Li Cizîrê cejna Newrozê bi beşdariya deh hazaran kesî bi awayek coş tê pîroz kirin. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sloganên azadiya fîzîkî dixwazin mohra xwe li qadê didin. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku gel di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li bernda gavên şênber e. Girse bi stranên hunermend Dilniya Xan, Şahê Bedo û Îmad Rêkanî coşiya.
Li paytextê Newrozê li Cizîrê gel bû lehî û herikî qada Newrozê. Ligel barîna baranê jî di seatên serê sibê de gel ref bi ref ber bi qada Newrozê ve herikî. Welatiyên kincên neteweyî li xwe kirîn, xwe bi kesk û sor û zeran xemilandin. Piştî derbasbûna ji noqteyên lêgerînê gel kete qadê. Di dema lêgerînan de car caran ji ber hewildanên provokatîf ên polîsan rageşî derketin.
Cizîr bû lehî û herikî qadê
Cizîr ku wekî paytextê Newrozê tê pênasekirin, îsal jî bû lehî herikî qada Newrozê. Ji zarokan bigire heta ciwan, jin, mir, pîr û kalan tevahiya navçeyê vala bû. Ji heft salî heta heftê salî tevahiya Ciziriyan li qadê kom bûn.
Jiyan li bajar rawestiya
Îro Ciziriyan dikanên xwe venekirin. Tekane liv û tevgera mirovan li ser riya qada Newrozê tê dîtin. Ji bilî wê kuçe û kolên Cizîrê roja xwe ya herî aram û bêdeng dijî.
Baran bandorê li pîrozbahiyê dike
Li navçeyê ji sibê ve baran dibare. Welatiyên bi amadekarî hatine sêwanên xwe ve dikin û her wiha hevdû ji baranê jî diparêzin. Ji ber ku bi hezaran sêwan hatine vekirin, qad wekî zeviya sêwanan xuya kir û dîmeneke pir balkêş derket holê.
Dilsoziya bi Abdullah Ocalan re mohra xwe li qadê da
Li qadê bênavber sloganên, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî Newroz” û “Bijî Kurdistan” hatin berzkirin. Li qadê car car posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û sloganên azadiya fîzîkî dixwazin bi deqeyan bi yek dengî hatin bilindkirin.
Peyama Ocalan hate xwendin
Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, axaftinan dest pê kir. Li ser navê Komîteya Amadekariyê ya Newrozê Aynur Elçîoglu, Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gel pîroz kir.
Hevserokê RêxistinaDEM Partiyê ya Cizîrê Yilmaz Sanri, peyama ku Abdullah Ocalan duh ji bo Newroza Amedê şandibû, xwend. Piştî xwendina peyamê, girseyê bi yek dengî sloganên “Bijî Serok Apo” avêt. Li ser navê Dayikên Aştiyê, Şirin Demir Newroza gel pîroz kir.
Pîrozbahî bi stranên Kurdî yên Dilovan Cizîrî û bi gerandina govendê berdewam kir.
Aktîvîsta TJAyê Fatma Ablay axaftinek kir û wiha got: “Serokê Gelê Kurd pirsgirêka jinan ji pirsgirêkên civakî kûrtir dibîne. Divê jin pêşengiya civakê bikin. Di civakê de yekem hedefa êrîşan jin in. Bedena jinan tê teşhîrkirin. Felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ îro bûye felsefeyek gerdûnî. Bijî têkoşîna jinan.”
‘Gel gavên şênber dixwaze’
Piştre Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan balkişand ser dîroka berxwedanê ya gelê Cizîrê û ev tişt gotin: “Cizîr dilê Kurdistanê ye. Cizîr welatê qehremanan e. Dema ku Cizîr biryar dide, kes nikare li pêşiya wê bisekine. Ev ji dîrokê ve wiha ye. Cizîr yek aliyê xwe Bakur e, yek aliyê xwe Başûr e, her weha Rojava û Rojhilat e.” Ayşegul Dogan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî bi bîr xist û wiha domand: “Niha gel dibêje ‘em gavên şênber dixwazin, em dixwazin bi nasnameya xwe bijîn’. Gel azadiya Serokê Gel dixwaze. Em Newroza Rêberê Gel Abdullah Ocalan pîroz dikin. Serok Apo tenê ne rêberê rêxistinekê ye. Em dixwazin ev Newroz bibe vesîleya azadiya fizîkî ya Rêberê Gel û hemû girtiyan.”
Şahê Bedo, Dilniya Xan û Rêkanî gel coşandin
Di pîrozbahiyê de stranê “Newroza arî” ku ji aliyê zaroka 6 salî Aryen Oruç ve hate gotin, coşa girseyê zêde kir. Piştre, pîrozbahî bi stranên soranî û hewramanî yên Dilniya Xan dom kir.
Berî ku Dilniya Xan derkeve ser sehneyê, Newroza gelê Rojhilatê pîroz kir û hêvî kir ku Newroza vê salê li çar parçeyên Kurdistanê bibe sedema azadiyê.
Pîrozbahî bi stranên Kurdî yên Şahê Bedo û Îmad Rêkanî û bi govendê bi dawî bû.

























