Endamê Meclîsa Ciwanan ê DBPê Ramazan Kalkan ku beriya 4 mehan li Cizîrê hatibû girtin, hat berdan.
Endamê Meclîsa Ciwanan ê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Ramazan Kalkan ê ku 26ê çileya 2026an li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi îşkenceyê hatî binçavkirin û piştre hatî girtin, hat berdan. Di danişîna navnerê ya îro de her çiqas dozgerê dozê xwest Ramazan Kalkan girtî bimîne jî heyeta dadgehê biryara tehliyeyê da û Ramazan Kalkan ji Girtîgeha Tîpa T ya Şirnex hat berdan.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnex Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên DBPê yên Şirnex Kalkan li ber deriyê Girtîgeha Şirnex pêşwazî kir.














