Serokkomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de anî ziman ku ew li ser çarçove qanûneke dixebitin û wiha got: “Piştî dan û standinên pêwîst em zêde dirêj nakin û dê bînin rojeva meclisê.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan di komcivîna AKPê de li meclisê axivî.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha axivî: “Ez dixwazim têkildarî pêvajoya Tirkiyeya bê teror de hin agahiyên girîng bi wê re parve bikim. Bi hevkarê me MHPê ve pêvajoya ku dayê destpêkirin û bûye polîtikayeke dewletê qonaxên girîng derbas kiriye. Tevî provakasyonan jî me bi awayekî sebir pêvajo bi rê ve bir. Yek jî astengiya pêşya pêvajoyê pirsgirêka li Bakurê Sûriyeyê bû. Lê ew pirsgirêk jî ji aliyê Serokkomarê Sûriyeyê birêz Şara ve piranî çareser bû. Pêvajoya entegrasyonê tevî hin pirsgirêkan jî bi awayekî serkeftî pêk anîn. Em jî pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.”
Tayîp Erdogan da zanîn ku ew li ser çarçoveya qanûneke dixebitin û ev tişt vegot: “Krîza li Îranê ne tenê ji bo welatê me ji bo birayên me yên Kurd jî pir girîng bû. Bi saya pêvajoyê û kanalên diyalogê pêşî li fitneyên ku birayên me yên Kurd dê behtir zerar bibînin girt. Di pêşerojê de dê behtir bê dîtin ku ka me weke Kurd, Tirk, Ereb û Pers çawa lîstikên sînsî vala derxistin û welatê me ji keraseteke mezin xilas bû. Me jî dixwest vê pirsgirêka 50 salî bi demildest çareser bikin. Lê mixabin geşedanên li herêma me hişt ku em bi awayekî hesas û bi tedbir tevbigerin. Em niha li ser çarçoveya qanûneke ku tasfiyeya rêxistinê leztir bike dixebitin. Piştî dan û standinên pêwîst em zêde dirêj nakin û dê bînin rojeva meclisê.”













