Stenbol – Lîstikvanê Kurd Denîz Undav di maçên FÎFAyê de bi 3 golên ku avêt Almanyayê derxist asata jorê. Denîz Undav bi performansa xwe ve di rojeva cîhanê ye. Denîz Undav li her derê Kurdbûna xwe tîne ziman û ji ber vê yekê gelê Kurd jî kêfxweşiya ya ji bo Denîz Undav nîşan dide.
Denîz Undav futbolîzek Kurd e ku li Almanyayê dijî. Yek ji lîstikvanê tîma neteweyî ya Alman e. Ew bi performansa xwe di maçên kupaya cîhanê de deng veda û performans û golên wî bû cihê metj û pesindayînê. Helbet herî zêde jî Kurd meth û pesnê wî didin. Medyaya Tirkan jî di rojên dawî de ji ber performansa wî ya di maçên Almanyayê de neçar man ku pesnê wî bidin. Di maça duyemîn a Almanyayê ya tura cîhanî de di deqîqeya dawî de bi avêtina gola xwe ya nûwaze Almanya derxist asta jor.
Malbata Undav ji Rihayê koçî Almanyayê kir
Gelê Kurdistan û Tirkiyeyê navê Denîz Undav gelek bihîstiye. Denîz Undav di 19ê Tirmeha 1996an de li bajarê Achima Almanyayê hate dinê. Malbata Denîz Undav ji gundê Zevrayê ya di navbera quntara Qerejdaxê û Wêranşarê de ye koçî Almanyayê kiriye. Denîz Undav li Almanyayê mezin dibe û li vir dest bi fûtbolê dike.
Her ku diçe performansa wî xurttir dibe
Denîz Undav di Tîma TSV Achimê dest bi qeriyera xwe ya fûtbolê dike. Werder Bremen, SC Weyhe û TSV Havelse lîstiye û di sala 2015an de di Tîma TSV Havelseyê bi dibe listîkavanê fûtbolê ye profesyonel. Piştî ku Denîz Undav li Almanyayê hate nasîn transferî Tîma Union SG a tîma Belçikayê dibe. Di tîma Union SGyê de Denîz Undav di 33 maçan de 25 gol diavêje û bala cîhanê dikişîne ser xwe. Ev performansa Denîz Undav rêya lîga herî mezin a cîhanê Lîga Premierê vedike û transferî Tîma Brighton & Hove Albion dibe. Denîz Undav li vir jî derbasî Tîma Stuttgartê dibe. Ev 3 sal in Denîz Undav li lîga Almanyayê fûbolîziyê dike û di 3 sezonan de 63 gol avêtiye.
Êrişên nijadperest
Denîz Undav her dem Kurdbûna xwe anî ziman. Di civînek ya Tûrnûvaya EURO 2024an de pirsek ji Denîz Undav tê kirin. Rojnamger ji Denîz Undav re dibêje; ‘tu bi eslê xwe Tirkî tu dikaribû Tîma Tirkiyeyê jî hilbijêrî’. Denîz Undav bersiv dide rojnameger û gotibû, “di serî de ez Kurd im.” Gotina Denîz Undav ya “Ez Kurd im” li Kurdistan û Tirkiyeyê bûbû rojev. Nijadperestan ji ber vê gotina Denîz Undav li ser medyaya dijîtal êriş li dijî wî dabûn destpêkirin.
Di 23yê Cotmeha 2025an de li Stenbolê Tîmen Stuttgart û Fenerbahçe hatin gel hev. Denîz Undav di vê maçê de lîst. Lê ji ber vê maçê hem li trubunên hem jî li ser medyaya dijîtal li dijî Undav êrişên nijadperestî pêk hatin. Şîvokarên futbolê yên Tirk bi rêya televîzyonan li dijî Undav gotinên êrişkar anîn ziman û û gefa îşkenceyê lê xwarin.
Aligîrên Fenerbahçeyê li ser medyaya dijîtal bi hezaran peyamên nijadperest parve kirin. Li ser hesabên Stuttgartê yê X û Instagramê bi hezaran kes şîroveyên nijadperestî kir. Li dijî van êrişan Tîma Stuttgart, siyasetmedarên Kurd û gelê Kurd bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew li gel Denîz Undav in.
Kupaya cîhanî
Denîz Undav bi di nav Tîma Neteweyî ya Almanyayê de tev li Kupaya Cîhanê bû. Di turnuvayê de 2 maç derbas bûn. Tima Almanyayê bi Tîma Curaçao û Ivory Coast re hat gel hev. Di her du maçan de Denîz Undav 3 gol avêt û 2 asîst kir. Almanya bi serkeftinê derket tura duyemîn. Di performansa Denîz Undav Almanyayê cihekî girîng girt. Li gorî şîroveyan Almanya dibe ku bi performansa Denîz Undav performansek serkeftî pêk bîne. Denîz Undav ê Kurd bi performansa xwe ya bi serkeftî bersiv dide êrişên nijadperest ên li ser gelê Kurd ku di şexsê wî de pêk tên.
Banga alikariya ji bo Rojava
Di 24ê Çileyê de Komeleya Gelên Di Bin Xetereyê De Ne û civaka Kurd li Almanyayê li dijî êriş û dorpêça çeteyên HTŞ, DAIŞ, SMO û Tirkiyeyê li ser Rojava nameyek ji Yekîtiya Ewropa (YE) û Hikûmeta Federal a Almanyayê re şandibûn. Lîstikvanê navdar Denîz Undav û kesên weke Natalia Worner, Aykut Anhan, Ursula Karven, Huseyin Kokseçen, Clemens Schick, Tahsim Durgun, Nora Tschirner, Igor Levit, Jasna Fritzi Bauerve, Jasmin Tabata û gelek kesên navdar tevlî banga komeleyê bûbûn. Di nameyê de hatibû diyarkirin ku Rojava di bin êrişên DAIŞ û hezên cîhadîst de ye û koalîsyona navneteweyî li Kurdan di nava êrişan de bi tenê hiştiye.
Denîz Amedsporê pîroz kir
Denîz Undav her dem Kurdbûna xwe tîne ziman û bi hezkiriyên xwe re Kurdî diaxive. Gelek wêneyên Denîz Undav yên ku ala Kurdistanê û Amedsporê rakiriye hene. Denîz Undav piştî şampiyontiya Amedsporê jî li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal parvekirinek kir û serkeftina Amedsporê pîroz kir.







