Piştî ku Îsraîlê ragihand ku Wezîrê Îstixbaratê yê Îranê di êrişeke hêzên wan de hatiye kuştin, Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan kuştina wî piştrast kir.
Piştî ku Îsraîlê ragihand ku Wezîrê Îstixbaratê (Îtlaat) yê Îranê Îsmaîl Xetîb di êrişeke hêzên wan de hatiye kuştin, Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di hesaba xwe ya Xê de bi peyamekê kuştina wî piştrast kir.
Kanal 12 ya Îsraîlê îro ji zarê rayedarekê Mossadê ragihand ku Wezîrê Îstixbaratê (Îtlaat) yê Îranê Îsmaîl Xetîb di êrişeke hêzên wan ya duh li ser Îranê pêk hatî de hatiye kuştin.







