Li gorî agahiyan duh bi şev hêzên girêdayî rejîma Îranê bi 4 dronan û moşekan êrişî Kampa Zirgoz, Çiyayê Korek û Benî Herîr kir.
Êrişên rejîma Îranê yên li ser Herêma Federal a Kurdistanê û partiyên Kurd berdewam dike. Hate ragihandin ku şevê din Kampa Zirgoz ya li ser sînorê Silêmaniyê rastî êrişa bi droneyan a Îranê hatiye. Li gorî agahiyan di êrişê de tiştek bi kesê nehatiye, lê ziyanên madî çêbûne.
Êriş li dijî Zirgozê
Hate zanîn ku bi awayek hemwextî li dijî Kampa Zirgozê jî êriş pêk hatiye. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku rejîm Îranê bi çar moşekan êrişî çiyayê Korekê û çiyayê Benî Herîr yên li navçeya Soran a ser bi Hewlêrê ve jî hate kirin. Hate zanîn agir ji çiyayê Benî Herîr bilind bûye, derbarê ziyanan de agahî nehatin standin.













