Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişloyê nasnameyên 5 kesên ku di êrîşa SÎHA ya Dewleta Tirk a li dijî Bendava Tişrînê de jiyana xwe ji dest dan, aşkere kir.
Dewleta Tirk, di 18ê çile de bi SÎHAyê êrîşî nobedarên Bendava Tişrînê kir. Di encama bombebaranê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Zêdetirî 20 kesan jî birîndar bûn. Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişloyê navên kesên di êrîşa de jiyana xwe ji dest dan aşkere kir. Li gorî Meclîsa Malbatên Şehîdan, navên kesên jiyana xwe ji dest dan wiha ne: Ekrem Rixo, Kêfo Osman, Menîce Heyder, Mizefer Mihemed û Ebdulqadir Îbrahîm.