Fermandarê HPGê Murat Karayilan di nirxandinên bi boneya Newroza 2026an kirîn de şerê Îsraîl-DYA û Îranê nirxand û anî ziman ku li Rojhilata Navîn, Şerê Sêyemîn ê Cîhanê tê meşandin û herêm ji nûve tê dîzaynkirin. Karayilan daxuyand ku ev şer herî zêde bandorê li gelê Rojhilatê Kurdistanê û neteweya Kurd dike û ji bo berjewendiyên neteweyî banga xurtkirina yekîtiya neteweyî kir.
Fermandarê HPGê Murat Karayilan di hevpeyvîna dayî Ajansa Nûçeyan a Firatê de li ser şerê Îsraîl-DYA û Îranê daxuyaniyên girîng dide. Karayilan anî ziman ku şer tevahiya herêmê girtiye nav xwe û wiha axivî: “Ev Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e. Ev şer ji bo herêmê li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve dîzayn bikin tê meşandin. Ew şerekî di navbera hêzên hegemonîk û statukoparêz de ye. Tu eleqeya gelên herêmê bi vî şerî nîne. Ev şer ne şerê gelên herêmê ye. Ji ber vê yekê, em di vî şerî de ne aliyê tu kesî ne. Wekî tevger, xeta me ya sêyemîn a xeta azadî û demokrasiyê ji bo gelan heye. Em li ser vê bingehê tevdigerin. Lê ev şer zirarê dide her kesî. Bi gotineke din, sivîl û kesên ku têkiliya wan bi tu aliyan re tune ne zirarê dibînin. Di aliyê siyasî, aborî, civakî û leşkerî de bandorê li tevahiya herêmê dike. Di encama desteserkirina Tengava Hurmuzê de aboriya hemû cîhanê bandorê dibîne. Jixwe di vê çarçoveyê de rojeveke berfireh heye.”
Şer herî zêde bandorê li gelê Rojhilatê Kurdistanê dike’
Karayilan anî ziman ku şer bandorê li tevahiya gelan dike û bandora herî zêde jî li ser gelê Kurd dike. Karayilan wiha domand. “Şer bêhtir bandorê li gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê dike. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê gelekî girêdayî nirxên xwe ye, xwedî hestek kûr a dîrok û welatparêziyê ye. Bi wesîleyê ez bi rêzdarî gelê Rojhilatê Kurdistanê silav dikim. Di pêvajoyek ewqas girîng de, divê gelê me bêtir xwe birêxistin bike, bi hişmendî tevbigere û ji her cûre êrîş û rewşan amade be. Ger êrîşek li dijî gelê Rojhilatê Kurdistanê pêş bikeve, bê guman em ê li pişt wan bisekinin. Bê guman, divê hemû gelê Kurd bi ruhekî neteweyî piştgiriyê bidin hev.”
‘Gelên Îranê û gelê Kurd ketine serdemek pir girîng’
Karayilan anî ziman ku îro gelên Îranê û gelên Rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya vî şerî de ketine serdemek pir girîng. Karayilan ev nirxandin kirin: “Divê ev rewş bi awayekî cuda neyê destgirtin. Çarenûsa gelên Îranê bi hev ve girêdayî ye. Ji bo ku pêvajoyê bi vî rengî pêşwazî bikin, divê xwişk-biratî û yekîtiya gelan bêtir derkev pêş û li gorî wê tevbigerin. Ez di wê baweriyê de me ku ev pêvajo wê bi xwe re ji bo hemû gelan û gelê Kurd serdemek nû û erênî bîne. Wekî ku me anî ziman divê geşedan bi awayekî rêxistinkirî û hişmendî werin destgirtin, divê tevger û pergala parastinê li her derê bê xurtkirin. Heke ne wisa be wê eciqandin çêbibe. Ez di wê baweriyê de me ku gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê xwedî şiyan e ku pêvajoyê bi awayekî rast şîrove bike, bizanibe kengî û çi divê were kirin, bi hişmendî tevbigerin û erkên xwe bi cih bînin.”
‘Rêber Apo li Kurdistanê ronesansek afirand’
Têkildarî êrişên li dijî paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan jî Karayilan got ku hewce nabînin bersivê bidin van derdorên dijberên azadiya gelê Kurd û ev tişt gotin: “Em hewce nabînin ku bersivê bidin kesên ku bi awayekî nebaş diaxivin, yên ku beşdar nabin, yên ku xizmetê nakin, yên ku 24 saetên xwe nadin têkoşîna gelê Kurd, yên ku ji fedakariyê re ne amade ne û yên ku direvin. Ew mîna kontra tevdigerin. Tişta ew dikin, reviyane Ewropayê û dijberiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dikin. Ked û xwîna rijandî paşguh dikin, hewl didin rûmet û nirxa wê kêm bikin. Kesên bi vî rengî çiqasî tevbigerin bila bigerin, nikarin rojê bi bêjingê veşêrin an jî tarî bikin. Ji ber ku bandora rojê pir mezin e. Derketina holê ya Rêber Apo li Kurdistanê ronesansek afirand, ronakbîrî anî û gelê Kurd di aliyê siyasî, leşkerî, civakî û dîrokî ve aqil û stratejiya xwe pêş xistiye û rê li ber kûrbûn û pêngavekê vekiriye. Kes nikare vê yekê ji nedî ve were.”
‘Berhemek Rêber Apo jî neteweya demokratîk e’
Karayilan anî ziman ku yek ji berhemên mezin ên Rêber Apo Stratejiya Neteweya Demokratîk e û wiha domand :”Nêzîkatiyên teng ên neteweperest rol û mîsyona gelê Kurd teng dikin, dixe qalibekê û bi tenê hiştinê re ji hêzê dixe. Siyaseta wiha ya paşverû û teng a neteweperestî xizmeta gelê Kurd nake. Gelê Kurd di nav xwe de asê dike Ev nêzîkatî, ji xizmeta gelê Kurd wêdetir, berevajî vê ye; em dizanin ku ev êrîş ji hêla dijmin ve têne birêve birin. Trolên dijmin vê yekê dixin rojevê. Ji ber ku dijminên gelê Kurd herî zêde ji siyaseta neteweya demokratîk ditirsin. Mînak, ew dibêjin, ‘Ma Kurd kî ne ku gelê Ereb û Tirk têxin nava tevgerê?’ Wan her tim Kurdan wekî kole dibînin. Ji ber vê yekê, ew bêtir li dijî siyaseta neteweya demokratîk tevdigerin. Em ji rapor û tomarên cûrbecûr dizanin ku ew herî zêde ji siyaseta neteweya demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve hatî pêşxistin ditirsin. Saziyên îstîxbaratê yên dewletên dagirker li ser vê mijarê bi gelekî dixebitin. Lê em hin kesên ku xwe wekî Kurd bi nav dikin û heta bandorê li hin welatparêzan, heman tiştan tînin ziman dibînin. Ev nêzîkatiyek xelet e. Ew rola Kurdan teng û kêm dike. Rêber Apo hewl dide ku têkoşîna azadî, demokrasî û xwişk-biratiya gelan a gelê Kurd li herêmê bike pêşeng. Yên ku gelekî ji neteweperestiyê hez dikin, hewce ne ku vê rastiyê bibînin. Em jî li ser vê bingehê, dixwazin şoreşa azadî û demokrasiyê li herêmê pêk bînin, guhertin û veguherînê pêk bînin. Ev armancek pir girîng û stratejiyek mezin e. Lê aqlê hin kesan ewqasî teng e û pêşbîniya wan kêm e ku hewl didin vê stratejiyê bi sekneke teng a nîjadperestiyê li ber çavan bixin. Ev hewldaneke bê feyde ye. Divê her welatparêz vê rastiyê bibîne.”
‘Tişta gelê Rojhilatê Kurdistanê bike pêşxistina neteweya demokratîk e’
Li ser girîngiya neteweya demokratîk Karayilan ev xal destnişan kirin: “Mînak dema QSD’ê li Rojava heta Dêrazor û Reqayê çû bi gotina, “Çi karê Kurdan li wê derê heye, çima ciwanên Kurd dişînin mirinê” rexne dikirin. Dema ku QSD’ê ji wê derê vedikêşe dîsa rexne dikin. Ji ber ku karê wan rexnekirin û reşkirina rastiyan e. Di rastiyê de ev ne rexnekirin e. Her kes ji bo rexneyê rast vekirî ye. Em tevgera rexne û rexnedayînê ne. Mafê welatparêzan heye ku bi gotina, ‘Çima wisa bû’ rexne bikin. Lê li vir ne rexne reşkirin û berovajîkirina rastiyan heye. Tişta ku divê bê dîtin eve. Niha tişta ku pêwîste gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bike xurtkirin û pêşxistina siyaseta neteweya demokratîk e, bi gotinekî din xwişk û biratiya gelê Kurd, Asurî-Suryanî û Ereb e. Tenê bi vê siyasetê dikarin bi awayekî gîştî şoreşa demokratkiyê li Sûriyeyê pêş bixin û bibin xwedî rol û mîsyon. Dikarin bi têkoşîna demokrasî û siyasetê xwe ji her aliyê ve xurt bikin. Siyaseta neteweya demokratîk îro dikare Kurdan di siyaseta Sûriyeyê de bike hêzekî bingehîn. Bi di nava xwe de xwe tengkirinê û di kilîdbûna Kurbûnekî bi vî tarzî de nikare tîştek bike. Ji ber vê yekê nêzîkatiyên bi vî rengî ne di berjewendiya gelê me de ye. Divê hemû welatparêz û alîgirên demokrasiyê vê rastiyê li ber çavan bigrin û li gorî wê tevbigerin.”
‘Rêber Apo dixwaze ji bo Kurdan cihek çê bike’
Karayilan anî ziman ku Abdullah Ocalan dixwaze wargehek azad û ewle ji bo gelê Kurd çê bike û wiha pêde çû: “Rêber Apo çi dibêje? Dibêje ‘ez dixwazim ji Kurdan re cihek çêbikim’. Çima? Ji ber ku bi awayekî fermi tu cihên Kurdan tune ye. Niha neteweyên ku di Neteweyên Yekbûyî de dewlet in hene, lê platforma ku neteweyên ku ne dewlet in jî hene. Gelo li wir Kurd hene? Li wir jî tune ye. Yanî di vê cîhanê de cihek nedane Kurdan. Kurd hîn jî nifûseke bê qeyd û bê cih e. Belê, li hin deveran statuya xwe heye. Ev baş e. Başûr ji vî alî ve gaveke girîng e; her wiha Rojava gavê diavêje. Lê belê divê em zanibin ku hîn jî qeyda me nîne; Qeydeke Kurdn nîne. Pêwîstî bi têkoşîneke cidî heye. Ji ber vê jî Rêber Apo dibêje ew hewl dide ji bo Kurdan cihekî çêbike. Di qanûnên Tirkiyeyê de wê cih jê re bê dayin. Têkoşîna tê meşandin bi qasî têkoşîna demokrasî û sosyalîzma demokratîk, ji wê wêdetir têkoşîna Kurdîtî û Kurdistanî ye. Weke Kurd em ê çawa li herêmê li ser xaka xwe azad bijîn? Niha têkoşîna vê tê meşandin û divê her kes vê heqîqetê bibîne.”
‘Destkeftî bi lehengiya şahîdan pêk hatin’
Karayilan got ku Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd kedek mezin daye û wiha domand. “Rêber Apo 54 sal in vî karî dimeşîne. Bala xwe bidinê, nîvê van salan girtî ye, nîvê van salan jî li derve derbas bûn. Hem li derve hem jî li zindanê ji aliyê teorîk, siyasî, felsefî ve karekî bêeman dimeşîne, gelekî hewl dide. Bi vî rengî ji bo Kurdan çeperek afirand; gelek pêşketin pêk anî û niha jî dixwaze vê demê bi ser bixîne. Her kesên ku têkildarî Kurdîtiyê bi kûrahî difikre, divê di vê çarçoveyê de binirxîne. Têkoşîna ku Rêber Apo û Tevgera me ji bo Kurdistanê meşand bi çend gotinan nikare bê vegotin. Ev hemû bi lehengiya şehîdan, bi keda Rêber Apo û destanên li zindanan û çiyê hatin afirandin. Bi hêsanî nebû. Ji ber vê jî hewldanên hin kesan ên li ser komputerê hewl didin tevlîheviyê bikin bê wate ye, encamê nikare bi dest bixe. Lê belê ji bo serxistina têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd, divê gelê me û welatparêzên Kurd li ser vê heqîqetê xwe kûr bikin.”
‘Divê yekîtiya siyasî ya Kurdan xurt bibe’
Li ser yekîtiya demokratîk a gelê Kurd jî Karayilan ev tişt anîn ziman: “Belê, di destpêka meha Çileyê de bi tarzekî komploger êrîşî gelê me yê Rojava hate kirin. Bi vê yekê re gelê Kurd li her çar parçeyan kete nava liv û tevgerê; sekneke neteweyî û ruhekî bilind raber kir û banga yekîtiyê kir. Gelê me di pratîkê de yekîtiya xwe ava kir. Têkildarî vê yekê mirov dikare bêje siyaset li paş maye. Gel çû pêşiya siyaseta Kurd. Ev rastiyek e. Divê ev rewş were derbaskirin. We pirs kir ku ev hewldan gihiştine kîjan astê. Qasî ez dizanim, hîna asteke berbiçav nîne, hin nîqaş tên kirin. Li Rojavayê Kurdistanê yekîtî çêbû, meha Nîsana borî konferansek hate lidarxistin. Dîsa li Rojhilatê Kurdistanê 6 partî bûn yek. Ev pêşketineke bi nirx û baş e. Her hewldana yekîtiyê guncaw e û bi qîmet e. Ji ber ku di tevahiya dîrokê de dema rewşa gelê Kurd berçav tê girtin, tê dîtin ku ji ber yekîtiya xwe çênekiriye têk çûye. Îro jî heman mijar di rojevê de ye. Lewma hemû hewldanên ku bi armanca yekîtiyê tên kirin, erênî ne. Ti kes ji yekîtiyê zirar nabîne, gelê me wê bi ser bikeve.”
‘Li herêmê şerê ji nûve dizaynê heye’
Karayilan bi bîr xist ku niha li herêmê şerê ji nûve dîzaynkirinê tê meşandin û ev şîrove kirin: “Îro herêma me dikele, şer heye û armanca vî şerî jinûve dîzaynkirina herêmê ye. Her kes ji bo welatê xwe dixebite. Em Kurd jî divê wisa bikin. Lê belê niha tu lê dinêrî, li cem Kurdan her kes ji bo welatê xwe na, her kes ji bo partiya xwe dixebite. Lê belê divê berjewendiyên welat û gel li ser hertişî re bên girtin. Ev pirsgirêkek cidî û neteweyî ye. Divê ev were derbaskirin. Em bi vê armancê gelek caran ketin nava hewldanan, lê heya niha pêşketineke ku bi dest were girtin, pêk nehat. Lê belê di vê dema ku herêm wisa dikele û şer li Kurdistanê diqewime de, eger ev pirsgirêk neyê derbaskirin wê xeteriyên hin cidîtir çêbibin. Ti kes nikare bêje destkeftiyên wan daîmî ne. Mesele li ser jinûve dîzaynkirina herêmê, plan tên kirin. Başe, cihê Kurdan di vê dîzaynê de çiye? Ne diyar e. Li gorî rastiya heyî, ji rewşa heyî wêdetir tiştek cuda nayê dîtin. Yanî têkildarî siberoja gelê me xeterî hene. Divê ev yek ji aliyê her kesê ve were dîtin û ev rewş were bidawîkirin.”
‘Welatê me dagirkiriye û divê herî zêde em bibin yek’
Li ser pîrozbahî û pêvajoya Newrozê Karayilan derbirî ku gelê Kurd dê cardin biherike qadan û wiha pêde çû: “Di nava çend rojan de, em ê Cejna Newrozê û Remezanê bi hev re pîroz bikin. Gelê me dîsa li qadan banga yekîtiyê dike. Newroza îsal, bi şîara Azadiya Rêbertî û Yekîtiya Demokratîk a Kurdan tê pênasekirin. Weke tevger em yekîtiya demokratîk a Kurdan weke xisûsek stratejîk dinirxînin. Em van bi armanca propagandayê nabêjin. Yan jî em nabêjin, ‘çêbe jî wê çêbe, nebe jî wê çêbe’. Em dibêjin, ‘eger nebe, nabe’. Divê yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe. Ji ber ku her kes nîqaş dike û ji bo xwe û welatê xwe dixebite. Welatê me hatiye binpêkirin. Wê demê ji beriya her kesê divê em bibin yek. Dibe fikrên me cuda bin; jixwe em gelek mezin in, em ne kêm in.”
‘Ya girîng ew e ku em li ser berjewendiyên neteweyî bibin yek’
Karayilan anî ziman ku gelê Kurd gelek mezin e û dibe ku fikrên cuda hebin lê tişta girîng berjewendiyên neteweyî ne û wiha got: “Pir xwezayî ye ku di nava me de fikrên cuda hebin û ji bo her fikrê partiyek hebe. Ya girîng ew e ku li ser esasê berjewendiyên neteweyî û hevpar, em bibin yek. Dîsa her kes dikare fikrê xwe biparêze û têkoşîna xwe bimeşîne. Jixwe yekîtiya demokratîk a ku em behs dikin, wiha ye. Dibe niha yekîtiyeke pir rêkûpêk, xwedî konge û konsey, xwedî serok çênebe. Helbet wisa ba baş dibû, lê qasî tê dîtin ev wê pir bi lez pêk neyê. Saşa 2013an dema ev mijar dîsa ketî rojevê, hin gav hatin avêtin, sala 2014an jî ev rewş dom kir. Lê piştre hate rawestandin. Kî çima sekinî ye, mijareke welê ye ku divê cuda were nîqaşkirin. Lê ji vê rewşê jî tê fêmkirin, avabûna yekîtiyeke rêkûpêk ne hêsan e. Wê demê her kes li ser bingehê stratejiyeke hevpar dikare bibe yek û xebata xwe bimeşîne. Lê belê divê xisûsên hevpar hebin. Hîn rasttir berjewendiyên neteweyî divê bi rengekî hevpar bên parastin û her kes li gorî vê tevbigere. Ne tenê li gorî rêxistina xwe, divê li gorî berjewendiyên neteweyî tevbigere, di nava xwe de bi îrtîbat be û lê dîsa bi xwe karê xwe bimeşîne. Dema berjewendiyên neteweyî bû mijara gotinê û sekneke giştî hate xwestin, divê her kes vê seknê raber bike.”
‘Em cardin banga yekîtiya neteweyî dikin’
Di berdewama axftina xwe de Karayilan banga yekîtiya demokratîk a neteweyî kir û wiha axivî: “Di têkiliyên derve de yan jî niha mîna li Rojava û Rojhilat dema rewşên awarte û mijarên girîng çêbûn, divê di nava yekîtî û neteweyî de helwestek were raberkirin. Ji dervey vê jî her kes li ser esasê bernameya xwe, dikare li parçeya ku lê ye xebatên xwe yên siyasî, rêxistinî û neteweyî bidomîne. Em îfade dikin ku di vê çarçoveyê pêdivî bi yekîtiyeke demokratîk heye. Em bang li her kesê eleqeder dikin ku car din di vê dema dîrokî de ji bo berjewendiyên gelê Kurd di çarçoveya yekîtiya demokratîk de bibin yek. Em bi vî rengî dikarin gavên ku gelê me li bendê ye, bavêjin. Çawa ku gelê me xwedî li Şoreşa Rojava derket û peyamên girîng da, niha jî li qadên Newrozê heman bang û şîar bilind dibe. Divê em jî weke siyaseta Kurd vê bêbersiv nehêlin, bi berpirsyar tevbigerin û yekîtiyeke demokratîk û neteweyî pêş bixin. Banga me ji bo hemû lîderên Kurd, rêveber, siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend, partî û rêxistinên wê ev e. Di vê pêvajoya dîrokî de em Yekîtiya Kurd a Demokratîk ava bikin. Ji bo vê em bang li her kesê dikin ku xwedî li berpirsyariya xwe derkeve. Weke Tevger têkildarî vê yekê çi pêwîst be, em amade ne bikin. Di vê demê de bi rastî jî ji bo avabûna yekîtiya demokratîk a Kurdan, em ê hemû wezîfeyên ku dikevin ser milê xwe bêteredut bi cih bînin.”
Roportaja Karayilan dê bi nirxandinên li ser Pêvajoya Aştî Civaka Demokratîk û merhaleya pêvajo hatiyê berdewam bike…













