Îsraîlê ji duh derengê şevê heta serê sibê li seranserê Îranê 130 êriş pêk anîn û di ancama êrişan de berdevkê IRGCyê Berdevkê Pasdaranê Şoreşa Îslamî Alî Mihemed Naînî hate kuştin.
Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 21an de berdewam dike. Artêşa Îsraîlê ragihand ku paytexta Îranê û deverên wekî Parçin, Kerman, Arak û Bandar-e Lengeh 130 cihên binesaziya rejîma Îranê bombebaran kiriye. Îsraîlê ragihand ku ligel Berdevkê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) Alî Mihemed Naînî bi dehan peywirdarên Îranê kuştine. IDFê ragihand ku di nav hedefan de cihên moşekên balîstîk, balafirên bêmirov (UAV) û sîstemên parastinê li seranserê rojava û navenda Îranê bûne hedefa wan.
Îranê kuştina Naînî pişrast kir
Çapemeniya fermî yên Îranê, kuştina Alî Mihemed Naînî piştrast kir lê têkildarî windahiyên leşkerî agahî neda.
DYAyê dîmenên baregeha Karajê weşandin
Di heman demê de Fermandariya Navendî ya Amerîkayê jî duh wêneyên satelaytên Kargeha Moşekên Rû-bi-Rû ya Karajê weşandin. Di dîmenan de zirara piştî êrişa artêşa Amerîkayê ya li ser tesîsê xuya dike.












