• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Siwêdayê 7 kes hatin kuştin

    Li Siwêdayê 7 kes hatin kuştin

    Iraqê girtina qada xwe ya hewayî 72 saetan dirêj kir

    Iraqê girtina qada xwe ya hewayî 72 saetan dirêj kir

    Iraqê girtina qada xwe ya hewayî 72 saetan dirêj kir

    Bi cil û bergên Kurdî gel vexwendin Newrozê

    Li Hesekê pevguhertina dîlgirtiyan

    Li Hesekê pevguhertina dîlgirtiyan

    Hêzên Îranê îşkence li Şerîfe Mihemedî kirin

    Şerîfe Mihemedî bi awayek demkî hat berdan

    KNK, DEM Partî û KCDK-E: Cejn bibe wesîleya aştî, demokrasî û azadiyê  HATE NÛKIRIN

    KNK, DEM Partî û KCDK-E: Cejn bibe wesîleya aştî, demokrasî û azadiyê HATE NÛKIRIN

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Siwêdayê 7 kes hatin kuştin

    Li Siwêdayê 7 kes hatin kuştin

    Iraqê girtina qada xwe ya hewayî 72 saetan dirêj kir

    Iraqê girtina qada xwe ya hewayî 72 saetan dirêj kir

    Iraqê girtina qada xwe ya hewayî 72 saetan dirêj kir

    Bi cil û bergên Kurdî gel vexwendin Newrozê

    Li Hesekê pevguhertina dîlgirtiyan

    Li Hesekê pevguhertina dîlgirtiyan

    Hêzên Îranê îşkence li Şerîfe Mihemedî kirin

    Şerîfe Mihemedî bi awayek demkî hat berdan

    KNK, DEM Partî û KCDK-E: Cejn bibe wesîleya aştî, demokrasî û azadiyê  HATE NÛKIRIN

    KNK, DEM Partî û KCDK-E: Cejn bibe wesîleya aştî, demokrasî û azadiyê HATE NÛKIRIN

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Îbrahîm Êzidî: Newroz mîrateya gelên Arî û pîroziya agir e

Navenda Nûçeyan/ AW

19 ADAR 2026 - 11:40
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Nîvîskarê Rojnameya Azadiya Welat Îbrahîm Êzidî destnîşan kir ku Newroz di serdema çanda Arî de bîrewerdiyeke dîrokî, nûbûneke gerdûnî û pîroziyeke olî ye.

 

Pîrozbahiyên Newrozê ya ku li gelek welatên li Rojhilata Navîn bi coşeke mezin tên pîrozkirin ne tenê wek hatina biharê di heman demê de wek rîtûeleke vejînê, pîroziyeke olî û hişyarbûneke ji xewa bindestiyê tê destgirtin. Ser Newrozê gelek destan, çîrok, helbest, pexşan, nîgar hene. Pîrozbahiyên Newrozê ji vêxistina agir bêhtir li dijî hemû tarîtiyan serhildanek e, pîrozî û nûbûn e.

Nivîskarê Rojnameya Azadiya Welat Îbrahîm Êzidî li ser mîrateya çanda Arî û pîroziya Newrozê nivîsek nivîsand. Nivîsa Îbrahîm Êzidî wiha ye:

“Cewherê Newrozê û pîroziya Agir di baweriya Êzdatiyê de

Di kûrahiya dîroka de, dema ku mirovahî hîn di bin tîna rojê û pîroziya xwezayê de li wateya jiyanê digeriya, civaka Êzîdî wekî yek ji miletên herî kevnar û resen ê vê axê, felsefeyeke kûr a li ser bingeha “ronahiyê” ava kir. Ev felsefe îro bixwe di cejna Newrozê de, ku wekî “roja nû” tê naskirin, rengê xwe yê herî pîroz nîşan dide. Newroz ji bo miletê Tawisîmelek ne tenê veguhastineke ji zivistanê ber bi biharê ve ye; ew bîreweriyeke dîrokî, nûbûneke gerdûnî û ji her tiştî girîngtir, pîrozbahiyeke olî ye ku koka xwe ji serdema gelên Arî digire.

Koka Newrozê: Mîrateya Gelên Arî û Pîroziya Agir

Beriya ku olên semawî û pergalên baweriyê yên nû di dîrokê de cih bigirin, li ser vê axê çanda Arî serdest bû. Wateya peyva “Arî” di bingeha xwe de bi agir û ronahiyê ve girêdayî ye. Gelên Arî, ew gel bûn ku baweriya wan bi hêza afirîner a agir û rojê hebû. Êzdatiyê wekî baweriyek pêşî yê vê herêmê, ev mîrateya Arî bi hemû reseniya wê parastiye. Ji bo Êzîdiyan, agir ne tenê amûreke germkirinê an ronîkirinê ye; agir yanî pîroziyek e ku rasterast ji ronahiya Xwedê û Tawisî Melek tê.

Di felsefeya Êzdatiyê de gerdûn li ser çar hêmanên bingehîn hatiye avakirin: Av, Ax, Ba û Agir. Her çar jî di jiyana mirovahiyê de xwedî rolên sereke ne, lê agir ji ber ku tarîtiyê radike û ronahiyê (nûr) tîne, wekî nûnerê Tawisî Melek li ser rûyê erdê tê qebûlkirin. Loma Newroz ku wekî cejna êgir tê naskirin, di rastiyê de cejna Tawisî Melek bixwe ye. Pêxistina agir di şeva Newrozê de, ji bo Êzdiyan tê wateya vejîna jiyanê, serkeftina ronahiyê li ser tarîtiyê û nûkirina peymana bi xweza û Xwedê re. Ev girêdaneke wisa kûr e ku beriya her cure navên siyasî û neteweyî, di kûrahiya dilê her oldarekî Êzîdî de wekî rûmetekê cih girtiye.

Bandora polîtîk û krîza nasnameyê

Tevî vê kûrahiya olî û dîrokî, di sedsala dawî de civaka Êzîdî bi zehmetiyên mezin ên siyasî û civakî re rû bi rû maye. Ji ber pêlên neteweperestiyê û nakokiyên siyasî yên li herêmê, gelek caran hewl hatiye dayîn ku nasnameya Êzdatiyê di bin navên cuda de were pênasekirin an jî ji koka wê were qutkirin. Ev zextên siyasî bûne sedem ku di nava hinek beşên civaka Êzidî de sarbûnek li hemberî navê “Newrozê” çêbibe. Hinek Êzidî, ji ber ku Newroz di van demên dawî de bêtir bi nasnameyên siyasî û neteweyî ve hatibû girêdan, wekî parastineke li hemberî vê helandinê xwe hinekî ji vî navî dûr xistine.

Lê belê, ev sarbûn ne li hemberî “wateya” Newrozê ye, tenê li hemberî bikaranîna wê ya siyasî ye. Dema em li jiyana gundên Êzidiyan, li Şengalê û li herêma Welatê Şêx (Laliş) dinêrin, em dibînin ku rastiya Newrozê di her malekê de zindî ye. Agirê ku di Newrozê de tê pêxistin, di çavê Êzidiyan de ne agirekî siyasî ye; ew “çiraya” pîroz e. Ji ber vê yekê ye ku hîn jî li gelek deveran Êzîdî bi germî û bi merasîmên taybet vê rojê pîroz dikin, her çend navên cuda li ser deynin jî. Parastina nasnameyê di nava Êzidiyan de carinan bi rêya hinek durketinan pêk tê, lê cewherê ku bi agir ve girêdayî ye tu carî qut nabe.

Newroz di navên Cuda de, Mêlmêlavê û Bêlinda Pîra

Yek ji delîlên herî mezin ku Newroz mîrateyeke resen a Êzidiyan e, hebûna pîrozbahiyên mîna wê di demên cuda yên salê de bi navên cuda tên lidarxistin. Wekî mînak, eşîra Ciwana di meha Çile de cejna “Mêlmêlavê” pîroz dikin. Di vê cejnê de jî amadekarî, pêxistina êgir û wateya ku didin rojê, rasterast mîna Newrozê ye. Her wiha li derdora Lalişê, kevneşopiya “Bêlinda Pîra” heye. Ev her du mînak nîşan didin ku ruhê Newrozê, yanî ruhê pîrozkirina ronahiyê û nûbûna xwezayê, di nava salê de di demên cuda de xwe nîşan dide.

Ev yek îspat dike ku Newroz ji beriya peydabûna olên nûjen ve hebûye. Ew mîrateyeke Arî ye ku Êzidiyan di hundurê pergala xwe ya olî de parastiye. Dema ku em dibêjin Newroz cejna êgir e, em di heman demê de qala dîrokekê dikin ku Êzidî lê xwedî derketine. Ji Someriyan heta roja îro, nav guherîne, sînor hatine guhertin, ferman li ser fermanan rabûne, lê agirê ku di dilê Şengalê û geliyê Lalişê de geş dibe tu carî netemiriye.

Girîngiya Şengalê wekî paytexta Êzdîxanê û parêzvana çandê

Di vê çarçoveyê de, Şengal ji herêmeke cografî wêdetir,ew bîreweriya giştî ya miletê Tawisî melek e. Şengal “koka” me ye û wekî paytexta Êzdîxanê, parêzvana herî mezin a van nirxan e. Hemû ew nivîsên dîrokî yên ku li ser Êzidiyan hatine nivîsandin û rastiyê berevajî dikin, li hemberî rastiya Şengalê û çanda wê ya kevnar bêwate dimînin. Parastina Şengalê, di heman demê de parastina agirê Newrozê, parastina baweriya Arî û parastina dînê pêşî ye.
Civaka Êzîdî ya ku îro li her deverê cîhanê belav bûye, divê vê rastiyê baş bizanibe: Newroz ne cejneke ji derve hatiye girtin e. Ew ji koka me bixwe ye. Oldarên me, rûspiyên me û her malbateke ku çiraya xwe dadixe, di rastiyê de Newrozê di hundurê xwe de dijîn. Tevî hemû polîtîkayên siyasî ku hewl didin me ji hev parçe bikin, agirê Newrozê xala me ya hevpar e ku me bi dîroka Arî û bi Tawisî Melek ve girê dide.

Roja nû û vejîna civakî

Di dawiyê de, em dikarin bibêjin ku Newroz ji bo Êzîdiyan “Roja Nû” ya vejînê ye. Ew bîranîna serdemekê ye ku mirovahî û xweza di nava ahengekê de bûn. Her çend bandorên neteweperestiyê û mijarên siyasî bibin sedem ku em carinan bi guman nêzî hinek navan bibin, lê rastiya ku di pîroziya agir de veşartî ye naguhere. Êzidî, miletê agir û ronahiyê ne. Heta ku li ser Çiyayê Şengalê agirek bê pêxistin, heta ku li Lalişê çirayek bê dadan, ruhê Newrozê dê di nava civaka Êzîdî de bijî.

Ev cejn, nîşana herî mezin a domdariya baweriya Êzdatiyê ye ku tevî hemû fermanan, hîn jî karibe bi ronahiya xwe dinyayê geş bike. Divê her Êzîdî bizanibe ku ev mîrate ya wan e, ji koka wan e û tu hêza siyasî nikare vê girêdana kûr a di navbera dilê Êzidî û agirê pîroz de qut bike. Newroz cejna me ye, û ronahiya herî mezin a ser axa pîroz a Êzidîxanê ye.”

 

Etîket: Îbrahîm ÊzidîMîrateya ArîPîrozîQunciknivîsa Rojnameya Azadiya Welat
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • KASEDê bi nasandina cil û bergên Kurdî Newroz pîroz kir

    KASEDê bi nasandina cil û bergên Kurdî Newroz pîroz kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cudahî û Hemaniyên Newrozên Kurdistanê: Li Başûr hem berxwedan hem geşt û seyran e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikên Aştiyê: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Rêber Apo

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peyama Abdullah Ocalan dê li Newroza Amedê bê xwendin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Keskîn Bayindir: Em di qonaxa azadiya birêz Ocalan de ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sibê Cejna Remezanê ye: Êdî em nikarin tiştekî li gorî dilê xwe bistînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 209 şexsiyetên Başûrê Kurdistanê projeya ‘Yekîtiya Neteweyî’ dan destpêkirin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê agirê Newrozê hate vêxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Koma Agirê Jiyan: Werin em bi ruhê Newroza azadiyê stranên xwe bibêjin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (723)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne