Welatiyên Stenbolê li gelek navçeyên Stenbolê bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” agirê Newrozê geş kirin.
Newroza îsal bi dirûşma “Newroza azadî û yekîtiya demokratîk” tê pîrozkirin. Piştî ku di 11ê Adarê de starta Newrozê hate dayîn her şev li gund, tax, navçe û bajarên bakurê Kurdistanû û Tirkiyeyê Newroz tê pîrozkirin. Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê jî li navçeyên Bahçelîevler, Umraniye, Başakşehîr, Ataşehîr, Maltepe û Beylîkduzuyê şahiyên Newrozê li dar xist.
Li Bahçelîevlerê gel cihê Pazarê yê taxa Zaferê kom bû. Pîrozbahî bi govend dest pê kir. Paşê agirê Newrozê bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate pêxistin û dest bi govendê kirin.
‘Em ê herdem li qadan bin’
Paşê Hevserokê DEM Partiyê yê Bahçelîevlerê Ahmet Subaşi axivî û got: “Em ê herdem li qadan bin. Ev Newroz gelek watedar e. Ji bo azadiya Serok em ê Newrozê li qadan bin. Di 22yê Adarê de em li Qada Yenîkapiyê bin. Newroz pîroz be.”
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.














