên sibehê ve welatiyên ku cil û bergên neteweyî li xwe kirin ber bi qadê ve herikîn. Gelek welatî di têketinê de keskeser stendin û ketin li qada Newrozê. Gelek ciwan jî ruyê xwe bi rengên kesk û sor û zer boyax kirin.
Li hemberî provokasyonê bêdeng neman
Polîsan di têketinê de bi hurgilî lêgerîna jinan kirin. Dema ku jin li dijî vê yekê derket û diyar kirin ku heke ev berdewa bike, dê Newrozê li derveyî qadê pîroz bikin. Polîsan li hember vê helwestê paş de gav avêt û dest bi lêgerîna zirav berdan.
Peyamên ji qadê deng vedan
Ciwanên ketina li qada Newrozê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan nabe”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Newroz pîroz be” û “Rojava Rojhilat, Kürdistan yek welat” berz kirin. Li qadê,”Rojek nû, jiyanek nû” hatin hilgirtin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadê hate bilindkirin. Bi derketinê re dirûşma “Bijî Serok Apo” berz bûn. Li gel posterên Abdullah Ocalan, posterên damezrînerên PKKê Mazlum Dogan, Hakî Karer, Sakîne Cansiz û gelek pêşengên din hatin vekirin.
Banga Ciwanan ji bo Têkoşîn û Rêxistinkirinê
Hevserokê DEM Partiya Qoserê Halît Karahan, welatî silav kirin, Newrozê pîroz kir û diyar kir ku ew ê pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin bi rihê Newrozê hembêz bikin.
Piştî axaftinê hunermend Hamit Karadeniz derket ser dikê û stranên xwe striya.
Gelê Kurd dê tekoşînê bidomîne
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Güneş Altin jî diyar kir ku bi mîlyonan kes li meydanên Newrozê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang dikin û daxwaza pêkanîna mafê hêviyê kir.
Parlamenterê DEM Partiyê George Aslan jî anî ziman ku tevgerên Kurd û Ocalan di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de berpirsiyariyek mezin girtine û bang li dewletê kir ku berpirsiyariya xwe zûtirîn demê de bicîh bîne.
Bi caketên xwe agir pêxistin
Piştî axaftinan, agirê Newrozê hate vêxistin. Dema ku agirê Newrozê hat pêxistin, ciwanan, wekî salên berê, çaketên xwe yên zivistanê da ber agir. Piştî axaftinan, Koma Rîtmen Azad derket ser dikê. Bi hezaran welatî bi hev re li ber stranên komê govend gerandin. Di dawiyê de, koma Ribabê derket ser dikê.













