DEM Partiyê ya Amedê, ji bo meşa ku wê bi dirûşma “Gavek ji bo Aştiyê” bê lidarxistin, li navçeya Sûrê broşûr belav kirin. Hunermendan bi erbane û stranên xwe beşdarî çalakiyê bûn û gel vexwendin meşê.
DEM Partî û DBPê yên Amedê, xebatên xwe yên ji bo meşa girseyî ya ku wê di 16ê Gulanê de pêk bê, bênavber didomîne. Di vê çarçoveyê de li kolanên dîrokî yên navçeya Sûrê ya Amedê broşûrên ji bo meşa “Gavek ji bo Aştiyê” hatin belavkirin.
Bi erbaneyan banga tevlîbûna meşê hat kirin
Di dema belavkirina broşûran de hunermendên Koma Ma, Navenda Çandê ya Dîcle û Fıratê û Sînemaya Rojhilata Navîn bi erbaneyên xwe li kolanan geriyan û bi stranan bal kişandin ser girîngiya meşê û gel vexwendin meşê. Welatiyên li Sûrê bi çepik û tîlîliyan piştgirî dan endamên partiyê û hunermendan.

















