Bernameyên pîrozbahiya Newrozê Amedê ya ku sibê tê pîroz kirin û bernameya Newroza Stenbolê ku dê su sibe were pîrozkirin diyar bûn. Di bernameyên pîrozbahiyê de li gel xwendina peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dê siyasetmedarên biaxivin û hunermendên derkevin ser dikê.
Newroza îsal bi dirûşma Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk li gelek navendan tê pîrozkirin. Berî ku Newroz werin lidarxistin bernameyên pîrozbahiyan jî hatin eşkerekirin. Bernameyên Pîrozbahiyan ên Amed û Stenbolê wiha ne.
AMED
Bernameya pîrozbahiya Newrozê ya Amedê dê li Parka Newrozê saet 10an bi koma kemençeyê dê dest pê bike.
Berfirehiya bernameyê wiha ye:
“*Saet di 10.00’ê de dê koma Kemençeyê derkeve ser dikê.
*Komîteya Amadekar a Newrozê dê derkeve ser dikê û girseyê silav bike. Piştî rêzgirtinê, dê komîteya amadekar û hevserok bi axaftinên kurt cejnê pîroz bikin û gel silav bikin.
*Piştre dê konsera Dîlan & Erkan Top dest pê bike. Piştre jî ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata û Serokê Partiya Azadî Ayetullah Aştî dê li ser navê Tifaqa Partiyên Kurd biaxivin.
*Piştre dê hunermend Alend Hazim derkeve ser dikê.
*Dê vîdeo-sînevîzyon bê pêşandan.
*Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bi Kurdî û Tirkî ji hêla siyasetmedarê Kurd Veysî Aktaş û Medya Aslan ve bê xwendin.
*Çetîn Arkaş û Tuncer Bakirhan dê biaxivin.
*Agirê Jiyan dê derkeve ser dikê.
*Leyla Zana dê biaxive.
*Zinar Sozdar dê derkeve ser dikê.
*Herî dawî jî dê peyamên siyasetmedaran bên xwendin.”
STENBOL

Bernameya pîrozbahiya Newrozê ya Stenbolê dê di 22yê Adarê li Qada Yenîkapiyê seat 11.00an de dest pê bikê û dê di 18.00an de jî dê bi dawî bibe.
Berfirehiya bernameyê wiha ye:
“* Di saet 11.00an de pêşkêş derkevin li ser dikê û bername dest pê bike
* Koma Kemençe dê derkevê li ser dikê
* Komîteya Amadekar a Newrozê dê derkeve ser dikê û girseyê silav bike.
* Piştî silavkirina Komîteya Amadekar a Newrozê, dê Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê biaxivin.
* Hezên Ked, Aştî û Demokrasiyê dê derkevin li ser dike
* Serokê Wekhev ê Konfederasyona Elewiyan a Ewropayê Hûseyîn Mat dê biaxivê
* Dayikên Aştiyê û axafvanan dê agirê Newrozê pêxin
* Hunermend Suavî dê stranên xwe bistre
* Siyasetmederê Kurd Çetîn Arkaş dê biaxivê
* Ji TJAyê Sebahat Tuncel dê biaxivê
* Koma dahol û zirna dê derkevê ser dikê
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari dê biaxive
* Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş dê biaxivê
* Di dawiyê de dê Koma Amed derkevê ser dikê”












