Li paytextê Şamê ku êdî Newrozê bi fermî qebûl dike, gel bi kinc û bergên neteweyî li Stadyûma El Feyhaî Newrozê pîroz dike.
Pîrozbahiyê Newrozê li çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat tên pîrozkirin. Pîrozbahiyên îsal li gel Rojavayê Kurdistanê li bajarên Sûriyeyê jî tên pîrozkirin. Li payteştê Sûriyeyê Şamê jî Newroz îsal li Stadyûma El Fayhaî tê pîroz kirin. Bi hezaran Kurdên li Şamê dijîn, bi cil û bergên neteweyî, rengên kesk û sor û zer tev li Newrozê bûn. Pîrozbahiya bi hezaran welatî tev lê bûn, bi coşek mezin didome.
Gelê Kurd bi têkoîna Newroz da qebûlkirin
Newroz wekî encama têkoşîna gelê Kurd di 29ê Çileyê de bi awayek fermî hate qebûlkirin û wekî roja betlanê hate îlankirin. Gelê Kurd li Sûriyeyê yekem car e Newrozê wekî roja betlanê û beyî zext û zordariyan pîroz dikin.









