Îsraîlê li Beyrûdê li avahiyekê xist û di encamê de bîna bi tevahî hilşewiya. Hate ragihandin ku di encama êrişê de mirî û birîndar çêbûne.
Êrişên Îsraîlê yên bi boneya Hizbûllahê li ser Libnanê berdewam dikin. Îsraîlê di seatên sibê de li paytextê Libnanê Beyrûdê bi moşekan li bînayekê xist. Di encama lêdanê de bînan bi tevahî hilweşiya. Hate ragihandin ku di encama hilweşiyana bînayê de mirî û birîndar hene. Lê heta niha derbarê hejmara windaniyan de agahiyek zelal nehate bi destxistin.













