Li gundê Dêrîş ê navçeya Stewrê şahiya Newrozê hate lidarxistin û bi coşeke mezin Cejna Newrozê hate pîrozkirin.
Li gundê Dêrîş ê bi ser navçeya Stewrê ya Mêrdînê ve, Cejna Newrozê bi dirûşmeya “Newroza azadî û yekîtiya demokratik” hat pîrozkirin. Qada pîrozbahiya Newrozê bi pankartên “Newroz pîroz be” hat xemilandin. Jin û ciwanên beşdarî pîrozbahiyê bûn cilên Kurdî li xwe kirin û alên kesk û sor û zer hilgirtin. Bi sedan kes li qada Newrozê bi coşeke mezin govend gerand. Bername bi rêzgirtinê û sirûda “Çerxa Şoreşê” dest pê kir û piştre axaftin hatin kirin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Stewrê Nefiye Demîr Cejna Newrozê li hemû beşdaran pîroz kir û hêviya xwe anî ziman ku Newroz aştî û demokrasiyê bîne.
Hevserokê DEM Partiyê yê Stewrê Muzaffer Dogan, Cejna Newrozê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Newroz a îsal dê ji bo gelê Kurd bibe Newroza azadî û yekîtiyê. Divê Rêber Apo tavilê were berdan. Gelê Kurd li rojhilat, başûr, rojava û bakur bûye yek. Ev bi saya felsefeya Rêber Apo û fedakariya şehîdên me pêk hat. Werin em ji bo rûmeta xwe rabin ser pêyan. Werin em bi her awayî yekîtiya xwe xurt bikin.”
Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Nihat Gokalp jî Cejna Newrozê ya gelê Kurd pîroz kir û wiha got: “Di vê roja taybet û dîrokî de û di vejîna gelê Kurd de, we em bi tenê nehiştin û hûn tevlî vê têkoşîna 52 salan bûn. Em ji Rêber Apo re spasdar in ku me anî vê rojê. Wekî ku hûn dizanin, gelê me yê hêja, qadên Newrozê bi hêsanî nehatin dagirtin. Ew di encama bedêl û têkoşîneke mezin de hatin dagirtin. Ev bi têkoşîna 52 salan pêk hat.”
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Hatîce Oncuyê jî wiha got: “Bi baweriya me bi nasnameyek û civakeke azad, em bi hezaran caran silavan ji Îmraliyê re dişînin. Ji vir, em Cejna Rêber Apo pîroz dikin. Pêvajoya ku ji hêla Rêber Apo ve hat destpêkirin zêdetirî salekê ye berdewam dike. Lê belê, hîn gavên berbiçav nehatine avêtin.”
Piştî axaftinan, dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Newroz” hatin berzkirin. Piştre agirê Newrozê hat vêxistin. Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bû.














