• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    300 dîlgirtî gihîştin Hesekê

    300 dîlgirtî gihîştin Hesekê

    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Newroza îsal mizgîniya serkeftina mezin e

    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Newroza îsal mizgîniya serkeftina mezin e

    Welatiyên Wanê: Liv û tevger heye lê dan û standin nîne

    Welatiyên Wanê: Liv û tevger heye lê dan û standin nîne

    Rojnameger Volkan Eryîgît li ser gora xwe hate bibîranîn

    Rojnameger Volkan Eryîgît li ser gora xwe hate bibîranîn

    Hêzê Asayîşî yê Rojava derbasê qezaya Çilaxa benê

    Li Kantona Firatê tedbîrên cejnê

    YRKê li çiyayên Kurdistanê agirê Newrozê pêxist

    YRKê li çiyayên Kurdistanê agirê Newrozê pêxist

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    300 dîlgirtî gihîştin Hesekê

    300 dîlgirtî gihîştin Hesekê

    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Newroza îsal mizgîniya serkeftina mezin e

    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Newroza îsal mizgîniya serkeftina mezin e

    Welatiyên Wanê: Liv û tevger heye lê dan û standin nîne

    Welatiyên Wanê: Liv û tevger heye lê dan û standin nîne

    Rojnameger Volkan Eryîgît li ser gora xwe hate bibîranîn

    Rojnameger Volkan Eryîgît li ser gora xwe hate bibîranîn

    Hêzê Asayîşî yê Rojava derbasê qezaya Çilaxa benê

    Li Kantona Firatê tedbîrên cejnê

    YRKê li çiyayên Kurdistanê agirê Newrozê pêxist

    YRKê li çiyayên Kurdistanê agirê Newrozê pêxist

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Newroza îsal mizgîniya serkeftina mezin e

Navenda Nûçeyan/ AW

19 ADAR 2026 - 18:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ji bo Newrozê peyamek da û got: “Newroza îsal ji bo xelkê Kurdistanê mizgîniya serkeftina mezin e. Bi ruhê yekîtiyê û hevpeymaniyê em ê ber bi serkeftinê ve gav bavêjin.”

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê têkildarî Newrozê peyamek nivîskî da.

Di destpêka peyamê de ev hate gotin: “Newroz ji bo Kurdan ne tenê nûbûna xwezayê ye, belkû sembola têkoşîn û xweragirê, rabûn û jiyanê ye. Ji bo wê Newrozên li Rojhilatê Kurdistanê salên dûr û dirêjin bûye derfetek ji bo têkoşînkirina li dijî siaset û kevneşopiya Komara Îslamî, hemû salê xelkê Kurdistanê bi cesareta ji çiyayan û xweragiriya azadiyê îradeya çoka rejîmê û vîna wê li erdê daye. Destkeftiyên civaka sivîl ya ji bo birêvebirina Newrozê girîng in. Ev destkeftî encama têkoşîna bê westan ya gelê Kurd û hêzên siyasî ya bi salan ku li hemberî her cûre tundî, çewisandin, bikaranîna her cûre siyaset û komployên Komara Îslamî serê xwe ne tewandiye û çok ne daniye erdê.”

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rejîma Komara Îslamî agirê şer li herêmê pêxistiye û got: “Berî vî şerî bi hezaran xwepêşanderên azadî yên li ser kolanên Kurdistan û bajarên din yên ÎRanê qetil kirin û bi hezaran kes jî girtin avêtin girtîgehê. Li gel vê hemû mafê siyasî, netewî û civakî yê Kurdan û bi taybet jinên Kurd li welatê xwe kiriye cehenem. Niha jî ji ber polîtîkayên xwe yên xirab û piştgirîkirina terorîzma dewletê pêşîgirtina aramî û aştiyê ya li herêmê û cîhanê şereke mezin destpê kiriye. Rojane navend û baregehên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi moşek û dronan dike armanc. Bi wê xeyalê ku wê pêşiya têkoşîn û xebata rizgariyê bigire. Bêguman, ev êrişên dawî ya rejîmê ya di qonaxa sekeratê de ye ne nîşana bihêzbûnê ye.”

Di beşek din ya daxuyaniyê de Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê bal kişand ser cejna Newrozê û ev got: “Newroza îsal ji bo xelkê Kurdistanê mizgîniya serketineke mezine. Li aliyekê partiyên têkoşer di çarçoveya hevpeymaniyeke siyasî de hêz û enerjiya xwe kir yek. Li aliyê din beşên civaka Kurdistanê û bi taybetî jin ji bo bidestxistina mafan tevlî nava xebat û têkoşînê bûne.

Di pîrozbahiya Newrozê de ji bo xelkê Kurdistanê piştrast dikîn ku ne moşek, ne teror û ne jî zexteke siyasî û ewlehiyê wê gavên me sist nekin. Emê hemû bi yekrêzî û Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê ber bi qonaxeke nû ya xebat û têkoşînê ve ku siberoja me diyar dike û ber bi serkeftineke nêzîk û ronîtir ve diçîn.

Cejna Newrozê û hatina sersalê li gelê Kurd pîroz dikîn, şehîdên xwe bibîr tînîn. Bi taybet şehîdên serhildana dawî yên li Kirmanşan, Îlam û herêmên din yên jêra Kurdistanê bibîr tînîn. Li dijî êrişên moşekan yên rejîma Komara Îslamî daxwaz ji xelkê Kurdistanê, hemû beşan dikin xebat û têkoşîna xwe berdewam bikin divê qonaxa hestyar de û destkeftiyên xebatên bi salan biparêzin.

Careke din di vê Newrozê de peyama xeba û têkoşînê nû dikîn. Bi serdankirina malbatên şehîdan, zarokên wêrek yên welat bibîr tînîn û bi ruhê yekîtiyê û hevpeymaniyê em ê ber bi serkeftinê ve gav bavêjin.”

Etîket: derkeftinHevpeymaniya Hêzên Siyasî yên RojhilatNewrozpeyam
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Dutaxê Newroz bi coş hate pîrozkirin

Li Dutaxê Newroz bi coş hate pîrozkirin

19 ADAR 2026
KJARê Newroz pîroz kir û banga pêşengiyê li jinan kir

KJARê Newroz pîroz kir û banga pêşengiyê li jinan kir

19 ADAR 2026
KNK, DEM Partî û KCDK-E: Cejn bibe wesîleya aştî, demokrasî û azadiyê  HATE NÛKIRIN

KNK, DEM Partî û KCDK-E: Cejn bibe wesîleya aştî, demokrasî û azadiyê HATE NÛKIRIN

19 ADAR 2026
Cudahî û Hemaniyên Newrozên Kurdistanê: Li Başûr hem berxwedan hem geşt û seyran e

Cudahî û Hemaniyên Newrozên Kurdistanê: Li Başûr hem berxwedan hem geşt û seyran e

19 ADAR 2026
Dayikên Aştiyê: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Rêber Apo

Dayikên Aştiyê: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Rêber Apo

19 ADAR 2026
Bi 77 meşaleyan Artemêtan ronî kirin

Bi 77 meşaleyan Artemêtan ronî kirin

18 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Serdana goristanan: Em ê li pey rêça wan bin TÊ NÛKIRIN

    Serdana goristanan: Em ê li pey rêça wan bin TÊ NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KASEDê bi nasandina cil û bergên Kurdî Newroz pîroz kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cudahî û Hemaniyên Newrozên Kurdistanê: Li Başûr hem berxwedan hem geşt û seyran e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikên Aştiyê: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Rêber Apo

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 209 şexsiyetên Başûrê Kurdistanê projeya ‘Yekîtiya Neteweyî’ dan destpêkirin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sibê Cejna Remezanê ye: Êdî em nikarin tiştekî li gorî dilê xwe bistînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi cil û bergên Kurdî gel vexwendin Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (736)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne